Konferans ji bo rêxistinbûyinê girîng bû
Sêşem 17 Kanûn 2024 - 02:25
ROZA METÎNA / AMED
Endama Meclîsa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hebûn Aslan têkildarî 3'yemîn Konferansa Jinan a DBP'ê ya li Amedê hat lidarxistin diyar kir ku jinan peyama mezinkirina rêxistinbûyinê dane û got:"3'yemîn Konferansa Jinan a ku bi dirûşma 'Em bi jinên rêxistinkirî û azad re civaka azad ava dikin' hat lidarxistin jî ji bo xurtkirina rêxistinbûyina jinan gelekî girîng bû. Jinan li vir li ser mijarên girîng nîqaş dan meşandin û soza berfirehkirina têkoşînê dan."
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 13'ê Kanûnê de li Amedê, 3'yemîn Konferansa Jinan bi dirûşma "Em bi jinên rêxistinkirî û azad re civaka azad ava dikin" li dar xist. Di 15'ê Kanûnê de jî encamnameya konferansê eşkere kir. Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku rojeva sereke ya konferansê organîzekirin û xebatên Meclîsa Jinan a DBP'ê, akademiya jinan û xebatên perwerdeyê yên DBP'ê, nîqaşên kûr ên li ser xeta çalakî û berxwedanê ya Meclîsa Jinan a DBP'ê ne û armancên bingehîn hatin nîqaşkirin.
Endama Meclîsa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hebûn Aslan a tevli konferansê bû têkildarî mijarê nirxandin kir.
Konferans ji bo rêxistinbûyinê girîng bû
Hebûn Aslan bal bir ser girîngiya 3'yemîn Konferansa Jinan a li Amedê hat lidarxistin û wiha got:"DPB xwe di aliyê rêxistinbûyinê de bi taybet li Kurdistanê berfireh dike. Elbet ji bo ev rêxistinbûyin hîn bêhtir pêş bikeve kar û xebat dewam dikin. Jixwe wê demekê şûnde kongre bê lidarxistin û di vir de wê ji bo du salan nexşerêyek bê diyarkirin. 3'yemîn Konferansa Jinan a ku bi dirûşma 'Em bi jinên rêxistinkirî û azad re civaka azad ava dikin' hat lidarxistin jî ji bo xurtkirina rêxistinbûyina jinan gelekî girîng bû. Jinan li vir li ser mijarên girîng nîqaş dan meşandin û soza berfirehkirina têkoşînê dan."
Li hemberî êrişan bersivek bû
Hebûn Aslan da zanîn konferans hemberî êrişan bersivek bû û wiha pê de çû:"Şerê li Rojhilata Navîn her diçe kûr dibe. Li hemberî jin û gelan, li hemberî civak û xwezayê ev şerê modernîteya kapîtalîst, şerê netewdewletan e. Her wiha Şoreşa Rojava ya jinê heya îro di bin êrişan de ye. Ev êrişana li hemberî statuya Gelê Kurd e. Em dikarin bêjin ev konferans li dijî vî şerî û êrişan wekî bersivekê ye. Loma jî li hemberî qirkirina jinê, xwezayê feraseta netewa demokratîk, modela jiyana wekhev, azad û hevpar girîng e."
Jinan peyama têkoşînê dan
Hebûn Aslan di heman demê de bal kişand ser peyamên di konferansa jinê de hat dayin û wiha dewam kir:"Di konferansê de peyama avakirina jiyaneke nû û bidawîkirina tecrîdê hat dayin. Dîsa peyama wê jinên kurd li Kurdistanê li dijî qirkina jinan têkoşîna xwe mezin bikin hat dayin. Desthilatdariya ku jiyana jinan hedef digire, tundiya li ser jinan dimeşîne. Li dijî vê yekê jinan peyama mezinkirina berxwedanê dan."
Feraseta serdest a mêr têk dibe
Hebûn Aslan da zanîn ji bo têkçûyina feraseta serdest a mêr jî lidarxistina konferansên bi vî rengî girîng in û wiha got:"Meclîsa jinan a DBP'ê li hemberî pergala kapîtalîst ji bo parastina zimanê dayikê, ji bo pêşxistina pirçandî û avakirina pergala alternatîf meşandina xebatan esas digire. Rola herî mezin a siyaseta demokratîk sererastkirina civakê ye. Heta ku jin serwext nebin civak jî serwext nabe. Loma jî armanc ew e ku jin beşdarî siyasetê bibin. Ji ber ku feraseta serdest a mêr siyasetê têk dibe. Ji bo ev feraset têk biçe û jin çalak bin konfreransên bi vî rengî girîng in."
Biryara vekirina akademiyên jinê
Hebûn Aslan bal bir ser hinek biryarên konferansê û wiha got:"Ji bo pergala hevserokatiyê pêş bikeve, jiyana komînal a di warê aboriya jinê de pêş bikeve, dîplomasiya jinê bi hêz bibe, di rêveberiyên herêmî de rola jinan û pergala azad pêş bikeve biryar hat dayin di bin baskên akademiyan de xebat, konferans, kargeh û panelên bi zimanê dayikê esas bên girtin. Ji bo siyaseteke demokratîk bi feraseta jinê pêş bikeve û ji bo kesên perwerdeyê didin zêde bibin, biryar hat dayin ku akademiyên jinan vebin û perwerdeyê bidin."
Pêwîst e em têkoşînê mezin bikin
Hebûn Aslan herî dawî ev tişt got:"Em ê her tim derî bi derî, kolan bi kolan bixebitin seferberiyeke rêxistinî ya di warê bawerî, rêhevaltî û têkoşînê de xwe xurtir bikin. Em wekî jin di refên têkoşînê yê pêş de ne. Pêwistî heye em têkoşîna xwe li hemberî desthilatdariya mêr mezin bikin."