Hefteyê rojekê Rêbertî dixwînin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 10 Hezîran 2024 - 00:04

NÛPELDA DENÎZ / NÛJINHA / MEXMÛR

Ji aliyê Tevgera Ciwan û Jinên Ciwan ên wargeha penaberan a Mexmûrê ve li Pirtûkxaneya Şehîd Reşîd Serdar pêngava xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di hefteya xwe ya 5'an de didome. Her roja Şemiyê li pirtûkxaneyê bi beşdarbûna ciwan û jinên ciwan ên wargehê pirtûk tên xwendin û guhdarkirin. Armanca pêngavê ew e balê bibin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, ji bo belavkirina fikir û felsefeya wî û her wiha ji bo jinên ciwan û ciwanên wargehê teşwîqî xwendina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirtûk bikin.

Endamên Tevgera Jinên Ciwan ên wargehê der barê armanca pêngavê de axivîn.

Xwe nêzî Rêbertî dikin

Eynas Kar ku yek ji endamên Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê ye ji bo armanca pêngavê got: “Her Şemî li pirtûkxaneyê, pirtûkên Rêbertî tên xwendin. Carna bi deng guhdarî dikin, carna jî kom dibin û bi hev re dixwînin. Em jî weke jinên ciwan ji bo ku karibin Rêbertî fam bikin û xwe hîn zêdetir nêzî Rêbertî bikin, beşdar bûne. Em dixwazin bi xwendina pirtûkên Rêbertî ji aliyê fikrî ve fam bikin. Rêbertî, têkoşîna jinan esas girt û rêyên nû nîşanî me da.”

Beşdarî rojên xwendinê bibin

Eynas Kar diyar kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkek wisa dike ku vê yekê bike û wiha bi dawî kir: “Di her alî de dijmin dixwaze me ji Rêbertî qut bike. Li hember van dijminan, ev pêngava me weke bersivevê ye. Bi Rêbertî em xwe pêş dixin û bi vî awayî fikrên wî vedijînin. Daxwaza me ew e ku her ciwan û jinên ciwan bên pirtûkên Rêbertî bixwînin, ji bo felsefeya wî her zindî bimîne.”

Axîn Gokalp jî got: “Di nav hefteyê de rojek li pirtûkxaneya Şehîd Reşîd Serdar, pirtûkên Rêbertî tên xwendin. Armanca me ew e em zêdetir Rêber Apo fam bikin. Bangawaziya me ew e ku jin û jinên ciwan ên Mexmûrê beşdarî roja xwendina pirtûkên Rêbertî bibin.”

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.