Gerîla bi ser keve Başûr wê xurt bibe

Yekşem 13 Tebax 2023 - 16:12

  • Karayilan: Li gorî me serketina berxwedana li vir û têkçûna dewleta Tirk wê destê hikûmeta Herêma Kurdistanê û siyaseta Başûrê Kurdistanê xurtir bike. Têkçûna dewleta Tirk a li vir wê ji bo Kurdan bibe destketiyek pirr girîng.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan beşdarî 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV´yê bû û berxwedana li Zapê ya li dijî êrişên dagirkeriyê nirxand. Karayilan got, gerîla wê li Zapê bi ser keve. Wî serketina gerîla weke serketina Kurdistanê hemûyî bi nav kir û ji PDK´ê “cara dawiyê” xwest ku êdî alîkariya leşkerî bi dewleta Tirk re neke.

Mûrat Karayilan salvegera Pêngava 15´ê Tebaxê li gelê Kurd pîroz kir û got, “Beriya her tiştî Cejna Vejînê li gelê me, li dostên gelê me û hevalan pîroz dikim. Di şexsê fermandarê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) û Zîlan a fedaî (Zeynep Kinaci) de şehîdên me yên şoreşê yên Kurdistanê bi bîr tînim, soza ku me dane wan dubare dikim.”

 

Şer li Bakur nasekine

Karayilan bal bire şerê li Bakurê Kurdistanê û sansura dewleta Tirk û çapemeniya wê li ser vî şerî û wiha peyivî: “Van 8 salên dawî li Bakurê Kurdistanê şer qet nesekinî, dewam dike. Raya giştî nikare zêde bişopîne, ji ber ku dewleta Tirk sansureke gelekî giran ferz dike. Têkiliya me ya bi hevalên li wê derê re timî nabe, car carna têkilî tê danîn. Hin peyamên bi deng dişînin. Qiyamet e. Li dijî êrişên dijmin berxwedanek heye. Lê belê ji ber ku ti windahiya me nîne, dewleta Tirk qalê nake. Mînak îsal, ji destpêka salê û vir ve fermandarê Dersimê Yaşar Botan, Şevger û Arjîn şehîd bûn, nûçeya wê dan. Vê dawiyê heval Şoreş Dîlok û Heval Têkoşer Dersim şehîd bûn, beriya 15 rojan dan. Yanî du caran dema ku şehadet çêbûn dan, lê belê li Dersimê timî operasyon hene. Gelek caran jî şer diqewime.

Wekîn din li Amedê jî bi heman rengî ye. Herî dawî hevrê Xemgîn Serhed û hevalekî pê re şehîd bûn, ew dan. Beriya wê hin heval dan. Wekî din li Mêrdînê fermandarê hêja Canşêr Rojhilat tevî du hevalan şehîd bûn, ew dan. Li Botanê Leyla Sorxwîn û komek ji hevalên jin bi rojan şer kirin. Bi pêşengiya hevala Leyla û Heval Rojbîn Gever li Bestayê di şer de gelek derb li dijmin hate xistin. Dijmin piştre tenê nûçeya şehadeta hevalan da. Li Cîlo jî bi heman rengî; Heval Elîşêr şehîd bû, ew dan. Li herêmeke cuda ya Serhedê heval Hêjar Zozan û heval Bager şehîd bûn, ew dan.

 

Berxwedana li Bakur Egîdî ye

Herî dawî li Garzanê 26 rojan qiyamet rakirin. Bi hezaran leşker, bi dehan helîkopter, balafir, balafirên keşfê, ajan, çete hemû xistin dewrê. Wan xwestin dorpêç bikin û bigirin, lê belê me dîtin bê egîdên li wê derê çawa şer kirin. Li wê derê fedakarî û berxwedana ku hevrê Rêdûr Sîser û Ardem Ararat kirin li cîhanê mînaka wê nîne. Yanî li hemberî ewqas zehmetiyan dilsoziya xwe ya bi dozê re nîşan dan. Herî dawî dor li hevalê Rêdûr girtin û gotin 'teslîm bibe'. Lê belê hevalê Rêdûr heta fîşeka xwe ya dawî bi fedaîtî şer kir û şehîd bû. Bêguman ev yek tiştekî gelekî bi rûmet û hêja ye. Egîdî ye. Bilindbûna di fedakariyê de ye.”

 

Berxwedana Zapê çavkaniya şanaziyê ye

Karayilan li ser şerê li Başûrê Kurdistanê jî ev nirxandin kir: “Ev şerê ku li Zapê 3 sal in dewam dike, ne tenê di dîroka tevgera me de, di dîroka gelê Kurd de jî rûpelekî nû ye. Ti berxwedan mîna ya Zapê 3 salan di heman çeperan de pêk nehatiye. Kî dizane çend ton teqemenî li her metreçarçika xeta Zapê ketiye. Lê dewleta Tirk a xayîn û tirsonek bi vê yekê ranewestiya, li dijî me çekên qedexe, bombeyên nukleer ên taktîkî û kîmyewî bi kar tîne. Tevî bikaranîna çekên qedexekirî, bikaranîna hemû çekên nûjen û bicihkirina bi deh hezaran leşker û cerdevanan û desteka hêza Başûr PDKê, heta niha bi ser neketiye. Yanî ev berxwedan ji bo gelê me derketiye asteke girîng. Ji bo hemû gelê Kurd çavkaniya şanaziyê ye. Yanî keç û xortên kurd 3 sal in li dijî teknolojiya serdemê şerê îradeyê dimeşînin. Bi çekên ferdî vî şerî dimeşînin. Û dijmin nikare bikeve û dagir bike. Dibe ku ketibe hin cihan, lê ne li her derê ye. Nikare bikeve gelek cihan. Bi rastî ev destkeftiyek ji bo gelê me ye.

