Bîra berxwedanê Taxa Xaçortê!

Çarşem 5 Mijdar 2025 - 03:30

Ji 147 taxên Wanê yek jê Taxa Xaçortê ye. Taxa Xaçortê ya ku ji 179 kolanan pêk tê, li quntarê Çiyayê Erekê ye. Xaçort, bi nasnameya xwe ya berxwedanê û mîrateya xwe ya çandî û dîrokî tê nasîn. Yek ji taybetmendiya vê taxê ew e ku şêniyên taxê bi giştî ji welatiyên Colemêrg û Şirnexê pêk tên. Ev şênî jî di salên 1990'î de ji ber polîtîkayên dewletê yên "ewlehiyê" û valakirina gundan ji neçarî ji axa xwe hatine koçberkirin û li vir bi cih bûne. Taxa Xaçortê ya ku çand, ziman, huner û berxwedana bi Kurdî lê hebû, di salên dawî de bûye yek ji navenda polîtîkayên şerê taybet a dewletê. Li taxê ku nifûsa wê nêzîkî 19 hezar e, di salên dawî de polîtîkayên fihûş, bikaranîna madeyên hişbir û bişaftinê berbelav bûne. Nivîsên ku berê li ser dîwaran dihatin nivîsandin û berxwedan, nasname û çanda bajêr nîşan didan yek bi yek tên jêbirin û li şûna wan nivîsên ne li gorî çanda taxê tên nivîsandin. Ev wekî mudexileyeke rasterast li bîra çandî ya niştecihên taxê tê şîrovekirin. Navên kolanan û zimanê axaftinê yên taxê jî bûye Tirkî, armanca ji vê jî veguherandina tevna wê ya çandî ye. Taxa ku bi mobeseyan hatiye dorbêçkirin û tê temaşekirin, yek ji taxa Wanê ya ku herî zêde tiryak û madeyên hişbirê lê tên bikaranîn. Polîtîkayên şerê taybet ên li Taxa Xaçortê wekî mînakeke berbiçav a polîtîkayên şerê taybet e, li Wan û deverên wê bandora wan rasterast li ser jiyana gel dike. Jinên ku zêdetirî 40 sal in li taxa Xaçortê dijîn, polîtîkayên şerê taybet ên li ser  taxê tên meşandin vegotin.

Divê ciwan bên serwextkirin 

Ji jinan Zumeyye Cîntan (55) ku 35 sal in li taxa Xaçortê dijî, diyar kir ku bi mudexileya dewletê ya li ser taxê, tax bûye qadeke polîtîkayên şerê taybet û got:"Xaçort ne mîna berê ye. Gelek tiştên xerab xistin nava bajêr û taxên me. Li ku derê Kurdek hebe, yan jî ciwanek Kurd hebe li wir ev polîtîka pêk anîn. Em dixwazin ku ev kolanên me wekî berê bi ewle bin. Li ber çavên me ciwan hişbirê bi kar tînin û ji ser hişê xwe diçin. Her wiha zimanê kolanê bûye Tirkî, kirine Tirkî. Serê her kolanekê em ciwanên ku ji ser hişê xwe çûne dibînin. Kê ev ciwan girêdayî tiryakê kirin, kî wiha dike em nizanin. Êdî em baweriya xwe bi kesî bînin." Zumeyye Cîntanê da zanîn ku polîtîkayên şerê taybet heta ku bandoreke neyînî li ser têkiliyên wan ê bi cîrantiyê jî kirine û got ku di vê hêlê de divê ku DEM Partî li taxê xebatên zanekirin û serwextkrinê bide pêşiya xwe û got:"Partiya me dewleta me ye. Wê demê yê ku van ciwanan sax bike jî partî ye. Di salekê de çend ciwan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Ev ciwan çima xwe dikujin? Ev ciwan çawa girêdayî tiryakê bûne, çawa ketin destê van çeteyan? Çend roj beriya niha ciwanekî 21 salî xwe kuşt. Ev ciwan çima çareseriyê di mirinê de dibînin? Ev ne tiştekî hêsan e. Berê van ciwanan dixwendin, welatparêz bûn, zana bûn." 

Em ji taxa xwe destpê bikin 

Ji şêniya taxê Hanîfe Koçak a ku 49 sal in li taxa Xaçortê dijî jî anî ziman ku dewlet bi polîtîkayên xwe yên şerê taybet taxê ji nûve dîzayn dike û got:"Berê Xaçort kelaha berxwedanê bû. Bi çand, têkoşîn û sekna xwe ya jiyanî her tim cuda bû. Lê dema ku em îro lê dinêrîn em dibînin ku bûye navenda polîtîkayên şerê taybet. Zimanê me yê kolanê kirin Tirkî. Êdî zarokên me bi Kurdî naaxivin. Ev polîtîkaya dewletê heta nava mala me hat. Divê ku em li dijî van polîtîkayan ciwanên xwe, zarokên xwe biparêzîn. Bi şev hûn nikarin bikevin kolanên Xaçortê. Çimkî di her kolanêkê wê de kesên tiryakê bi kar tînin hene. Kesek jî nikare tiştekî bibêje rasterast êriş dikin. Lê me tu caran serê xwe li ber van polîtîkayan netewand. Tu car em di bin bandora wan de neman. Ev kincên min nasnameya min e, ev ziman nasnameya min e. Dewlet jî vê bi zanebûnî dike. Ciwanan sewqî tiryakê dikin. Divê ku em xwedî li zarokên xwe û taxa xwe derkevin. Divê em ciwanan û jinan tevlî pêvajoya Civaka Demokratîk bikin. Divê em bi veguhertina taxa xwe dest bi vê pêvajoyê bikin û di nav vê pêvajoyê de hilbigirin. Ji bo vê jî divê kem bêtir kedê bidin û bêtirîn têbikoşîn." 

MA/ZEYNEP DURGUT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.