Siyasetmedarê Kurd Doktor Mehmet Emîn Pencewînî diyar kir ku wê êrîşa PDK'ê ya li gel dewleta Tirk a li dijî gerîlayan ji bo gelê Kurd bibe felaketeke mezin. Her wiha Pencewînî got ku di rewşeke wiha de wê derbeya ewil li dijî Başûr be.
Endamê KNK'ê siyasetmedarê Kurd Doktor Mehmet Emîn Pencewînî bi bîr xist ku dewleta Tirk li gel Îran û Iraqê ev 3 sal in amadekariyên êrîşa li dijî gelê Kurd dikin û got ku seredanên Tayyîp Erdogan ên ji bo Başûr û Iraqê jî parçeyeke van amadekariyan e. Pencewînî bal bire ser Wezareta Parastinê ya Iraqê ku ji dewleta Tirk re gotiye ew beşdarî êrîşên li dijî PKK'ê nabin û got:’’Ji ber ku Iraqê gotiye li Iraqê PKK ne di lîsteya ‘terorê’ de ye û em PKK'ê weke terorîst nabînin. Bi taybet YNK û serokê wê Bafel Talabanî û gelek partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê gotine ku ew tevlî şerê Tirkiyeyê yê li dijî PKKê nabin. Ji ber PKK ne li herêma YNK’ê ye.’’
Îran naxwaze Tirk nêzî wan bin
Tirkiyeyê ji Îranê jî xwest ku di heman demê de êrişê bibe ser PJAK'ê, lê belê Îranê ev yek qebûl nekir. Îran naxwaze artêşa Tirk a endamê NATO'yê nêzî sînorê wan bibe, lewma piştgiriyê nade vî şerî. Rewş heta niha bi vî rengî ye. Tê gotin, beşek ji hêzên Herêma Kurdistanê wê tevlî vê êrişê bibe. Di vê mijarê de hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin. Lê belê li gorî gotinên di nava siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê de, di nava PDK'ê de beşek alîgirê wê yekê ne ku tevlî şerê Tirkiyeyê yê li dijî PKK'ê bibe. Beşek ji PDK'ê dibêje, ev yek tiştekî nebaş e. Heta niha rewş bi vî rengî ye. Lê belê gelê Başûrê Kurdistanê êrîşa hêzeke Kurd bi artêşa Tirk re ya li ser Qendîlê qebûl nake, li ber radibe. Wê bibe felaketeke mezin. Di rewşeke bi vî rengî de derba destpêkê wê li Başûrê Kurdistanê bikeve. Nûnerên hemû partiyên Kurdistanî yên tevlî civîna KNK'ê bûn û kesayetên Kurdistanî di axaftina xwe de xwestin, ti hêzên Başûr alîkariyê nedin êrîşa artêşa Tirk a li ser gerîlayên Kurdistanê."
NAVENDA NÛÇEYAN