Barzaniyan Hewlêr dane Tirkiyê

Sêşem 23 Nîsan 2024 - 00:58

Malbata Barzaniyan bi hinceta hatine Serokê Kabîneya Şer a dagirkeriya Tirk Recep Tayyîp Erdogan kuçe û kolanên Başûr bi alayên Tirk dagirtin, dilê Barzaniyan bi vê xweş nebû,  alaya Tirk terisandin ser Keleha Hewlêrê, Hewlêr kirin mîna bajarê Tirk ê faşîst Yozgatê.

Malbata Barzaniyan ji bo xatir û xweşkirina dilê Erdogan, Hewlêr bi alên Tirkiyeyê lewitand. Bi taybet jî kelha Hewlêrê bi ala Tirkiyeyê hatiye dagirkirin, li ser torên civakî xelkê Başûr nerazîbûnek tûnd nîşanî hatina Erdogan da.

Tê payîn Serokê Kabîneya Şer a dagirkeriya Tirk  Recep Tayîp Erdogan îro serdana Bexdayê bike, piştre jî serdana Hewlêrê û malbata Barzaniyan bike.

Beriya ku Erdogan bê, Barzaniyan Hewlêrê bi alên Tirkiyeyê weke bajarek yê Tirkiyeyê lewitand. Xasma jî kelha dîrokî ya Hewlêrê bi ala Tirkiyeyê hatiye dagirkirin. Ev yek bû sedema nerazîbûnan.

Duh bişev xelê Başûrê Kurdistanê, welatparêz û azadîxwaz, rojnamevan û nivîskaran li ser torên civakî ev erzanî û sivikî û ketîbûna Barzaniyan bi tundî şermezarkirin. Xelkê Başûr ti torên civakî de gotin; “Ala Tirkiyeyê terisandine ser kelha Hewlêrê, ev yek şermezariyek mezin e.”

Xelkê got ku rojane welatiyên sivîl ji aliyê dewleta Tirk ve tê qetilkirin, lê malbata Barzaniyan ala Tirkiyeyê li kolan, rê, xanî û kelha Hewlêrê ve daliqandiye.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.