Festîvala zarokan bi dawî bû

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 9 Îlon 2025 - 16:20

  • 10`emîn Festîvala Zarokan a li bajarê Hesekê bi diruşmeya “Hunera zarokan sembola azadî û behremendiyê ye” li navenda Hîlala Zêrîn a li navenda çand û hunerê ya jinan a bajarê Hesekê hate lidarxistin û 2 rojan bi rê ve çû.

Salona Festîvalê bi pankartên bi nivîsên “Zaroktî kêfxweşiye, Kêfxweşî tu ye”, “Rûkeniya we derdorê xweştir dike”, “Hûn rûkeniye û hûn bê guneh in û kêfa me ya îro ne” û “Hûn dilên sibî û kulîlkên rojên me ne” hatibû xemilandin.

Di roja duyemîn a Festîvalê de nûnerên Kongreya Star, Navenda Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Saziya Stêrk, Peymangeha Hunera Bilind a Hîlala Zêrîn û Malbatên Zarokan beşdar bûn.

22 komên zarokan ên ji Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Til Berek û Şedadê beşdarî Festîvalê bûn. Îro 11 komên mabûn hunerên xwe pêşkêş kirin. Hunerên hatin pêşkêşkirin, dîlan, stran û şano bûn.

Komên hunerên xwe pêşkêş kirin ev in: Koma Şehîd Çirav (stran(, Koma Ararat a Ermeniyan (şano), Koma Qerbas a Suryaniyan (stran), Koma Înana ya Suryaniyan, Koma Şehîd Şiyar Xabûr (şano), KOma Şehîd Serhet Xabûr (govend), Koma govendê ya Hesekê, Koma Şehîd Firat Cizîrê a Til Berekê, Koma Şehîd Rumet (stran), Koma Xabûr a Til Temirê (govend), Koma Şehîd Mervan Qereman û Koma Sema ya Dirbêsiyhê (Stran) hinerên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiya Festîvalê de komîteya amadekar 22 komên beşdar bûn xelat kirin. ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.