Li Qamişlo konferansa ekolojiyê

Şemî 27 Nîsan 2024 - 00:45

Konferansa Ekolojiyê ya Yekemîn li Qamişlo bi tevlêbûna 120 delegeyî dest pê kir. Konferans wê 2 rojan bidome.

Desteya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferansa xwe ya yekemîn bi dirûşma "Bi paradîgmaya ekolojîk Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin û doza Kurd çareser bikin" li Zanîngeha Rojava ya Qamişlo dest pê kir.

120 delege, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partî, rêxistinên civakî, rêxistinên sivîl tev li konferansê bûne.

Çaverê ye ku cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Hesen Koçer biaxive û dûre sînevîzyonek têkildarî ekolojiyê were pêşandan, piştre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê ekolojiyê de bên xwendin.

Li gorî komîteya amadekar, konferans dê 2 rojan dewam bike.

Di bernameyê de mijarên "Ekolojî di modernîteya demokratîk de", "Meşandina têkoşîna ekolojîk li kêleka têkoşîna li dijî mêtingerî û kapîtalîzmê", "Avakirina çandina ekolojîk ji bo bidawîkirina dagirkeriyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" û "Hevkariya di navbera rêxistin û tevgerên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de" dê bên nîqaşkirin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.