Yek ji rêbazên şerê taybet: Çete
Duşem 29 Kanûn 2025 - 03:50

- Di dema dawî de çêkerên ku her diçe hîn bêhtir raya giştî mijûl dikin û weke “çeteyên nifşê nû” tên pênasekirin, li Kurdistanê û hin herêmên Tirkiyeyê hewl didin di nava civakê de tengasiyan derbixin.
Ev komên çeteyan di raya giştî de bi taybetî weke ‘çeteyên motosîkletê’ tên naskirin û mîna ku ji nişka ve derketine holê, tên pênasekirin. Lê di rastiyê de ev demek dirêje li Kurdistan û Tirkiyeyê bi piştgiriya dewletê hene. Li Tirkiyeyê bi taybetî li taxên şoreşger, sosyalîst û welatparêzan ev rêxistinbûnên çeteyan derketine holê. Derketina çeteyan ber bi dawiya salên 90’î ve pêk hat. Ma beriya wê nebû? Hebû. Lê belê beriya salên 90’î, çete nedikarîn bi serê xwe derbikevin holê. Li şûna vê piranî êrîşên çêkerên faşîst çêdibûn. Heya wê rojê li taxên ku şoreşger lê zêde ne, gelek pirsgirêk çênedibûn. Heya navîna salên 90’î şoreşgeran bi hêzeke cidî û bandora vê hêzê re destkeftiyeke mezin ava kiribûn. Piştî Komkujiya Gazî ya sala 1995’an a li Stenbolê û êrîş û komkujiyên li pey wê yên li taxên din qewimîn, dewlet êdî ne bi hêza çekê, bi rêbazên cudatir ketin taxan. Gava ewilî jî çeteyên ku weke ‘komeke ciwanan a taxê diparêzin’ dihatin naskirin, ev çete ji ciwanên taxê pêk dihatin. Beriya derketina çeteyên destpêkê, gelek pêkanîn li xelkê taxê hatin ferzkirin. Jixwe li taxên ku polîst lê nayên dîtin, bûyerên diziyê zêde bûn. Li hemberî vê yekê polîsan bi rengekî eşkere diyar kirin ku ew alîkarî nadin û giliyên ku jê re dihatin, bi gotina ‘bila şoreşger we biparêzin’ paşde vegerandin. Li aliyekê bûyerên diziyê zêde bûn, li aliyên din ji ber êrîşên komkujiyê yên ku polîsan li hemberî şoreşgeran pêk anîn, şoreşgeran nedikarîn mudaxileya pêwîst bikin. Di encama vê de çeteyên destpêkê derketin holê. Ji van ya ku di raya giştî de herî zêde tê zanîn, çeteya ‘Arab Emrah’ (Emrahê Ereb) a li Taxa Gazî derketî holê ye. Dema li Taxa Gazî Emrahê Ereb derket holê, li taxên din çeteyên cur be cur jî derketin holê. Ev çete di dîtinê de ti êrîş yan jî zextê li xelkê taxê nake; heta tam berevajî bûyerên mîna diziyê jî radiwestandin. Jixwe bûyerên diziyê yên di bin kontrola polîsan de, bi derketin û xurtbûna çeteyan re ji nişka ve qut bibûn. Rêbaza şerê taybet, berevajî çeteyên mîna Emrahê Ereb, biryara çêkereke cuda dabû. Di destpêka salên 2000’ê de, bi rêya kesên ku bi taybetî di salên 90’î de di nava têkoşîna şoreşgerî ya taxan de cih girtine û piştre dest ji têkoşînê berdane, çêkereke nû ya çeteyan hate avakirin. Armanca esas a li vir, mezinbûna Stenbolê û taxên ku heya wê rojê pir dûrî bajêr bûn, li navenda bajêr bi cih bûn. Bajêr mezin dibe; hingî ku mezin dibe taxên ji dervey bajêr tevlî nava bajêr dibûn û dewletê nedixwest xizan li van qadan bijîn. Lewma divê ew mal û dever bên firotin û car din berê xizanan bidin derveyî bajêr. Gavên ewilî yên vê pêvajoya ku dawiya salên 90’î destpê kir, ‘Turku Barlar’ (Bar ên stranan) bûn.
