Bila li gorî qanûnan tevbigerin
Duşem 1 Kanûn 2025 - 10:51

Li Şirnexê bi pêvajoyê re, zêdebûna êrişên li ser çalakiyên demokratîk û şînan balê dikşîne. Her çalakiya ku tê xwestin li bajêr bê kirin, bi fermana Waliyê Şirnexê Bîrol Ekîcî, ji aliyê hêzên "ewlehiyê" ve bi êrişan tê astengkirin. Ji çalakiyên li dijî qetilkirina jinan heta çalakiyên nerazîbûna li hember tacîza zarokan, ji çalakiyên piştgiriya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heta şînan, gelek çalakî bêyî hincet bi fermana Bîrol Ekîcî hatin qedexekirin. Qedexeya serdanên girseyî yên ji bo şîna gerîla û şervanên HPG, YJA STAR û QSD’ê yên ku di dîrokên cuda de şehîd bûne, di nava qedexeyên sereke de ne. Ji 20’ê Hezîrana 2025’an û vir ve, herî kêm serdanên girseyî yên ji bo şîna 27 gerîla û şervanên HPG, YJA STAR û QSD’ê bi fermana Walî Bîrol Ekîcî, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Malbatên ku şîna xwe li malên xwe datînin û kesên tevlî şînê dibin jî ji aliyê polîsan ve bi sepanên cuda tên tacîzkirin. Herî dawî li Cizîrê, Hevşaredarên Cizîrê Guler Tunç Yerebasan û Abdurahîm Durmuş ên ku diçûn sempozyûma ku Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî tevlî bûbû, ji aliyê Midûrê Emniyeta Şirnexê Şuayîp Ogdur ve gef li wan hat xwarin, heqaret li wan hat kirin û ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin. Parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez diyar kir ku sepanên "qedexeker" ên ku rayedarên li Şirnexê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pêk tînin, zirarê didin pêvajoyê û zext, gef û astengkirinên didomin nirxand. Îrmez, bi bîr xist ku beriya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî li Şirnexê sepanên "qedexeker" rû didan û got:"Ji bo mezinbûna siyaseta demokratîk de gelek berdêl hatin dayîn. Têkoşînek heye ku bi hezaran şehîd dane. Ev têkoşîn ji bo serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Rêzdar Ocalan di tecrîda 27 salan de ji bo pêkhatina vê yekê têkoşiya."
Li Botanê polîtîkayên taybet hene
Îrmez diyar kir ku wekî DEM Partî ji bo civakîkirina vê pêvajoya ku di 1'ê Cotmeha 2024'an de dest pê kir çi ji destê wan hat kirine û got:"Niha li seranserê Tirkiyeyê rewş erênî ye û aştî û demokrasî ji bo her kesî ye. Lêbelê polîtîkayên qedexeker ên ku beriya 1'ê Cotmeha 2024'an li Botanê dihatin meşandin, piştî vê dîrokê jî dewam kirin û dikin. Polîtîkayên zext, girtin, binçavkirin û gefxwarinê li Botanê di asta herî jor de bûn. Ji salên 1990'î û vir ve polîtîkayeke taybet a dewletê li ser Botanê heye. Dema Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir, em bi hêviyeke mezin demokratîkbûna Tirkiyeyê bûn. Lê mixabin li Şirnexê nêzikatiya rayadaran a li hemberî welatiyên ku herî zêde aştî û demokrasî heqê wan e, pir cûda ye. Bi hişmendiyeke ne li gorî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tevdigerin. Ev nayê qebûlkirin. Di çalakiya herî normal de jî, tevî ku mafekî destûra bingehîn e jî em bi astengiyan re rû bi rû dimînin. Tiştekî bi qasî şîngirtina malbatê wijdanî nîne. Ev yek li Şirnexê bi awayekî bêhiqûqî tê astengkirin. Malbat nikarin şîna xwe deynin. Em dikarin nedayîna malên şînê yên li Şirnexê ji bo van malbatan, wekî hiqûqa dijminatiyê binirxînin. Tu ravekirineke mirovî û wijdanî ya vê yekê nîne. Ev 10 sal in ez di nava siyaseta çalak de me, min gelek astengî dîtin lê cara ewil e di vê pêvajoyê de şahidiyê dikim ku di çalakiyekê de segvan li ser banên avahiyan hatine bicihkirin. Di salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de çalakiya ku li navenda Şirnexê dê bihata lidarxistin bi awayekî bêhiqûqî hat astengkirin, em ji aliyê tîmên taybet ve hatin dorpêçkirin. Sepanên ku ne li gorî ruhê vê pêvajoyê ne li Şirnexê hene. Di 25'ê Mijdarê de li çar aliyên Tirkiyeyê meşên li dijî tundiya li ser jinan pêk hatin, lê tenê li Silopiyayê meş hat astengkirin."
Divê li dijî van beşan têkoşîn hebe
Îrmez anî ziman ku ew ê li dijî sepanên qedexeker siyaseta demokratîk xurt bikin û got:"Em ê li hemberî sepanên qedexeker rawestin. Em bang li rayadarên ku van sepanên bêhiqûqî pêk tînin, dikin ku li gorî qanûnan tevbigerin. Divê aştî û aramî ji bo her kesî be. Hişmendiyeke li dijî aştiyê heye. Dibe ku yên aştiyê nexwazin hebin. Divê li dijî wan têkoşîn bê meşandin. Divê Tifaqa Cumhur, ji bo serketina pêvajoyê bi van aliyan re têbikoşe. Nexwe her kesê ku bi van sepanên qedexeker re rû bi rû dimîne û şahidiya vê dike wê baweriya wan nemîne. Divê her kes li gorî ruhê aştiyê tevbigere. Divê zimanê aştiyê serwer be. Divê ruhê aştiya civakî derkeve holê. Wekî kesên ku herî zêde aştiyê dixwazin, em heta dawiyê bi bîr û bawerî tevdigerin. Divê dev ji sepanên zextê yên kevn bê berdan. Zext, qedexe û çewisandin ne çareserî ye. Pirsgirêk tenê bi lihevkirin û diyalogê dikarin bên çareserkirin."
MA/EMRULLAH ACAR















