Gerîlayan li Zapê 3 dagirker kuştin
Pêncşem 4 Mijdar 2021 - 01:32
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li herêma Zapê gerîlayên wê li dagirkeran xistiye, çeperek îmha kiriye û herî kêm 3 leşkerên dagirker jî kuştine.
HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 2’yê Mijdarê saet di 15:30'î de li devera Kela Bedewê ya herêma Zapê, hêzên me derb li dagirkeran xistin.
Di encama vê çalakiya serketî ya hêzên me de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin û derb li sîstema kamera ya mobesse û sîstemeke radarê hatin xistin."
BEHDÎNAN