Erdogan negîhîşt ya xwe

În 26 Nîsan 2024 - 00:15

Çavdarê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Hamîd derbarê hevdîtinên Erdogan ên li Iraqê de nirxandin kirin. Niyaz Hamîd destnîşan kir ku ji bo çûyîna Erdogan a Bexdayê ji aliyê dewleta Tirk ve propagandayek mezin hate meşandin da ku Iraqê bikşînin gel xwe û got:“Armanca dewleta Tirk a sereke ew bû ku hikûmeta Iraqê PKK’ê wekî `terorîst` nas bike, duyem wê beşdarî şerê dijî PKK’ê bike û ya sêyem jî peywediyên aborî pêş bixînin ku di hundirê Tirkiyeyê de krîzeke aborî heye. Bi vê re dixwest krîza hundirîn çareser bike. Di her du xalên destpêkê de mirov nikare bibeje tam gihîştiye hedefa xwe. Tirkiye dîsa dest vala derket. Di aliyê petrolê de jî hin axaftin hatin kirin lê pratîka wê ne diyar e. Destkeftî bi dest nexistine.”

Iraq şerê gerîla nake

Niyaz Hamîd anî ziman ku artêşa Iraqê tevlî şer nabe û got:“Herkes û Iraq bi xwe jî dizanin ku gerîla ji bo parastina herêma Kerkûk, Mexmûr, Celawle û Şengal têkoşîn meşandiye, parastin kiriye û şehîd dane. Ji ber vê yekê Iraq bi xwe jî dizane şerê li dijî gerîla zehmet e. Em li gel çend rewşenbîr û çavderiyê siyasî axivîn ew jî di heman fikrê de ne ku artêşên NATO nikarin şerê gerîla bikin, çima artêşeke wekî Iraqê lawaz şerê wan bike. Gerîla di pêvajoyek gelekî bi hêz de ye. Li ser fikr û felsefeya Rêberê Gelan Rêber Apo xwedî bîrdozî û projeya Konfederalîzma Demokratîk e. Iraq li hemberî vê projeya ewqasî mezin wekî netewdewletekî hêzeke biçûk e. Wekî berê jî me got dewleta Tirk dixwaze Iraqê dagir bike. Lewma em dizanin ku ne artêşa Iraqê, ne peşmergeyên PDK`ê û ne jî hêzên Zerevanî nikarin şerê gerîla bikin. PKK parastina xaka Kurdistanê dike. Piranî rewşenbîr rexne li hikûmeta Iraqê dikin ku çima destûr daye ku Erdogan here bi Tirkmen û malbata Barzaniyan re hevdîtin bike. Niha Erdogan û PDK`ê tenê mane ku dijî gerîla şer bikin. PDK`ê ji xwe niha di nav şer de ye, lê ger bi komê wekî Zerêvan, Pêşmerge, Roj û Gulan re şerê sing bi sing bike nikare. Bawer nakim encamek bi xwe re bîne, gerîla jî xwe amade kiriye û li ber xwe dide.”

ANHA/CÎHAN BÎLGÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.