Bi komînan xwe ji şerê taybet biparêzin
Sêşem 30 Kanûn 2025 - 09:07

ROZA METÎNA / AMED
Semîre Demîrel Kut bal bir ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk her wiha da zanîn gel dikare bi komînan xwe ji şerê taybet biparêze û wiha got:"Di jiyana komunal de ked bi hev re hatiye dayin, hilberandin bi hev re hatiye kirin û berhemên zêde wekî destkeftiyên komunê hatine parastin. Ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratî jî pêş bikeve dîsa pêdivî bi pêşketina rihê komînal heye."
Polîtîkayên şerê taybet li bajarên Kurdistanê bi awayekî sîstematîk di meriyetê ye. Bi polîtîkayên şerê taybet tê xwestin civak bê çewisandin. Herî dawî li Dêrsim û Licê çeteyên fuhuşê hatin teşhîrkirin. Li dijî polîtîkayên şerê taybet li van bajaran jin daketin qadan û dengê xwe bilind kirin. Têkoşîna li dijî şerê taybet li her aliyên Kurdistanê dewam dike. Semîre Demîrel Kurt têkildarî polîtîkayên şerê taybet û hişmendiya komînalbûnê nirxandin kir. Nivîskar û nûnera Komeleya Wêjekarên Kurd a Mêrdînê Semîre Demîrel Kut wiha got:"Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de divê em bêtir rihê komînalbûnê derxin pêş û li dijî polîtîkayên şerê taybet li berxwe bidin."
Civakbûn bi kêda jinê çêbûye
Semîre Demîrel Kut bal bir ser girîngî û taybetmendiya komînalbûnê û wiha got:"Jiyana komînal destpêka jiyana civakbûnê ye. Civakbûn bi kêda jinê çêbûye. Destpêka komînalbûnê bi berfirehkirin, parvekirin û lihevxewdîderketinê misoger bûye. Komuna ku jinê pêşengiya wê kiriye bi hîmê çanda exlaqî, wekhevî, polîtîkayên rexistinkirî, hatiye avakirin. Plansaziya wê civak çawa bê parastin bi hev re hatiye derxistin. Bi rêxistinî tev digeriyan. Serwerî, desthilatdarî di jiyana komînal de tune ye. Her ku çemê mirovahiyê herikîye jin mamosteya civaka komînal bûye. Çanda yekemîn bi axê dest pê kiriye. Piştre gund, parêzgehên perwerdehiyê hatine avakirin, bûyerên ku li gerdûnê û li xwezayê qewimîne hatine şopan, wate dane zindîbûnê, jiyan pîroz dîtîne. Lewma jin bûye sembola xwedawendiyê. Em dikarin bibêjin di heman demê de jiyana komînal li dijî polîtîkayên şerê taybet jî sekiniye. "
Bi komînan xwe ji şerê taybet biparêzin
Semîre Demîrel Kut da zanîn gel dikare bi komînan xwe ji şerê taybet biparêze û wiha got:"Di jiyana komunal de ked bi hev re hatiye dayin, hilberandin bi hev re hatiye kirin û berhemên zêde wekî destkeftiyên komunê hatine parastin. Ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratî jî pêş bikeve dîsa pêdivî bi pêşketina rihê komînal heye. Jiyana komînal tevgara bi hev re, bi rexistinî û parvekirina wekheviyê diparezê. Çanda komînal çanda kevneşopiya neolotîk e. Lê piştî ku civak ji pergala komunê dûr ket û şaristanî ava bûn, dewletê şûna rêveberiya xwecîhî girt êdî desthilatdarî, nîjadperestî û olperestî sîstamatîk di nav gelan de derket. Ew pergala qirêj amûrên xwe li ser civakê bi kar anî. Şerê taybet ji bo ku civak bihev bikeve û şer derdixîne derket pêş. Bi vî şerê taybet hat xwestin, hêza hegemonyaya kapîtalîst û sermayedaran hîn zêde bibe. Hat xwestin civakê hîn bêhtir di nav xizanîyê de bihelên. Ciwan û jin li dijî vê yekê ketin nav lêgerînekê da ku ji nava vê neçariyê derkevin. Niha bi taybet jî li bajarên kurdan li dijî jin û ciwanên kurd polîtîkayên şerê taybet tên bikaranîn. Ji bo jin û ciwan ji rihê komînalbûnê bi dûr bikevin jî ev tê kirin. Ciwan û jin dikevin nava fuhuşê û hişbirê bi kar tînin. Bi komînan divê em xwe ji şerê taybet biparêzin. Kuştin, tundîtûjî di nav civakê de zêde dibe. Şerê taybet ji bo ku civak ji nirxên xwe, ji kevneşopiya civaka polîtik û exlaqî qut bibin û jiyana komînal ji bîr bikin di meriyetê de ye. Şerê taybet qeyran û kaosê dide avakirin. Şerê taybet xizanî, tirs, bêçarebûn, koçberî, birçîbûnê û talanê dide avakirin. Êdî civak teslîmî hegemonyayê dibe."
Aştî û demokrasî divê
Semîre Demîrel Kut da zanîn ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gerek her kes peywira xwe bi cih bîne û wiha pê de çû:"Pêvajoya, Aştî û Civaka Demokratîk di 27'ê Sibatê de dest pê kir. Gelê Kurd piştgiriya ji bo vê pêvajoyê da xuyakirin. Lê belê di vê pêvajoya girîng de jî hîn zimanê dudilî li hember kurdan tê bikaranîn. Ev jî gumanê dide avakirin. Divê meclîs bi lezgînî mafên hêvîyê têxe merîyetê û makezagonên xwe ji ber çavan re derbas bike. Divê mafên Gelê Kurd bi zagonan bê mîsogerkirin. Aştî di nava mûxataban de çêdibe. Lê belê ger mûxatabek dîlgirtî be, derfetê wî kêm bin, bi gel re nikaribe rû bi rû têkiliyekê deyne wê demê ev ne adîlane ye. Divê bi lezgînî Serokê Gelê Kurd, bi gel re di nav têkiliyan de be. Û ne bi peyaman, rû bi rû hevdîtinan bike. Aştî bi azadî û wekheviya herdu aliyan çêdibe. Demokrasî, civaka demokratîk jî bi guhertin û bi veguherînê pêk tê. Ji bo ev pêvajoya baş here û aştî pêk were divê maf, bawerî, çand, zimanê gelan bê nasîn. Divê dawî li polîtîkayên şerê taybet ê sîstemê bê anîn. Divê zagonên nû derkevin. Hukumet ji bo şer budçeyeke mezin vediqetîne. Ev dîsa gumana şer derdixe holê. Aştî û demokrasî di bin gumanê de pêk nayê. Gelê Kurd aştiyeke bi rûmet dixwaze û parastina xwe ya li dijî polîtîkayên şerê taybet diparêzin."














