Li hemberî fitneyan hişyar bin
Pêncşem 9 Çile 2025 - 03:00
Hin alî bi rêya parvekirinên li ser medyaya dîjîtal dixwazin fitne û nakokiyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de çêkin.
Der barê mijarê de oldarên ji kantona Dêrazorê nêrînên xwe bi me re parve kirin. Serokê Saziya Olî ya Dêrazorê Îd El Ziyab têkildarî hewldanên derxistina fitneyan ên di navbera pêkhateyan de hişyarî da. Îd El Ziyab li hemberî gef û zehmetiyan bal kişand ser hevgirtina civakî ya pêkhateyên gelê Sûriyeyê û got:“Hinek ji ber sedemên siyasî an şexsî dixwazin fitneyan derxin. Lê divê haya me ji wan hebe. Saziya Olî ji bo pêşxistina hevgirtina nîştimanî ya civakî kar dike û vê peymanê di xutbeyên xwe yên li mizgeftan de dide.” El Ziyab îşaret pê kir ku gelê Sûriyeyê ji bûyerên li derdora çêdibin, têgihîştiye û diyar kir ku erka her welatiyek sûriyeyî ew e ku axa xwe biparêze. Endamê Saziya Olî ya Kantona Dêrazorê Şêx Hemûd El Ilêwî diyar kir ku piştî ewqas êş, koçberî û jidestdayîna çavkaniyên jiyanî, êdî welat herikîneke zêdetir a xwînê tehemul nake. Şêx Hemûd El Ilêwî da zanîn ku ji bo rêgirtina li ber tundî û wêraniyê divê diyalog û rêbazên siyasî werin bikaranîn. Ji bo avakirina welatekî yekbûyî yê bi hêz jî banga yekitiyê li tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê kir û wiha got:"Pêvajoya heyî hevgirtina tevahî pêkhateyan a li dijî fitne û dijmin hewce dike. Avakirina bi hêz rêya yekane ya mîsogerkirina siberojeke baştir a ji bo Sûriyeyê ye."
ANHA/DÊRAZOR