Li gorî me serketina berxwedana li vir û têkçûna dewleta Tirk wê destê hikûmeta Herêma Kurdistanê û siyaseta Başûrê Kurdistanê xurtir bike. Têkçûna dewleta Tirk a li vir wê ji bo hemû Kurdan bibe destketiyek pirr girîng.”

 

Ne tenê di tunelan de

Endamê Komîteya Rêveber a PKK´ê Murat Karayilan tunelên şer weke kelehên hêzên gerîla bi nav kir û got, lê li derveyî tunelan jî parastina aktîf tê kirin: “Helbet ev şer ne tenê şerê xweparastina di tunelan de ye. Na! Li bejahiyê şerekî dijwar heye; şerekî bi rêbaza parastina aktîf tê meşandin. Lewma tê de parastin jî û êriş jî heye. Mînak dijmin qebûl kir ku li Zapê 5 leşkerên wî hatine kuştin û hinek jî birîndar bûne. Dijmin îtîraf nake, lê her roj kuştiyên wan hene. Em li wir stratejiyê bi pêş dixin, rêbazên taktîkî bi pêş dixin. Em dibêjin 'em ê li wir bi ser bikevin'. Erê; li aliyekî gelek çek û leşker hene, li aliyê din çek û hejmar kêm in. Lê aliyê ku hejmar kêm e îradeya wî mezin e; xwedî hişmendî ye, fedaî ye û dîsa ew di doza xwe de mafdar e. Ji vî warî ve em bi hêz in. Ji ber vê yekê, em dibêjin, ‘em ê di dawiyê de bi ser bikevin.’ Niha rewş wisa ye û ber bi serketinê ve diçe. Divê gelê me bizane; Kelehên berxwedanê yên mezin hene, huner û berxwedana ku li wir tê nîşandan wê bi tîpên zêrîn di dîroka Kurdan de cihê xwe bigire.”

 

Banga dawî li PDK´ê

Karayilan bal bire ser rola PDK*ê di dorgirtinê li hêzên gerîla û êrişên dewleta Tirk li dijî hêzên gerîla de û got, “Li Tirkiyeyê bi rojan civînek hat lidarxistin. Civîna sefîrên Tirkiyê yên li welatên cuda bû. Li wir stratejiya xwe nîqaş kirin. Di stratejiya xwe de çar armanc danîne pêşiya xwe. Ji van ya yekem doza Kurd e, dibêjin, ´Ji bo Tirkiye li herêmê bibe dewleteke pirr mezin û bi pêş bikeve, pêwîst e pirsgirêka Kurd ji holê rabe. Ji bo vê jî bi îstîxbarat, teknîk û têkiliyan em ê vê pirsgirêkê ji holê rakin.´

Erdogan di civîna xwe ya doh de bi awayekî eşkere got, ´Em ê li Bakurê Sûriyeyê û Bakurê Iraqê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê operasyonên xwe bidomînin.´ Bi rastî jî tehdît kir. Ji NATO'yê re got, ´Heger hûn dixwazin em di NATO'yê de bimînin û derbasî aliyê Rûsyayê nebin, divê hûn vê pirsgirêkê çareser bikin. Yanî divê hûn soza xwe ya Peymana Lozanê dubare bikin.´

Çavên wan bi giranî li cihên stratejîk ên Başûr in. Dixwazin bi vî awayî kevirekî li du çûkan bixin: Pêşî dixwazin derbekê li PKK'ê bidin; duyem jî dixwazin dilê Başûre Kurdistanê bigrin destê xwe. Yanî dixwazin bînin rewşek wiha ku, kengî xwestin wê demê bixin. Divê em vê bibînin.

Ji aliyê din ve em dizanin ku beşa Tirkmenan û hevkarên din ên ku li herêmê piştgirên wan in, li Kerkûk, Til Afer û Hewlêrê ji xwe re nexşe çêkirine û MÎT’ê li wir rêxistin ava kirine û navê van cihan kirine Tirkmenistan.

Digel rewşek wisa zelal, çima PDK’ê li dijî vê siyaseta dewleta Tirk dernakeve, berovajî vê yekê alîkariya wê dike; ev ji aliyê me nayê fêmkirin. Bi baweriya min kesê ku siyasetê dizane jî nikare jê fêm bike. Ji ber ku PDK’ê jî dibêje, ez li ser navê Kurd û Kurdistanê tevdigerim. Lê dewleta Tirk dixwaze Kurd û Kurdistanê ji holê rake. Dibêjin, “Qebûlkirina statuya li Başûr xelet bû.” Ger kesek bêje, min xeletiyek kir, wê hingê ma wê telafî nake? Û ya ku dixwazin niha bikin jî ev e.

