Guh nedin rûpelên fitneyan
Pêncşem 23 Çile 2025 - 03:10
Piştî hilweşîna rejîma Baasê, li ser medya dijîtal û hin dezgehên çapemeniyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve têne fînansekirin, agahî û nûçeyên derew ên dijî istiqrar û ewlehiya herêmê tên parvekirin. Şêniyên Reqayê jî li dijî van fitnekarên ku xizmetî berjewendiyên derve re dikin, derketin.
Îbrahîm El Casim ê ji Reqayê got:"Piştî ku min dît gelek rûpelên "Facebookê" propagandaya nûçeyên derew dikin ku fitneyê li bajarê min derxin, min şopandina wan rûpelan betal kir. Ev rûpel siyaseteke sîstematîk a parvekirina nûçeyan dikin ku fitne û parçebûnekê di nava pêkhateyên Reqayê de derxin. Hişyariya welatiyan dikare van planan têk bibin. Gelê herêmê bi Rêveberiya Xweser re ye û destekê dide helwesta wê ya redkirina destwerdanên derve."
Ji parçekirina civakê dûr bikevin
Xelîl Mihemed da zanîn ku bi saya siyaseta Rêveberiya Xweser a birêvebirina kar û barên herêmê, li bajêr îstîqrareke siyasî û civakî heye, lê di heman demê de got ev aramî li xweşiya gelek dewlet û aliyan nayê û hewl didin wê têk bibin û got:’’Şêniyên Reqayê di nava ewlehyê de ne, hewldanên derxistina fitneyê red dikin. Em bi hev re dijîn û tevna xwe ya civakî li hember fitneyan diparêzin." Mihemed bang li dezgehên çapemeniyê û rûpelên li ser "Facebookê" kir ku agahî û nûçeyên li ser fitneyê û texrîbkirinê sor dikin, neweşînin.
Nûnerê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) şaxê Reqayê Hisên Osman jî got:"Hin nûçe û agahiyên tên parvekirin xwe dispêrên ajoyên takakesî yan jî bi hewldana şantajkirinê û bikaranîna kesayetên navdar in. Divê nûçegihan û saziyên ragihandinê ji jêderên nûçe û dîmenan beriya ku diweşînin, piştrast bin da ku agahiyên şaş û nebaş neyên weşandin." Osman destnîşan kir ku YRAˋyê nûçe û parvekirinên ku bandoreke neyênî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin dişopîne û bang li welatiyan kir ku jêderên bawer bişopînin û divê çanda hevqebûlkirinê were xurtkirin û bang kir ku ji rêbazên parçekirina civakê û derxistina fitneyê di nava pêkhateyan de bi bûr bikevin.
ANHA/REQA