Li Şehbayê çalakiyên Mihrîcana Hawar a Stranan a 3´yan pêr êvarê bi beşdariya bi sedan şênî û gelek komên hunerî yên girêdayî Tevgera Çand û Huner a kantona Efrînê dest pê kirin.
Bi diruşma "Çanda resen dengvedana serdemê ye" mihrîcanê li kampa Berxwedanê ya li Fafîna ser bi Şehbayê, dest pê kir.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şêraz Hemo, behsa girîngiya çandê kir û got: „Serê pêşî, Tevgera Çand û Huner xwe di şoreşa Rojava de îsbat kir û di salên şoreşê de parastina çandê kir."
Endamê rêveber ê Tevgera Çand û Huner a kantona Efrînê Îsmaîl Hiso îşaret bi destpêkirina Mihrîcana Hawarê kir ku bersiva li dijî dagirkeriyê ye û got: "Em vê mihrîcanê dest pê dikin ku peyamekê bidin dijmin ku em hene."
Endama rêveber a Tevgera Çand û Huner a kantona Efrînê Newroz Silêman jî behsa mihrîcan û merheleya amadekariyê kir.
Dûvre her du endamên Tevgera Çand û Huner a Helebê, Danîz Îbrahîm û Ehmed Henan ku di Mihrîcana Hawarê ya 2´yan a 2016’an de bi ser ketbûn, hin stranên folklorîk pêşkêş kirin.
Piştre koma Çiyayê Kurmênc a Tevgera Çand û Huner a kantona Efrînê hin stranên şoreşgerî û folklorîk pêşkêş kirin.
Li dawiyê Komîna Sînema ya kantona Efrînê sînevîzyonek li ser amadekariyên mihîrcanê nîşan da.
Doh beşdarên mihrîcanê stranên xwe pêşkêş kirin, û ev qonaxa yekê wê îro jî dewam bike. Qonaxa duyê û sisiyê yên mihrîcanê jî her yekî wê du rojan dewam bikin. n
ANHA/ŞEHBA