Hemû Kurd hedefa dewleta Tirk in

Çarşem 17 Nîsan 2024 - 00:55

  • Di sala 2024’an de jî dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li Başûrê Kurdistanê didomîne û ti nirxên qanûnî û mirovî nas nake. Ji destpêka salê ve 9 kes di encama êrişên dewleta Tirk de şehîd bûne û 4 kes jî birîndar bûne.

Weke salên berê, dewleta Tirk a dagirker, ji 1’ê Çileya îsal ve bi gelek şêwazên cuda hewl dide gelê Kurd tune bike. Li Amêdî, Akrê, Duhok, Silêmanî, Kerkûk, Mexmûr û Şengalê bi sedan êrişên hewayî û terorî pêk anîne ku di encama van êrişan de 13  sivîl bûne qurbanî ku ji wan 9 kes şehîd bûne û 4 kes jî birîndar bûne. Dem, cih û navên şehîdên sivîl wiha ne; di 18’yê Çileyê de siyasetmedara jin a Rojavayê Kurdistanê Firyal Silêman piştî ku ji bo xebatên li ser pirsgirêkên jinan serdana Başûrê Kurdistanê kiribû, li Kerkûkê hat şehîdkirin. Di 20’ê Sibatê de balafirên bêmirov yên dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Serê yê gundê Kafya yê girêdayî bajarokê Dinarte yê navçeya Akrê bombe kirin. Di encama bombebaranê de 2 welatiyên sivîl yên bi navê Arif Taha 61 salî û Beşîr Omer Elî 68 salî şehîd bûn. Her du jî pêşmergeyên xanenişîn bûn û kesek din jî birîndar bû.

Di 29’ê Sibatê de dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov wesayiteke Komîteya Şehîdan a Şengalê bombebaran kir ku Endamê Komîteya Malbatê Şehîdan Sadûn Mîrza Elî ku bavê sê zarokan bû, şehîd bû.

MÎT’a Tirk li pişt êrişan e

Dr. Abdulkadir Sabrî Toprak jî ji bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê bû, endamê HDP’ê bû û 13 sal bûn ji ber dozên siyasî ji Bakurê Kurdistanê hatibû Silêmaniyê. Dr. Abdulkadir Sabrî Toprak di nexweşxaneyeke taybet de dixebitî. Gelek caran ji aliyê MÎT’a Tirk ve rastî gefan hatiye. Di 29’ê Sibata 2024’an de li ber xwaringeha Westa Hesen ya Silêmaniyê hate gulebarankirin û şehîd bû. Di 8’ê Adarê de dewleta Tirk gundê Dêwke yê li ser sînorê Şîladizê yê Dihokê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 kesên bi navê Seîd Mubarek ê 35 salî û Araz Ferec ê 29 salî şehîd bûn. Kesekî din ê bi navê Salih Mubarek birayê yek ji şehîdan jî birîndar bû. Di heman rojê de dewleta Tirk a dagirker bi balafiran êrişî Şengalê kir û di encamê de şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê Mejdal Hesen Xelef şehîd bû. Di 13’ê Nîsanê de dewleta Tirk bombe li malek li bajarokê Şarbajêr ê girêdayî bajarê Silêmaniyê barand. Di encamê de ciwanê bi navê Mihemed Seîd şehîd bû. Tevî van êrişên faşîst yên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina sivîlan jî lê belê ne hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne jî hikûmeta navendî ya Iraqê li dijî êrişên dewleta Tirk helwestek cidî nîşan nedan. Ger wisa bimînin wê hemû sivîl bibin hedefa dewleta Tirk.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.