40 sal in biskilêtan tamîr dike

Duşem 29 Îlon 2025 - 15:15

  • Li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê welatiyê 78 salî Îsa Dawûd Omer hîn jî xebata xwe ya 40 sal berê dest pê kiriye, didomîne. Omer ê wekî “Bavê Lûey” di nava civakê de tê naskirin, pîşeya xwe di berakeya biçûk a ji hesin çêkiriye û li nêzî Mizgefta Mezin a bajarê Dirbêsiyê daniye de, didomîne.  

Omer sala 1949’an li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê ji dayîk bûye. Bavê 12 zarokan (8 keç û 4 xort) e. Ji ber xizaniyê derfeta xwendinê bi dest neket. Ji destpêka ciwaniya xwe ve, bi karên rojane debara malbata xwe dike. Ev 40 sal e vê pîşeyê didomîne.

Omer destpêkê biskilêta xwe û carnan a cîranan çêdikir û di çaksaziyê de bû hoste. 15 salên destpêkê Omer dikan kirê dikirin. Di vê dawiyê de dikanek ji hesin çêkir. Bi vê pîşeyê debara malabta xwe dike. Karê wî dema biskilêt alaveke veguhestinê ya bi bandor bû, baş bû. Lê niha hejmara biskilêtan û bikaranîna wan kêm bûye, tenê zarok û xwendekar biskilêtan bikar tînin.

Bi vî temenê mezin Omer di saetên sibehê de bi biskilêta xwe diçe dikanê, derî vedike û li pêş rûndine, ku biskilêtan sererast bike.

Di çavên wî de ev pîşe ji çavkaniya dabînkirina pêdiviyên jiyanê zêdetir e. Hîn jî bi wê eşq û hezkirinê diçe ser kar.

Di nava xelkên Dirbêsiyê de jî pir tê hezkirin, her kes wî wekî sembola sebrê nas dike. ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.