Mînak niha hevrêyên me yên Zapê sê sal in bi îradeya xwe û bi çekên ferdî li ber xwe didin. Ev ji bo hemû Kurdan rûmet û serbilindî ye. Lê em lê dinêrin; Dewleta Tirk dixwaze berxwedana li wir bişkîne û li wir bi cih bibe; PDK’ê jî ji bo wan dixebite. Em her tiştî jî nabêjin. Niha jî dibînin ku dewleta Tirk li Zapê piçûk bûye. Lê em dibînin ku PDK jî bûye beşek ji vê dorpêçê! Ev alîkariya leşkerî ye. Jixwe îstîxbarat alîkariyê dike, her cure agahiyan parve dikin. Dîsa li hemberî tiştên hatine kirin bêdeng dimîne.

 

Em şer naxwazim

Em naxwazin di navbera gerîla û pêşmerge şerek biqewime. Lê rayedar û fermandarên PDK’ê jî vê yekê bi kar tînin. Ez eşkere bibêjim; ew dizanin ku em xwe tevlî wan nakin; lewma hemû rêyan jî digirin. Ev jî ji dewleta Tirk re dibe alîkariya herî mezin. Baş e, lê heger berxwedana Zapê bi ser bikeve, hûn jî wê ser bikevin; dewleta Tirk wê pirr muhtacî we bibe!

Hêzên PDK´ê li her derê dikevin navberê, derdikevin pêşiya me. Bêguman wê li cihekî li hev rast bên. Heger tiştekî bi vî rengî bibe, hingî wê xelk henekê xwe bi me bike. Ev wê ji bo siyaseta Kurd bibe şermek. Çima rayedarên PDK’ê vê yekê nabînin?

Di vê qadê de eger siyaseta dewleta Tirk bigihe encamê, ev ji bo hemû Kurdan xeterî dibîne. Divê ev yek were dîtin. Yanî niha eger berxwedana Zapê têk biçe, PDK wê ji vê yekê çi bi dest bixe! Me ev yek fêm nekiriye. Min bi xwe qet wisa hêvî nedikir. Îcar di dîrokê de Kurdan timî bi vî rengî winda kiriye.

Mesela her tiştê dewleta Tirk heye; gelo ma pirr muhtacî we ne ku hûn dewleta Tirk diparêzin! Ev ne tiştekî rast e û em ti wateyê nadin vê yekê. Lewma em dixwazin înîsiyatîfek derkeve holê û pêşiya vê rewşê bigire. Ez cara dawî vê bangê dikim. Ez hêvî dikim ku encam wergire. Eger encam wernegire, bi rastî jî êdî em nikarin pêşiya wê yekê bigirin. Ji ber ku ev qas jî nabe. Divê ev yek were dîtin û were naskirin.”

 

Siyaseta tecrîdê dikare bê şikandin

Endamê Komîteya rêveber a PKK´ê Murat Karayilan li ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan peyivî û got, xwedîderketineke çalak wê bi dewleta Tirk karibe: “Rêber Apo mirovekî ji rêzê nîne. Rêberê Gelê Kurd e. Dewleta Tirk bi xwe ev yek beriya niha qebûl kir û li ser vî bingehî hevdîtin pê re kir. Ocalan, Rêberê Gelê Kurd e; Rêberê Modernîteya Demokratîk e. Yanî mirovekî ji rêzê nîne. Lê belê dewleta Tirk bi israr tecrîdê, îzolasyonê û êşkenceya psîkolojîk dike. Ev plankirî ye, bi plan tê meşandin. Biryarek e. Biryara çi ye? Biryara tinekirina îradeya gelê Kurd e, biryara qirkirina gelê Kurd e.

Heger dewletê bixwasta bi Kurdan re di nava aştiyê de bijî, ji bo wan alternatîfa herî baş Rêber Apo ye. Ew jî bi vê yekê baş zanin. Dewleta Tirk naxwaze tiştekî bi navê Kurdîtiyê bimîne. Ji ber vê yekê naxwaze Kurdên bi nasnameya xwe hebin. Tenê dixwaze yên koletî qebûl kirine jiyana xwe dewam bikin. Naxwaze navê Kurdan jî bibihîze. Konsepta ku AKP-MHP-Ergenekon dimeşîne ev e.

Bêguman ev yek dikare bê têkbirin. Bi têkoşîneke gel a bi beşdariyeke befireh divê têkoşîn hîn bêhtir bê meşandin û em vê siyasetê têk bibin. Divê em nîşanî wan bidin ku bi vê siyasetê nikarin encamê bi dest bixin. Heger gelê me bi rengekî girseyî derkeve holê, ne tenê bi îmzeyan lê belê bi helwêsta xwe îradeya xwe nîşan bide, hingî dijmin dikare paşve gavê biavêje, ev siyaseta tecrîdê dikare bê şikandin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.