Li ber Erdogan rabin!

Sêşem 23 Nîsan 2024 - 00:17

Receb Tayib Erdogan îro piştî 12 salan serdana Bexdayê kir. Her çiqas armanca serdanê wekî ku ji bo pêşxistina têkiliyên aborî û bazirganî ya navbera her du welatan tê nîşandan, lê di rastiyê de armanc fermîkirin û rewakirina êrişên nû yên dagirkirina xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê ye. Di derbarê armanca serdana Erdogan a ji bo Iraqê û metirsiya êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, çalakvanên navçeya Ranyayê axivîn.

Xazî Refet diyar kir ku hatina Erdogan metirsiyek mezine û got: “Erdogan wê bixwaze ku Iraq destekê bide êrişa wê ya ku dixwaze xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Siyasetmedarên me bêdeng in û ti gotinek li ser hatina Erdogan nakin ku armanca Erdogan guherîna demografiya Başûrê Kurdistanê ye. Dixwaze komên xwe yên çete yên li Suriyeyê bîne li Kurdistanê bicih bike. Metirsiyek mezin li ser Kurdan heye, ji bo wê divê hemû alî hest bi vê metirsiyê bikin û nerzîbûnek mezin li dijî hatina Erdogan bê nîşandan. Divê kesên têkoşer, rewşenbîr û xwedî helwest dakevin qadan û pêşî li Erdogan bigrin. Yan jî herî kêm peyamek belav bikin, Erdogan wek dîkdator, faşist û dagirker bidin nasandin.”

Xalid Qadir jî got: “Armanca serdana Erdogan a ji bo Iraqê rewakirina anîna hêzên xwe yên bi kûrahiya 40 kîlometran li nava xaka Herêma Kurdistanê ye. Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze bandora xwe ya leşkerî li ser Başûrê Kurdistanê bide ferzkirin. Pêwîste gel, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî dengê xwe derxin û hestek neteweyî me hemûyan li dora hev kom bike. Da ku bikarin li dijî êriş û pilanên dijminkarane yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê rabîn.”

ROJNEWS/RANYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.