HDP´ê em ji kêfa firandin lê ma bê ciwan dibe!

Nûçeyên Forum

Çarşem 1 Sibat 2023 - 10:35

Şîndar AKINCI*

Weke Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê van deman lez û beza hilbijartinekê li me teva ketiye. Em xwedî îdîa û vîn in. Em dibên em ê Erdogan vê carê bişînin. Şiroveyên me li ser îhtîmalên serokkomaran, zêde deng stendina hin partiyan, yan kêmkirina wan in.
Herî zêde daxuyaniya HDP´ê ku wê namzetekî derxinê, neyar dîn û har kirin, dost û heval jî ji kêfa firandin. “Gelo wê HDP kê bike namzet , jin e, mêr e, Şebnem Korûr Fîncancî ye yan Gultan Kışanak? Gelo kî wê xwe deynê ber wekîltiyê? Kulîs û galegala van pirs û civatan xelas nabin. 
Werin em pirsine din ji hev bikin.

Gelo wexta ciwan li der dora me tine bin, kî ji me wê ronahiyên rojê bi çavê xwe bibîne? Wexta siberoja mirov nebe, ma çawa dikare bijî? Ev 8 sal in em bê ciwan in, em ji nûbûn, guhertin, afirandinê dûr û kêm in. Bêyî ciwanan, siyaset çi ye, hûner çi ye, çand çi ye, civak çi ye? 
Hema li ku ne ev ciwanên me? Êdî divê ev pirs bersivên xwe bibînin, pê re çareseriya xwe.

Ciwanên me niha di quncikên kolanên reş de di bin têsîra dermanên hişbirinê de janê dikişînin, ciwanên me niha li ber temaşekirina rêzefilmên ku tacîz, tecawiz, binpêkirina mafên jinan û bi her awayî bişaftin jê dibare, rûniştîne. Ciwanên me niha ketine ser rêya welatên biyanî, di wan rêyan de hatine felişandin, di wan behran de fetisîne yan ji serma qerisîne. Ciwanên me niha di bin têsîra wan rêzefilmên mafyatîk de bi çekan êrişî hev dikin. Ciwanên me niha tenê ne bi laş bi giyanê xwe hemûyî di bin barê fihûşê de êşê dikişînin. Malbatên ku digotin, “bila yê/a min be, li ber çonga min be, hema neçe partiyê, bi rêxistin nebe, hefsarê hiş û aqlê wî/ê di destê min de be, nikarin zarokên xwe ji nav şerê taybet derxînin. Çend ciwanên me yên ku bi qasî desten tilîyan bi rêxistinkirî jî mane, tenê ne.

Li Nisêbînê piştî pêvajoya 2015-16’an, ev qirêjî bi awayekî pergalî hate destpêkirin. Berê em bi rehetî diçûne ber sînorê Qamişloyê seyranê, niha ji ber ku ciwan diçine wir tiryakê bi kar tînin, ew der pirr bi tehlûke ye. Hema ber sînorê Qamişloyê, ji bo Nisêbîniya cihê bêhnvedanê bû. Me li Qamişloka ku me qet nedîtiye, hema bêriya wê di dile me de bû, temaşe dikir. Zewaca bi polêsan re di nav civakê bûye tiştek gelekî asan. Ew polêsên ku ne ji zimanê te, ne jî çand û nirxên te fêm dike, yê ku tu doza mafê xwe lê bikî, bi wî re dikevine nav heman jiyanê/malê. Hema bibêjin her 2 yan 3 meha carekê em dibihîsin ku ciwan bi demançeyan êrişî hev dikin, hevdû birîndar dikin yan dikujin. Van demançeyan ji ku dibînin? Ev kesê ku bi awayekî mafyatîk tevdigerin û bi rehetî mirovan qetil dikin, nayên girtin jî. Me berî bi 6-7 mehan weke rêxistina HDP´ê ya Nisêbînê li avahiya xwe panelek li ser dermanên hişbirînê da malbat û ciwanan. Belê wexta me ew panel di avahiya xwe jî li dar xist, li ber deriyê avahiya me tije wesayîtên zirxî sekinîbûn. Ê wexta gel vî dîmenî dibîne, ditirse ku bê partiyê, dewlet bi zanebûn partiye krîmînalîze dike, îlegal dide xuyakirin.

Hema bawer bikin, mirov ji çi bitirse ew tê bi serê mirovî. Ma bila hîna çi bê serê me? Me zarokê xwe wenda kir; canê me jî çû malê me jî. Me zaroktiya xwe wenda kir, wexta bajarên me talan bûn. Em hîn ji çi ditirsin? Di serî de divê em vê tirsê hilweşînin, pê re, wê her tişt bê. Divê em bi taybetî bajarên ku pêvajoya 2015 û 2016‘an re derbas bûne, saziyên çandê vekin yan jî hêzê bidin xebatên wê. Xwerexnekirineke din jî ev e; wexta şaredarî di deste me de bûn, xebatên çand û hûnerî hebûn, hema wexta ji destê me çûn, weke ku em ji van bêpar û tazî man, li me hat. Ev jî tê wê wateyê ku em vê pergalê, dewletê piçûk dibînin û nikarin siberojê binirxînin/bibînin. Wekî din divê saziyên sivîl barê ku tê ser milê wan hilgirin, xwe weke berpirsyar hîs bikin. Dewlet bixwaze, di vê rewşê de bêyî ciwanan dikare we deh caran ji mamostetiya we dûr bixe. Ji ber ku rastî jî ev pirsgirêka tevahiya gel e, li ser siyasete ye jî.

Ciwan çiraya jiyanê ne. Her kes, partî, sazî, civak ku dixwaze rojên pak û xweş bibîne, divê pêşî derholeke ku ciwan tê de ne, ava bike yan na, em ê di cihê xwe de bimînin. Ciwan nebin, em ê bê rêbaz, bê guhertin bimînin. 

* Hevseroka Rêxistina Navçeyê ya HDP´a Nisêbînê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.