FilmAmed bi coş dewam dike
Duşem 29 Îlon 2025 - 16:15
- Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 9emîn ku îsal bi tema û dirûşma “Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî…” tê lidarxistin di roja sêyemîn de didome.
Festîval îro bi Kargeha Amadekirina Projeyan a Amedê ya Eurasiadocê dest pê kir. Di kargeha ku bi sernavê “Ji ramanê ber bi fîlm ve, di sînemaya belgefîlman de derfetên vegotinê” li Çand Amedê hate lidarxistin de Samuel Aubin û Gulîz Saglam axivîn.
Di nava rojê de bi rêzê fîlmên “Xurbeta Sêyem” , “Demsala Tirî” , “Îsmaîlê Me” , “Îkona Mezin a Dawîn: Dêra Surp Gîragos”, “Meşa Îrisê” , “Stêrka Li Ser Xetê” , “Habîbûllah” , “5 Xulekên Dawîn” li Çand Amedê û Şanoya Bajêr a Amedê hatin nîşandan. Gelek sînemahez fîlm temaşe kirin û dûre ji bo fîlmên temaşe kirin li Sindoqa Dengdayînê ya Juriya Geldeng dan.
Fîlmên cihêreng hatin nîşandan
Fîlmê “Xurbeta Sêyem” ku derhêneriya wê Medîha Guzelgundike kir,qala Komkujiya Gurgumê, sedemên koçberbûnê û travmayên jinên ku bûne şahidê komkujiyê û koçber bûne vedibêje. Fîlmê “Demsala Tirî” ku derhêneriya wê Ebrahîm Hesarî kir, hevalbendiya tiriyên gihiştî vedibêje. Fîlmê “Îkona Mezin a Dawîn: Dêra Surp Gîragos” ku derhêneriya wê Eren Kahraman kir, çîroka dêreke ermenan a li Amedê û cimaeta wê, ji rabirdûyê heta niha çi jiyane çawa dixwazin bijîn vedibêje. Fîlmê “Îsmaîlê Me” ku derhêneriya wê Fatîn Kanat û Onder Înce kirin û qala jiyana nivîskar Îsmaîl Beşîkçî dike. Fîlmê “Meşa Îrisê” ku derhêneriya wê Bûrcû Guler kir, qala zehmetiyên ku Îrisa LGBTÎ ye dikişîne vedibêje. Fîlmê “Stêrka Li Ser Xetê” ku derhêneriya wê Bêrîvan Sarûhan kir, qala bûyereke ku şêniyên bajarokê Dirbêsiyê yê girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê di salên 1990î de jiyane dike. Fîlmê “Habîbûllah” ku derhêneriya wê Adnan Zandî kir, qala Habîbûllah Zangî yê bi dehan salan stranan distrê û di demekêde rastî astengiyan tê dike. Fîlmê “5 Xulekên Dawîn” jî ku derhêneriya wê Şehram Maslakhi kir, qala Taha Ghaffari ku dixwaze ji bo welatekî beşdarî lîstikên olîmpiyatan bibe.
Fîlmê ‘Bîra Sûrê’
Di roja duyemîn a festîvalê de herî dawî fîlmê “Bîra Sûrê” ku derhêneriya wî rojnameger Azad Altay dike, hate nîşandan.
Li navçeya Sûrê ya dîrokî ya Amedê di salên 2015 û 2016an de qedexeya derketina derve hat ragihandin. Piştî vê qedexeyê bîra gelekî hat armanckirin. Belgefîlma bi navê “Bîra Sûrê” ji rêwîtiya bîrê ya ji êrişên li dijî kuçeyên dîrokî yên ku bidîwarên betonî hatine dorpêçkirin, ber bi taxên “nû” ve ye.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê û CHPê, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî, partiyên siyasî, Dayikên Aştiyê, rojnameger û bi sedan kesan belgefîlm temaşe kirin. Her du eywanên ku fîlm lêdihate nişandan jî tijî bûn û gelek kes li ser piyan man.
‘Ev bîr bîra gelê Kurd û Kurdistanê ye’
Piştî fîlm hate nîşandan. Temaşevanan li çepikan dan û dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin. Dûre derhênerê fîlm Azad Altay derket ser dikê û berî ku axaftina xwe bike şêniyê Sûrê Îsmaîl Uzmez ku di Sûrê de birîndar bûbû û di belgefîlm de cih digire gazî ser dikê kir. Azad Altay ê li vir axaftineke kurt kir, diyar kir ku bi armanca bîra Sûrê tu car neyê ji bîrkirin belgefîlm kişandin û wiha got: “Ji bo ku kesên piştî deh salan werin vê axê nebêjin ev avahiyên hatine çêkirin û weke girtîgehê ne nebêjin Sûr e ev belgefîlm kişand. Her çiqas em vê belgefîlmê bi ‘Bîra Sûrê’ bi nav bikin jî ev di esasê xwe de ne tenê bîra Sûrê ye. Ev bîr di heman demê de bîra gelê Kurd û Kurdistanê ye.”
AW/AMED