Li Mexmûrê dersên li ser manîfestoyê

Duşem 29 Îlon 2025 - 15:45

  • Li wargeha penaberan a Mexmûrê li ser Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk dewreyên perwerdeyê hatin dîtin. Şeniyên ku beşdarî dewreyên perwerdê bûne gotin ku manîfesto ji bo wan nexşeriya aştî û xwe gihandina azadiyê ye.

Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk" ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27’ê Sibata 2024’an de hatiye ragihandin, wekî nexşerêyek di têkoşîna azadiyê ya gel de tê dîtin. Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ku bi salan e li dijî zehmetiyên koçberî, dorpêçkirin û ambargoyan têkoşiyaye, bûye cihekî ku ev manîfesto lê zindî dibe. Bi sedan mirovên ji her temenî, ji zarokan bigire heya extiyaran, beşdarî bernameyên perwerdehiyê yên ku li wargehê hatine destpêkirin dibin.

Li wargeha ku piştî ragihandina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk perwerde hatibûn destpêkirin,  meclîs û saziyên wargehê beşdarî hemleya perwerdeyê bûn û dawiya perwerdeyê de jî ji kesên ku tevlî dewreyan bûne belge hatin dayîn.

Yek jî ji wan dewreya ku beşdariya xwe dane çêkirin dewreya Şehîd Cîger Goyî bû kû nêzî 80 kes tevlî perwerdeyê bûn û bi girtina belgeyên xwe dewreya wan bi dawî bû. Beşdarvanên ku tevlî perwerdeya Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk bûn hest û kelecanên xwe yên tevlîbûna perwerdeya manîfestoyê parve kirin.

Beşdarvana dewreya perwerdeya manîfestoyê Ozlem Apaydin li ser dewreya manîfestoya aştî û civaka demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkeşî giştî gelan kirî axivî û wiha got: “Ez tevlî dewreyeke perwerdeya manîfestoyê bibûm. Ji ber hindeki nakokiyên min hebûn û min xwest nakokiyên xwe çareser bikim ez tevlî dewreyeke duyemîn jî bûm. Her du dewreyan de jî ez tevlî nîqaşên perwerdeyê dibûm û ji bo min cihê keyfxweşiyê bû. Em destpêkê spasî ji Rêberê xwe, Şehîd û rêxistina xwe dikin ku bi saya wan hebûna Kurd hat îspatkirin. Rêber Apo bi vê manîfestoyê nexşerêyeke 50 sala pêşkeşî me kiriye. Em hêvîdar in bi pratik, rêxistin û perwerdeyên xwe em ji manîfestoyê re bibin bersiv.”

Ozlem Apaydin diyar kir ku bi manîfestoyê re hestên girêdanbûna jiyanê zêdetir dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema mirov manîfestoyê dixwîne wateya jiyanê fehm dike û heman demê mirov wate dide hebûn û Kurdbûna xwe û ji jiyanê bêhtir hez dike. Him perwerde pir baş derbas bû him jî tevlîbûna dayik, bav û ciwanan ya perwerdeyê diyar dike ku her kes di aliyê xwe ve dixwaze barekî bigire ser milê xwe. Vê yeke jî bi keyfxweşî pêk dianîn. Di nava perwerdê de her tim kelecan, pirs û nakokî hebûn. Lê Rêbertî di manîfestoyê de bi awayekî zelal bersivên nakokîyan jî diyar kiribû. Em bi hêvî ne ku Rêber Apo bi awayeke fîzîkî di nava xwe de bibînin û bi hevre azad bijîn.”  

NÛJINHA/MEXMÛR/ASYA DENÎZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.