Li Reqayê mihrîcana ‘Şevên Firatê’
Duşem 29 Îlon 2025 - 15:00
- Koma ciwanan û koma Firatiyon a kantona Reqayê bi hevkariya Desteya Çandê Mîhrîcana “Şevên Firatê” ya yekemîn dest pê kir. Mîhrîcan dê 3 rojan bidome. Armanca wê, piştgiriya şêniyan e.
Di mîhrîcanê de, şevbuhêrk, pêşbirg, li dar dikevin, cil û berg, amûrên dibistanê, kel û pelên malan, tên firotin, li kêleka wê çalakiyên bazirganî û aborî hene.
Endamê Koma Firatiyon Fîras Remadan axivî û bixêrhatina mêvanan kir. Remadan wiha domand: “Mîhrîcan di encama hewldanên ciwanên dilxwaz de bi piştgiriya Rêxistina Marî tê lidarxistin. Rêxistinê ev çend meh in piştgiriya pêwîst ji ciwanan re pêşkêş kir. Di encama wan hewldanan de, ev mîhrîcan li dar ket ji bo ku dilê her kesî şa bibe. Mîhrîcan, peyameke hêviyê ye û qada ku ciwan hêzên xwe nîşan bidin.”
Piştî axaftinê mîhrîcan bi agirbaziyê dest pê kir. Dûre sinevizyonek der barê amadekariyên mîhrîcanê de hate pêşandan. Dûre komên hunerî yên beşdar stranên têkildarî mîrasa çandî ya Reqayê pêşkêş kirin, pêşbirg li dar ketin û kesên serkeftî ji aliyê bazirganên beşdar ve hatin xelatkirin. ANHA/REQA