Turku Bar (Barên Stranan)
Divê mirov derketina bar ên stranan weke gaveke polîtîkaya şerê taybet û hewldana ji rê derxistina taxan bibîne. Kesên barên stranan ava dikirin jî, bi taybetî ew kes in ên ku di salên 90’î de di nava çêkerên şoreşger de cih girtine û piştre ji van çêkeran veqetiyane. Lewma baş dizanîn ku wê kê û çawa bikêşin van deran. Li aliyekê vekirina barên stranan, li aliyê din zêdebûna zextên li ser şoreşgeran; di heman demê de dewlet ket nava hewldanê da ku çêkera demografîk a taxan biguherîne, li taxên Kurdan Tirk bi cih kirin, li taxên Elewiyan jî Sunî bi cih kirin û bi vî rengî gava ewilî ya xirabûna vê çêkerê hate avêtin. Heman polîtîka vê carê li taxan tê meşandin, bi çêkera demografîk a tê guhertin re dewletê li taxan hêza xwe ava dikir. Di medyayê de bi sernavên ‘Taxên herî xeter ên Tirkiyeyê’ nûçe hatin çêkirin. Taxên mîna Taxa Gazî, Taxa 1 Mayis û Okmeydani, ketibûn destê kesên cuda. Ev pêvajo heya sala 2010’an dom kir û gelek kes ji taxan koçî herêmên cuda kirin, kesên ji derve hatin li taxan bi cih bûn.
Jinûve derketina çeteyan
Di rastiyê de, têgeha 'çeteyên nifşê nû' taktîkek şerê taybet e. Ev têgeh armanc dike ku çeteyên berê bi rengekî erênî nîşan bide. Her wiha hestek sempatiyê ji bo tiştên ku di demên berê de qewimîne diafirîne. Ev rewş heta salên 2010’an berdewam kir. Lê belê, bi vejîna avahiyên şoreşgerî re, ev pêvajo rawestiya. Şoreşgeran dest bi vegerandina bandora xwe li taxan kirin. Di encamê de, xebatên çeteyan kêm bûn. Bi taybetî bar ên stranan û cihên ku madeyên hişber û fihûş lê dihatin kirin, hatin girtin. Serdestiya şoreşgeran li taxan hêdî hêdî zêde bû. Pêvajoya ji nû ve bicihkirina çeteyan şerê taybet, piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an dest pê kir. Ev serdem piştî nakokiyên di nav desthilatdariyê de pêk hat. Piştî 15’ê Tîrmehê, qumarê neqanûnî li Tirkiyeyê bi lez belav bû. Ev yek bi taybetî li deverên ku Kurd lê bi giranî dijîn zêde bû. Ev fealiyet bi piştgiriya hêzên ewlehiyê mezin bûn. Piştî demekê, komên ku operasyonên qumarê yên neqanûnî dimeşandin bûn çeteyên rêxistinkirî. Bingehên avahiyên ku îro ji her kesî re têne zanîn, di vê serdemê de hatin danîn. Di vê pêvajoyê de, hewl hat dayîn ku astengiyên ku rastî wan dihatin werin rakirin. Hin ji van astengiyan ji hêla avahiyên şoreşger ve hatine avakirin. Yên din çeteyên kevin bûn ku di nav gel de navûdengek xirab hebû. Ev çeteyên kevin heta wê demê ji hêla dewletê ve dihatin parastin.
Qaşo şoreşgerên berê çeteyên nû!
