Tecrîd binpêkirina zagonên navdewletî ye
Duşem 29 Îlon 2025 - 16:30
- Hikqûqnas Ewas Elî Xelîl ji hêzên navdewletî û rêxistinên mafê mirovan daxwaz kir ku li dijî sîstema tecrîda li Îmralî bi awayekî lezgîn tevbigerin. Elî Xelîl, da zanîn ku tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, binpêkirina hemû pîvan û zagonên navdewletî ye.
Bi dewamiya sîstema Îmralî û tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, dengên ji bo dawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî bilind dibin, zêdetir dibin. Ji ber tecîra li Îmralî li dijî hemû pîvan û zagonên navdewletî ye.
Hiqûqnas Ewas Elî Xelîl yê ji bajarê Reqayê derbarê mijarê de axivî û bang li rêxistin û hêzên navdewletî yên têkildar kir ku erka xwe pêk bînin. Ji wan daxwaz kir ji bo li Îmralî dawî li binpêkirina zagonên navdewletî û pîvanên mirovî were, tevbigerin.
Xelîl, di dewamiya axaftina xwe de bibîr xist ku tecrîda girankirî ya ji destpêka girtinê ve li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferizkirin, li dijî qanûnên navdewletî û qanûna mafê mirovane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî qanûnê em behsê dikin, piştî dema lêpirsînê bi dawî bibe û biryara darizandinê derheqê wî de derkeve, nabe tecrîd li ser girtî were ferizkirin. Nabe ji cîhana derve were qutkirin.Sûcê kiribe çi dibe, bila bibe.”
Xelîl di dewamiya axaftina xwe kirinên dewleta Tirk ên li dijî mafê mirovan bibîr xist û wiha dom kir: “Bi salane dewleta Tirk Rêber Abdullah Ocalan ji mafên wî yên herî biçûk mehrûm kiriye. Ev bi xwe binpêkirina li dijî qanûna navdewletî ye. Bi taybet di rewşa rêbertî de hejmarek rêxistinên navdewletî wî wekî esîrê şer pênase dikin. Ji ber şerê di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û dewleta Tirk dewam dikir.”
Hiqûqnas Ewas Elî Xelîl da zanîn ku hin rêxistinên hiqûqî Rêber Abdullah Ocalan wekî kesayeta siyasî ya nûnertiya hêviya gelê Kurd, pênase dikin û wiha dom kir: “Ji vê nerînê li gorî qanûna navdewletî ya mirovî divê nêzîkatiyek taybet pê re were kirin. Lê mixabin dewleta Tirk van pîvanan red dike. Pêkanîna tecrîda girankirî bê navber didomîne.”
Xelîl bibîr xist ku dadgehê despêkê derheqê Rêber Abdullah Ocalan de cezayê bidarvekirinê birî bû û wiha dom kir: “Paşê di bin zexta navdewletî de ev ceza bi girtina heta hetayê hate guhertin. Di qanûna navdewletî de tiştek navê wê girtîgeha heta hetayê ya bê veger tune ye. Cezayên herî giran di navbera 20 û 25 salan de ye. Niha dema girtina Rêber Abdullah Ocalan bûye 27 sal, tê wateya wî dema girtinê derbas kiriye.”
Xelîl, qanûnên dewleta Tirk jî bibîr xist û wiha pê de çû: “Qanûnên dewleta Tirk bi xwe jî, wekî ‘mafê hêviyê’ mafê dide girtî derfetekê bibîne. Rewşa wî ya qanûnî piştî çend salan di ber çavan re were derbaskirin. Lê dewleta Tirk vê qanûnê jî derheqê Rêber Ahdullah Ocalan de paşguh kiriye.”
ANHA / REQA / MIZGÎN ELÎ