Gerîla li Botan û Zapê lêxist
Duşem 20 Hezîran 2022 - 21:15
- Gerîlayên azadiya Kurdistanê di çalakiyên cihê yên li Botanê de kontrayek û herî kêm 3 leşkerên dagirker kuştin û li Zapê jî di çalakiyên gerîlayan de 22 leşkerên din ên dagirker hatin kuştin.
Di çalakiyên tîmên bi tevger ên gerîla de kontrayek û 25 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Hêzên me bi taktîkên gerîla yên afirîner ên bi rêbaza tîmên bi tevger bi hostatî hem derbên giran li dagirkeran dixin hem jî gihîştine wê astê ku qet windahiyan nedin. Bikaranîna rêbaza tîmên bi tevger a serketî, perfomansa şer a serketî û asta profesyonelbûna hêzên me ya bi ruhê fedaî di hunerê leşkerî de radixe pêş çavan. Tîmên me yên bi tevger bi ruhê pêngava şoreşgerî ji Bakur heta Başûr li her derê çalakiyan dikin. Di encama çalakiyên tîmên bi tevger de kontrayek û 25 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker jî birîndar bûn, çekeke A4 hat îmhakirin. Dewketa Tirk qadên berxwedanê gelek caran bi obusan, 21 caran bi balafiran û 14 caran jî bi helîkopteran bombe kirin."
HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîla kir:
Li Botanê
13'ê Hezîranê saet di 19:00´an de li qada Girê Tenûrê ya herêma Bestayê, tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê li dagirkeran xist. Di çalakiyê de kontrayek hate cezakirin û çekek A4 hate îmhakirin.
11'ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker li qada Kato Xelîla ya navçeya Şax a Wanê dest bi operasyonekê kir. Tîmên me yên bi tevger hêzên dagirker xistin bin kontrola xwe û 18'ê Hezîranê saet di 20:40'î de ji 3 baskan ve bi koordîneyî xwe berdan nava dagirkeran. Bi qasî ku hêzên me zelal kirine herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran 19'ê Hezîranê saet di 05:00 de kuştî û birîndarên xwe bi helîkopteran ji qada operasyonê birin.
Cenga Xabûrê li Zapê
19'ê Hezîranê saet di 11:45'an li Qada Berxwedanê ya Girê FM, li dijî dagirkerên ku dixwestin ber bi tunelên şer ve bên, tîmên me yên bi tevger çalakî kirin û dagirkerek ceza kirin. Saet di 12:20'î de hêzên me 2 dagirkerên din ceza kirin yên ku hewl dan bên gel dagirkerê hatiye cezakirin. Saet di 12:30'î de komeke din a dagirkeran bû hedefa tîmên me yên bi tevger û di encama derbên bi çekên ferdî û bombeyan de 2 dagirkerên din hatin cezakirin. Saet di 17:15'an de tîmên me yên bi tevger bi dagirkeran hesiyan û kemîn danîn ber wan.
Piştre jî şer qewimî. Di şer û kemînê de 2 jê sekvanên dagirker 9 dagirker hatin cezakirin, 4 jî birîndar bûn. Dagirkerên ku derb xwarin, ketin panîkê li qadê belav bûn. Saet di 18:35'an de jî tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê vê carê bi sekvaniyê li dagirkerên belavbûyî xist û 6 dagirker ceza kirin.
19'ê Hezîranê saet di 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dagirkerên ku dixwestin bombeyan biavêjin tunelên şer, bûn hedefa tîmên me yên bi tevger. Li vê derê 2 dagirker hatin cezakirin.
19'ê Hezîranê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me dest li dagirkeran werda, wan dixwest bombeyan biavêjin tunelên şer ên li Şehîd Yûnûs. Dagirker gavekê vekişiyan.
BEHDÎNAN