T.S., ku demek dirêj bi çeteyên li Okmeydani re cih girt, dibêje ku tevlîbûna wî bi rêya medyaya civakî dest pê kir. Ew destnîşan dike ku çeteyan di destpêkê de bi gotina "Em taxê diparêzin" bi ciwanan re têkilî danîn. Piştre ew wisa behsa bûyerên ku qewimiye dike:"Min li ser medyaya civakî rêzefîlmên kurt ku li ser jiyana çeteyan hatiye amadekirin, parve dikir. Ez 16 salî bûm dema ku wan cara yekem bi min re têkilî danî. Ez di malbateke xizan de mezin bûm. Dê û bavê min dixebitin, lê dahata wan bi zorê têrê dikir ku debara xwe bikin. Ez diçûm dibistanê. Min dît ku hevalên min bi rehetî dijîn. Wan her tiştê ku dixwestin dikirîn û li gorî dilê xwe pere xerc dikirin. Lê ez nikarim li derve qedehek çayê jî vexwim. Xortekî ji taxê ku ez dizanim demekê di nava xebatên şoreşgerî de cih girtibû, dixwest bi min re biaxive. Wî min vexwend Parka Sîbel Yalçin. Wî rave kir ku kesên derve madeyên hişber difiroşin û keçan dixapînin. Wî got ku wekî xortekî taxê, divê ez bi wan re bim û got ku ew ê taxê biparêzin û lênêrîna wê bikin. Malbata min nedixwest ez bi şoreşgeran re têkilî danim. Ew ditirsiyan ku ez bikevim tengasiyê û werim girtin. Wê demê min bi Arap Emrah û çeteya wî re hevdîtin kir. Ew ji taxê bûn û îdia dikirin ku ew xema başbûna taxê dixwin. Piştî ku min dest bi xebata bi çeteyan re kir, wan çek û pere dan min. Min dikarî çi bixwazim bistînim. Me kesên derve ji taxê dûr xistin. Hin êvaran em li taxê geriyan. Em diçûn da ku pêşî li diziyê bigirin. Arap Emrah firoşkarên hişberê didît, li wan dixist û ji taxê derdixist. Lê tevî van hemûyan, min qet fêm nekir çima ew nehat girtin." Piştî demekê ev ciwan dibe şahidê pevçûnên di navbera çeteya Arap Emrah û şoreşgeran de û dibîne ku çete cihê şoreşgeran ji polîsan re agahdar dikir. Piştre wî biryar da ku têkiliyên xwe bi çeteyê re qut bike. Karker, ku bi çavên xwe şahidê vê guhertinê bû û demekê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz bû, pêvajoyê wiha vedibêje:"Navê 'Arap Emrah' hema hema li Taxa Gazî bibû sembol. Gel ji kiryarên çeteyan aciz bûn. Mezinbûna van çeteyan wê sûdê nedaba dewletê. Berevajî vê, ew dikare ji bo şoreşgerên ku wan bi zorê tepeser kiribûn, cih biafirîne da ku hêza xwe ji nû ve bi dest bixin. Çeteyên mîna Dalton û Casper, ku îro navên wan her kes dizane, di wê serdemê de derketin holê. Bingehên dejenerebûnê yên wekî bazirganiya hişberê û fihûşê, ku îro li deverên mîna taxên Gazî, Okmeydanî û taxên 1 Mayisê têne dîtin, di vê pêvajoyê de hatin danîn.” E.S., ku demekê di nav çeteyên Okmeydanî de cih girt, planên dewletê wiha vedibêje:"Hemû çete bi rastî bi polîsan re hevkariyê dikin. Ji kesên ku ji çeteyan gilî dikin re, berî ku serî li polîsan bidin, bi eşkereyî derfet tê pêşkêş kirin ku bibin sîxur. Çete wekî amûrek zextê tên bikar anîn da ku biyanî û şoreşgerên ku tên taxê ji polîsan re ragihînin."
NAVENDA NÛÇEYAN















