Li dijî bidarvekirinê rabin

Şemî 27 Nîsan 2024 - 00:56

Navenda Çanda Rojhilatê Kurdistanê (NÇR) û Tevgera Çandê TEV-ÇAND li dijî cezayê bidarvekirinê ya ku rejîma Îranê li hunermend Tomac Salihî birrî, daxuyaniyek hevpar dan. Daxuyaniya hevpar bi vî rengî ye:“Weke tê zanîn di destpêka şoreşa Jin Jiyan Azadî de, gelên Îranê bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî dest bi şoreşa azadiya jinê kirin û ew şoreş li cîhanê deng veda. Rejîma Îranê jî bê rawestan xwîna xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê rijand. Hejmarek zêde ji hunermend, rewşenbîr, çalakvan û kesên navdar hatin binçavkirin û hejmarek zêde jî hatin kuştin ji hêla rejîma Îranê ve. Li hundir û ji derve gel rabû ser piyan û li hember zorî û zextên dewleta meleyan û her qad bû qada serhildanê. Tomac Salihî hunermendê ciwan yê Bextîyarî, weke sembola nerazîbûnan li Îranê hate nasîn û ji bo ciwanan bû hêz. Lê ji aliyê rejîma Îranê ve hat binçavkirin û niha jî cezayê darvekirinê lê hatiye birrîn! Em weke TEVÇAND û NÇR bang li hemû saziyên siyasî, civakî û çandî dikin ku dengê xwe bigihînin her derê da ku ev cezayê dermirovî li ser Tomac Salihî were rakirin. Ji ber ku eger rê ji vê cezayê re bê dayîn, wê Hunermend Saman Yasîn û gelek kesên din jî werin darvekirin. Rejîma Îranê ji bêdengiya civaka navdewletî û saziyên mafên mirovan cesaretê digire.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.