Her kêliya xwe fedayî bûn

Sêşem 15 Cotmeh 2024 - 03:15

  • HPG’ê diyar kir ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 gerîla şehîd bûne û got: Em lehengên xwe yên ku her kêliya xwe bi fedayî jiyan kirin û di şer de jî bi cesareteke mezin sekin raber kirin, bi rêzdarî bi bîr tînin.

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Zapê şehîd bûne eşkere kir. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd, ev tişt diyar kirin:“8’ê Tebaxa 2024’an de hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, li hemberî girekê ku artêşa Tirk a dagirker lê bi cih bûbû, ji du aliyan ve çalakî lidar xistin. Hevrêyên me ji mesafeya nêz bi bombeyên destan û çekên ferdî li çeperên dagirkeran xistin. Di navbera hevrêyên me û dagirkeran de şer qewimî. Di encama êrîşên bibandor ên hevrêyên me de 3 çeperên dijmin hatin îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker qada çalakiyê 6 caran bi balafirên şer bombebaran kir. Di encama şer û bombebaranê de ji zarokên fedayî yên herî hêja yê gelê me hevrêyên me Agir Çekdar, Besta Agir, Asmîn Seyîd û Cemal Dêrazor şehîd bûn. Em lehengên xwe yên ku her kêliya xwe bi fedayî jiyan kirin û di şer de jî bi cesareteke mezin sekin raber kirin, bi rêzdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê bibin şopdarê armancên wan. Em ji malbatên hêja yên şehîdên xwe, gelên xwe yên Kurd û Ereb re sersaxiyê dixwazin. 

Navê xwe li dîrokê nivîsandin

Hevrêyê me Agir weke endamekî malbateke welatparêz, li navçeya Tetwan a Bedlîsê hate dinê. Di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû. Xwest bibe milîtanekî fedayî yê Apoyî û di bunyeya Hêzên Taybet de di nava xebatan de cih bigire. Hevrêyê me di nava Hêzên Taybet de perwerdeyeke xurt dît û li ser fedayîbûnê lêhêrbûnên kûr jiyan kir. Manewiyata qada ku lê ye, hîs kir û carna weke şervanekî, carna jî weke fermandarekî bi rengekî bêteredut wezîfeyên xwe bi cih anî. Hevrêyê me Agir bi tevlîbûna xwe ya xwezayî, sade û fedayî û weke şopdarê Zîlanan ji me hevrêyên xwe re têkoşîneke dewlemend hişt.

Hevrêya me Besta li navçeya Misirc a Sêrtê di nava malbateke ji eşîra Alikî hate dinê. Sala 2014’an ji Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû. Bi kesayeta xwe ya çalakvan, sekna xwe ya zelal a li ser xeta PAJK’ê û biryardariya xwe ya di Zîlanbûnê de, di jiyan û şer de bû milîtaneke YJA Starê ku hemû hevrêyên wê ji xwe re mînak bigirin. Hevrê Besta ya ku di binketina artêşa Tirk a qirker-dagirker a li hemberî mîlîtanên fedaî yên Apoger jiyan kir de, kedeke mezin da û erkên ku pêknedihatin biserxist, ji hevalên xwe re bû çavkaniya moral. Di dîroka têkoşîna me de wek mîlîtaneke YJA Starê ya ku bêteredût dimeşe cihê xwe girt. 

Hevrê Asmîn li navçeya Bîsmîlê ya Amedê di nav malbateke welatparêz de hat dinê. Di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîla bû. Li pey şopa hevrêyên xwe yên ku li ser xeta fedayîtî şer dikin de û bi çalakiyên xwe dewleta Tirk dihejînin meşiya. Li ser vê bingehê tevlî perwerdeyên Hêzên Taybet bû. Hevrê Asmîn li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di berxwedana destanî de cih girt û bû şopdarek bêhempa ya hevreyên xwe yên şehîd. Hevrê Asmîn di dîroka têkoşîna me de wek gerîlayek YJA Starê cihê xwe yê nayê jêbirin, girt. Di her qada ku lê bû de bi wêrekî, kedkarî û fedakariya xwe re xebatên herî zehmet jî serxist. 

Hevrêyê me Cemal li bajarê Dêrazorê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrêyê me ku li dijî dagirkirina Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger ve weke şervanekî wêrek cihê xwe di şer de girt, bi saya pisporî û xwînsariya xwe ya di nava şer de, ji bo gelek hevrêyên xwe bû alîkar. Hevrêyê me ku bi dewamkirina têkoşîna xwe ya li çiyayên Kurdistanê re xwest rastiya Rêber Apo ji nêz ve nas bike, tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Cemal weke milîtanekî Apoyî wezîfeyên herî zehmet bi layiqî bi cih anî. Bi tevlîbûna xwe ya bêdudilî di her erk û çalakiyan de, karî li gorî ruhê demê tevbigere.”

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Agir Çekdar (Serdar Kilinç), li Bedlîsê jidayîk bûye, 8’ê Tebaxa 2024’an li Zapê şehîd bû.

Besta Agir (Evîn Ateş), li Sêrtê jidayîk bûye, 8’ê Tebaxa 2024’an li Zapê şehîd bû.

Asmîn Seyîd (Zehra Angay), li Amedê jidayîk bûye, 8’ê Tebaxa 2024’an li Zapê şehîd bû.

Cemal Dêrazor (Beşar Salih), li Dêrazorê jidayîk bûye, 8’ê Tebaxa 2024’an li Zapê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.