Ji hewa ve talana li Gabarê!
Duşem 29 Îlon 2025 - 14:30
- Texrîbata li Çiyayê Gabarê cara ewil ji hewa ve hate kişandin.
Qirkirina ekolojiyê ya li navenda Şirnexê û navçeyên wê her ku diçe zêdetir dibe. Li çiyayên Cûdî û Gabarê û li Herêma Bestayê zêdetirî 5 sal in talaneke bênavber a xwezayê tê kirin. Darên li herêmê di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan bi hinceta “ewlehiyê” tên birîn.
Di heman demê de xebatên lêgerîna petrolê yên ji hêla Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) li Çiyayê Gabarê dane destpêkirin jî didomin. Bi hinceta lêgerîna petrolê bi hezaran daran hatin birîn. Li cihê dar lê hatine birîn jî gelek quleyên leşkerî hatin avakirin.
Texrîbata li Çiyayê Gabarê cara ewil ji hewa ve hate kişandin. Dîmen, asta texrîbata li herêmê hatiye kirin careke din radixe ber çavan. Ji bo bîrên petrolê li gelek cihan rê hatine çêkirin û tê dîtin ku dora van rêyan veguherîne çolê û beşeke mezin a daristanê jî hatiye tunekirin. NAVENDA NÛÇEYAN
* * *
Li Efrîna dagirkirî şîdeta midûran!
Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye detayên şîdeta li zarokê efrînî Ciwan Osman (12) hatiye kirin, belav kirin.
Rêxistinê bi bîr xistin ku 28`ê Îlonê mudirê dibistana El Itîhad El Erebî yê bi navê Cadullah ku ji derveyî Efrînê ye, şîdet li zarokê efrînî Ciwan Osman (12) bi kar aniye. Ciwan di refa 6 a seretayî de ye. Dibistana navborî li paş stada taxa Efrîna Nû ya li bajarê Efrînê ye.
Rêxistinê diyar kir ku mudir, di cil û bergên Ciwan de lêgerîn kiriye û jê re gotiya ka kêr? Zarok jî bersivandiye ku kêr pê re tune ye. Li gorî bavê Ciwan; lewma mudir li Ciwan xistiye û li pêlekanê wer kiriye.
Rêxistinê vegotina detayên bûyerê wiha domandin: “Dema zarok vedigere mal û ji dayîka xwe re bûyerê vedibêje, dayîk pê re diçe dibistanê ji bo ku sedemê fêm bike. Lê mudirê dibistanê bi ser de diçe û jê re dibêje; biçe li cem kê gilî dikî gilî bike qe ne xema min e.” ANHA
* * *
Amedî li ser rez in
Li Pasûrê ku bastêq, dims û benî bi rêbazên berê tên çêkirin, demsala serrezê dest pê kir.
Li navçeya Pasûrê ya Amedê ku ji ber guherîna avhewayê berhemdarî lê kêm bûye, demsala serrezê dest pê kir. Bi hatina biharê re sexbêra rezên li navçeyê dest pê dike û bi demsala payîzê re welatî dest bi komkirina berheman dikin. Bi hatina demsalê re welatiyên gundê Eskarê qazanên mezin danîn û dest bi çêkirina bastêq, dims û benî kirin. Ava tiriyê ku hatiye perçiqandin di qazanên mezin de tê kelandin û piştre jî bi rêbazên kevneşop berhemên cur bi cur jê tên çêkirin. Di demsala serrezê de dîmenên xweşik derdikevin holê. AMED