DAIŞ gefan li rûspiyan dixwe

Şemî 21 Kanûn 2024 - 02:05

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Nîştimanî (Ceyş El Wetenî) li herêmên bakurê Sûriyeyê yên ku dagir kirine, çeteyên DAIŞˈê dihewînin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya DAIŞˈiyên di nava xwe de, gefan li şêx û rûpsiyên eşîrên Ereban dixwin. Çeteyên DAIŞˈê di sala 2017ˈan de mayinek xistibû erebeya rûspiyekî êla Sada El Tefîhiyîn, Mihemed Ehmed El Elî, lê Elî ji hewldanê filitîbû.

Mihemed Ehmed El Elî diyar kir ku beriya 3 rojan çeteyekî DAIŞê bi navê Elî El Emîn El Seno ku niha li bajarê Serêkaniyê di nava çeteyên "Ehrar El Şerqiye" yên dewleta Tirk de ye, peyamên bideng li ser Whatsappê jê re şandine û gef lê xwarine. Çete Elî El Emîn El Seno ji gundê Belqîs ê bajarê Til Hemîsê ye, dema di nava çeteyên DAIŞˈê bû, berpirsê amadekirina teqînan bû. Li gorî agahiyên ku ku şêniyên herêmê dane, çete El Seno li sêgoşeya Hol, Mergeda û Erîşe yên başûrê bajarê Hesekê bi çete Ebû Welîd ê berpirsê ewlehiyê yê DAIŞˈê re kar dikin. Mihemed Ehmed El Elî diyar kir ku çete Elî El Emîn El Seno careke din gef lê xwar û li xwe mikur hat ku di sala 2017ˈan hewl daye wî qetil bike. Mihemed Ehmed El Elî bi bîr xist ku çete El Seno niha li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî di nava çeteyên Ehrar El Şerqiye yên girêdayî çeteyên Çeyş El Wetenî de ye. El Elî destnîşan kir ku çete El Seno ku xwe bi navê Ebû El Decana El Şerabî da naskirin, qeydên deng jê re şandin û ev gef lê xwar:"Min berê mayîn ji te re şandibû, lê tu jê filitî. Lê divê tu niha venekişî û tevkariya me nekî, ez ê te serjê bikim." El Elî diyar kir ku Seno di dawiya qeyda deng de navê xwe yê rast aşkera kiriye.

Di hembêza dewleta Tirk de ne

Rûspî Mihemed Ehmed El Elî deng û wêneyên ku çete El Seno jê re şandine, li cem xwe hiştine. Ev jî piştrast dike ku çeteyên DAIŞˈê bûne beşek ji çeteyên Ceyş El Wetenî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û gefan li rûspiyan dixwin.

Mihemed Ehmed El Elî gefên çeteyan şermezar kir û got wê xebatên xwe yên ji bo parastina ewlehiya herêmê bidomînin. Her wiha bang li civata navneteweyî û saziyên hiqûqî kir ku xetereya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bibînin û got bi dehan DAIŞˈî di nava komên çete yên dewleta Tirk a dagirker de hene.

ANHA/DIYAR EHMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.