Lemkow: Ji bo aştiyê pêvajoya heyî girîng e
Sêşem 9 Kanûn 2025 - 03:45

Ji Zanîngeha Xweser a Barcelonayê Profesor Louis Lemkow destnîşan kir ku pêvajoya ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya meseleya Kurd li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin gelekî girîng e û got:”Bi taybetî di vê pêvajoyê de dervehiştina çekê û axaftina li ser aştiyê gaveke erênî ye.”
Ji Zanîngeha Xweser a Barcelonayê Profesor Louis Lemkow anî ziman ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji malbata wî 21 kes hatin qetilkirin, lewma ew baş zane ku nijadperestî, tinehesibandin û tinekirina bi hinceta nasnameya xwe tê çi wateyê. Lemkow ku ji bo Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk hat Stenbolê axivî. Lemkow destnîşan kir ku ji bo avakirina aştiyê divê hikumeta Tirk nîşan bide ku ew samîmî ye û got, "Gava destpêkê ya vê samîmiyetê jî azadiya Abdullah Ocalan e."
Profesor Lemkow diyar kir ku pêvajoya ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya meseleya Kurd li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin gelekî girîng e û destnîşan kir ku bi taybetî di vê pêvajoyê de dervehiştina çekê û axaftina li ser aştiyê gaveke erênî ye. Di axaftina xwe de Lemkow daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir û anî ziman ku dîlgirtina Ocalan ku muzakerevanê sereke ye li dijî xwezayiya pêvajoyê ye.
Lemkow ragihand ku yek ji faktorên girîng ên ji bo civakîbûna aştiyê perwerde ye, lê belê li Tirkiyeyê perwerde bi vî rengî nayê xebitandin. Lemkow diyar kir ku divê bi zimanekî aştiyane ne bi zimanekî dijberiyê perwerde ji zarokan re bê dayin û got, "Dawiya dawî her tişt bi perwerdeyê destpê dike. Lewma girîng e hîn biçûkanî perspektîfa aştiyane hînî zarokan bê kirin."
Lemkow bi bîr xist ku rêya ber bi aştiyê ve zor û zehmet e û anî ziman ku li Katalonyayê jî ew bi salan pê ve mijûl bûn, herî dawî di sala 2017'an de referandûma serxwebûnê kirin, lê belê polîsan hewl dan asteng bikin, weke li Tirkiyeyê wê demê gelek siyasetmedarên Katalan hatin girtin, piştre jî bi guherîna hikumetê re efû hate ragihandin. Lemkow destnîşan kir ku li Spanyayê ji bo hikumeta nû ya hate hilbijartin ev gav bi rîsk bû, lê belê li gel vê yekê jî ev gav avêt û got, "Li Tirkiyeyê jî divê hikumet rîskê bide ber çavên xwe û cidiyeta xwe ya têkildarî pêvajoyê nîşan bide. Ji bo Abdullah Ocalan divê Mafê Hêviyê bê bicihanîn, azad bibe, mafên Kurdan di çarçoveya destûra bingehîn de bêne naskirin, girtiyên siyasî bêne berdan û sererastkirinên qanûnî yên pêwîst bêne kirin. Ev pêvajoyeke zehmet e, lê belê çi dibe bila bibe divê mirov hêviya aştiyê ji dest nedin.
ANF/STENBOL/ZEYNEP KÛRAY













