Li welatê min carekî din nexşeya berxwedan û qehremantiyê heye li ser şopa dîrokeke ku xwe dinivîsîne.
VEJÎN ARARAT
Li welatê min carekî din nexşeya berxwedan û qehremantiyê heye li ser şopa dîrokeke ku xwe dinivîsîne. Bi dilsoziyên vî welatî re, careke din berxwedan dibe lêdana dilê bi rûmet û di dilê dijmin de tirs û xofê çêdike. Zap jî ew cih e, yê ku qehremanan û kesên xwedî bi vîn radigire. Îro roj jî bi lehengiya wê, mirov dikeve nava lêpirsînê û pirsa asta xwedî derketina wê ji xwe dike. Ji ber ku esa nabe ku mirov hema li vî şerê li Zapê temaşe bike. Ev şerekî welê ye ku bi wehşiyeta xwe tê zanîn û asta dijmintiya li hemberî nirxên dîrokekê jî derdixe holê.
Di rastiya vî şerî de bêhtir asta êrişên heyî û armanckirina wê mirov bi awayekî şênber dibîne. Şiroveya herî rast îro, gerîla dike. Ev yek jî bi wê îradeyê kirin, ya ku di şexsê wan de li hemberî dijwariya vî şerî re hatiye diyarkirin. Heta mirov dikare bibêje, gerîlayên Kurdistanê bi şerê xwe bersiv da her kesî. Êdî, dem ew dem e ku her kes xwe ji bo parastina nirxên mirovbûnê berpisyar bibîne. Di şexsê wan gerîlayan de hebûnek xwe diyar dike, hebûneke welê ku kes nikare wê asteng bike. Ev hebûn jî ruhê PKK’ê dide nîşan. Tişta ku şerê li Zapê bi rêve dibe jî ev ruh e, ruhê ku ti carî nebûye perçeyekî teslîmiyetê.
Misogeriya vî şerî xwe li mifteya serketinê asê kiriye. Bêhtir bi nirxên xwe ve girêdayî ye û bi îradeya xwe bawer e. Vê yekê jî dewleta Tirk mehkumî binketineke mezin kiriye. Dewleta Tirk, hema bêje her roj bi dehan caran sîlehên qedexekirî bi kar tîne. Lê ruxmî hewldanên wê hemûyan jî her di nava têkçûnekê de ye.
Gerîla bi îradeya xwe û bi şerê xwe dewleta Tirkiyê aniye ber kendalekê. Ji bo vê, êrişên xwe bi awayekî berferehtir dixwaze li her çar parçeyên Kurdîstanê bi pêş bixe. Mînaka wê herî ber bi çav jî Rojava yê Kurdistanê ye. Mirov dibîne, her ku asta têkoşîn û berxwedanê mezintir dibe, armanckirina destketiyên gelê Kurd xwe dide pêş. Îro jî mirov di şexsê dewleta Tirk de konsepta heyî bi awayekî baş dibîne.
Ji ber ku ya ku tê armanckirin, tinekirina bîrdoziyekî dîrokî ye. Her çiqas di dîroka gelê Kurd de konseptên bi vî awayî bi pêş ketibin jî lê ya ku îro tê meşandin asta wê bilindtir û ew bixwe qirêjtir e. Di nava vê de ew jî heye ku Kurd bi destê Kurdan tine bikin.
Lê belê, tevî tehlûkeya heyî ya îro jî helwêstên pêwîst li gorî vê xwe nadin pêş. Yan jî mirov dikare bibêje di şexsê PDK’ê de xwe spartina xeta xiyanetê heye. Ya ku niha herî bi aktîf xwe tevlî vê konsepta qirêj dike jî PDK bi xwe ye. Ev ne ecêb e, dîrok xwe dubare dike. Kurdekî xwefiroş, ti hestên welatparêziyê tê de nîne; ma ew ê çawa li hemberî nirxên dîrokekê xwe berpirsyar bibîne? Welatparêzî heskirina welat û dilsoziya bi ax û nirxên wê re bi pêş dikeve. Ev li cem wan nîne. Zêdetir li gorî berjewendiyên malbatî tevdigerin. Ji ber vê yekê, ew dikare ji dijminekî aktîftir tevlî vî şerî bibe.
Niha jî tê dîtin, di her warî de destekê dide dewleta Tirk. Lê ev yek hişyarkirineke dîrokî ye, li hemberî vê divê helwêstên xurttir bi pêş kevin.
Jixwe gerîlayên Kurdîstanê di çeperên xwe de derbên giran li dagirkeran didin, şer dikin û bi ser dixin. Lê ya giring ku bi ruhê van cengaweran bi terzê şerê ku didin meşandin, her kes bikeve nava liv û tevgerê. Ji pêdiviyê zêdetir, erka dîrokî ye ev. Divê her kes xwe berpirsyar bibînê. Ev yek jî bi welatparêzî û heskirina welat misoger e. Ji ber ku yên xwedî hestên bi vî awayî, dikarin biparêzin û xwedî lê derkevin. Îro jî em dibînin ku di qadên cengê de di şexsê gerîlayên Kurdîstanê de xwedîderketineke çawa xwe dide pêş. Ev yek ji eşqa welat û dilsoziya bi vîna azadiyê re ne qut e. Ji ber vê jê ji jiyanê zêdetir, tercîha jiyaneke azad a herî rast e ji bo ku mirov xwe bispiriyê.