Xefika şerê ragihandinê
Duşem 23 Kanûn 2024 - 02:45
Piştî ketina rejîma Baasê û rewşa heyî li Sûriyeyê, li ser hesabên şexsî yên medyaya dîjtal û dezgehên ragihandinê asta nîqaş û gotegotên dûrî rastiyê zêde bûn. Gelek caran aliyên peywendîdar nûçeyên nerast derewandin, lê nûçeyên nerast ên ku tên derewandin jî di kêliyên yekemîn de cihê xwe digirin û bandorên neyînî pêk tînin û morala gel dixin. Der barê mijarê de nûçegihanê Radyoya Dengê Amerîkayê (VOA) Zana Umer û nûçegihana Ronahî TV’yê Leyla Ebdî axivîn. Zana Umer diyar kir ku bi dehan salan di aloziya Sûriyeyê de, di warê ragihandê de mijara gotinên kîndariyê derket pêş, heta niha dewam dike û di bûyerên dawîn de zêdetir bûye û got:“Niha gihaye asteke metirsîdar, bi taybet bi rêya medyaya dîjîtal li hemberî Kurdan derdikeve pêş.” Zana Umer da zanîn ku êrişên bi rêya medyaya dîjîtal ne ji ber xwe ve tên, li dijî şervan û nûnerên Kurdan agahiyên nerast tên belavkirin û got:“Divê rojnamevan jî nekevin xefika van nûçeyan, divê agahiyên xwe ji çavkaniyên rast bigirin û bizanin çawa rê li ber gotinên kîndariyê bigirin. Derxistina zelalî û rastiyê rê li ber wê digire.”
Rola rojnamevanan girîng e
Zana Umer bal kişand ser mijara avakirina yekitiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku gotinên kîndariyê yên di nava Kurdan jî divê gelê Kurd jê hişyar be û ji wan bêhtir rojnamevanên Kurd hişyar bin û got:“Rola rojnamevanan a herî girîng û sereke ye. Rojnamevan dikarin bi belavkirina nêrînên xwe yên dûrî kînê rê li ber van êrişan bigirin.” Leyla Ebdî jî destnîşan kir ku ji dema derketina şantajên dewleta Tirk a dagirker ên pêkanîna êrişên dagirkirinê yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet li dijî bajarê Kobanê, gelek alî bi pênûsên xwe yên sexte û malperên xwe yên ne cihê baweriyê, hewl didin tirsê di nava welatiyan de belav bikin.
Leyla Ebdî got bi rêya malperên medyaya dîjîtal şerê taybet tê meşandin, divê gel hay ji wan hebe û got:“Di vê rewşa hesas de divê gel ji her malperan agahiyan negire. Çavkaniyên gel divê ji aliyên peywendîdar, televîzyon û ajansên fermî yên ku agahiyên xwe rast digirin, bin.”
ANHA/SÎMA BIROKÊ