Şerê taybet li hember civakê ye
Çarşem 17 Kanûn 2025 - 03:45

- Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Serhed Rûken li ser şerê taybet ê li Kurdistanê wiha got:” Di şerê taybet de çekên giran jî têne bikaranîn; aliyê xwe yê leşkerî jî heye. Lê belê şerê taybet tenê bi vî alî nîne. Aliyê xwe yê berfireh ê esasî li hemberî her qada civakê ye.”
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Serhed Rûken li ser şerê taybet ê li Kurdistanê axivî û got, "Rêber Apo bi taybetî li ser vê têgehê disekine. Gelekî girîng e ku têgeh bê fêhmkirin. Ji ber ku heta ku têgehek, asta wê ya wateyê neyê fêhmkirin, mirov nikare li hemberî wê tevbigere. Şerê taybet bi esasî rêbazek e, rêbazeke şer e. Lewma gelekî girîng e ku bê fêhmkirin bê çi ye. Ji ber ku tiştek çiqasî baş bê fêhmkirin wê kes û civak jî karibe li hemberî wê xwe biparêze, têbikoşe, karibe alternatîfên rêbazê hilberîne. Eger neyê fêhmkirin û neyê zanîn rabûna li ber wê jî nepêkan e."
Serhed Rûken anî ziman ku şerê leşkerî yê klasîk heye ku bi çekan tê meşandin û aliyên vî şerî hene; li eniyê yan jî li li derveyî eniyê li hemberî hev şer dikin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Di şerê taybet de çekên giran jî têne bikaranîn; aliyê xwe yê leşkerî jî heye. Lê belê şerê taybet tenê bi vî alî nîne. Aliyê xwe yê berfireh ê esasî li hemberî her qada civakê ye. Weke ku Rêber Apo got, 'Şerek e ku li dijî temamiya civakê tê bikaranîn'. Yanî ne li dijî artêşekê, hin hêzan, çînekê yan jî partiyekê bi tenê ye; bi giştî li hemberî civakê ye. Şerê taybet bi temamî şereke ku li dijî civakê tê kirin. Ji bo têkbirina aliyê manewî yê civakê amûran bi kar tîne; yanî hemû hêza xwe dide ser vê qadê. Bi vê rêyê dixwaze civakê ji manewiyatê, hêviyê, hêza biryarwergirtinê, xwerêveberiyê, armanc û îradeya xwe dûr bixîne.”
Serhed Rûken anî ziman ku dewleta Tirk niha herî zêde serî li propagandayê dide û got, "Bi rêya amûrên xwe yên medyayê; televîzyon, înternet, rojname û pirtûkan dixwaze têgihiştineke şaş bide mirovan. Avakirina têgihiştineke şaş rêbaza herî esasî ya şerê psîkolojîk û taybet e. Bi pêşengiya Rêber Apo 50 sal in têkoşînek tê meşandin. 50 salan vê dewletê timî got, 'PKK qediya, gerîla qediya, têkoşîn bi dawî bû, ev bihar, nebû bihara bê; îsal, nebû sala bê' bi hezaran senaryo hilberand. Lê belê têkoşîn gihîştiye qonaxeke welê ku dewlet neçar hişt ku li dora maseyê rûnê û bi Rêber Apo re hevdîtinê bike. Eger hêzek 50 salan têbikoşe û dijmin li dora maseyê bide rûniştandin, wateya vê yekê serketin e."
Di dewama axaftina xwe de Serhed Rûken bal kişand ser nêzîkatiya dewleta Tirk a li gelê Kurd û got, "Mirovek dema dibêje ez Kurd im, birçî tê hiştin. Yekî ku dibêje ez Kurd im û xwedî li Kurdîtiya xwe derdikeve, xizan, perîşan û birçî dihêle; hewl dide wî bike parçeyekî dewletê. Yên dibin parçeyên dewletê jî îro dewlemend in. Çîna navîn li dora dewletê dewlemend bûye; yanî dewlemendî tercîh kiriye. Bêguman mirov nikare hemû mirovan di heman çarçoveyê de binirxînin. Sîstema dagirkeriyê hemû dewlemendiyên aboriyê yên li Kurdistanê di çarçoveya mêtingeriyê de ji Kurdistanê didize; ev nuqteyeke gelekî girîng e. Li Kurdistanê hîn jî têkildarî vê talankariyê hişyariyek çênebûye. Ax û ava gel tê dizîn, lê belê gel birçî tê hiştin. Ev yek ji ber wê ye ku şerê taybet bi têrkerî nehatiye fêhmkirin.”
Serhed Rûken işaret bi qirkirina çandî jî kir û got, "Dema ku bi her awayî êriş li civakê tê kirin, ev yek tê wê wateyê ku civak di bin qirkirina çandî de ye. Ji ber vê Rêbertî got, 'Em bi qirkirina siyasî û çandî re rû bi rû ne'. Divê ev qirkirina çandî rast bê fêhmkirin. Tê xwestin, her tiştên bi navê Kurdan ji wan bêne standin. Nîqaşên 'Kurd hene yan nîne' hatin kirin; li hebûna Kurdan hate pirsîn. Rêbertî got, 'Me ev qonax li pey xwe hişt'. Kurd hene û êdî hebûna wan ewle ye. Lê belê ev nayê wê wateyê ku me li dijî şerê taybet têkoşîneke baş meşand û rêbazên wê raxist pêş çavan. Eger bi vî rengî bûya asta têkoşînê ya civaka me wê hîn cuda bûya; dewletê wê bi hêsanî li nava civaka Kurd nikarîbûya tevbigeriya, nikarîbûya rêbazên xwe yên qirêj bixista meriyetê, ji bo hilweşandina civakê nikarîbûya defetên xwe hemûyan seferber bike.”
ANF/BEHDÎNAN/GULISTAN CÎHAN















