Girtiyên nexweş dikujin

Şemî 27 Nîsan 2024 - 00:42

Abdulhalîm Kaya sedî 93 kulîkemî ye, li gel vê jî ATK’ê bi raporê got,’’dikare li girtîgehê bimîne.’’ Ismalîl Kaya, kurê Abdulhalîm Kaya got bavê wî bi rengekî çavgirtî û kelepçekirî anîn ATK’ê û ditirsin bi carekê re xebera mirina bavê wî were.

Girtiyê nexweş Kaya ê 81salî çavekî wî nabîne, guhekî wî nabihîse û gurçikên wî xira bûne, ji prostatê emeliyat bûye, bi nexweşiya demansê ye û dilê wî ne rehet e. Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sêrtê rapor girêdaye û dibêje Kaya ji sedî 93 kulîkemî ye. Li gel vê jî hiqûqa Tirk Kaya yê li ber mirinê rehîn girtî ye û wî bernade.

5 sal ceza lê birîn  

Kaya, ji ber ku di sala 2008'an de beşdarî daxuyaniyeke çapemeniyê bûye, doz lê hatiye vekirin û 5 sal ceza lê birîn. Dadgeha Bilind di sala 2011'an de ceza wî qebûl kir. 14'ê Cotmeha 2020'î hate gitin, li vir 60 rojî bi tena serê xwe di odeyekê de maye. Piştî serlêdanan cezayê Kaya di 4'ê Çileya 2021'ê de 6 mehan hat taloqkirin. Kaya ku çendî nexweş bû jî, di 3'yê Adara 2023'yan de careke din hate girtin û ew xistine Girtîgeha Tîpa M a Êlihê. 

ATK: Dikare li girtîgehê bimîne

Kaya ku bi kursiya biteker digere û nikare bi tena serê xwe bijî, di 11'ê Adarê de careke din sewqî ATK'ê hatiye kirin û ATK'ê rapora "dikare bi tena serê xwe bijî û di girtîgehê de bimîne" daye wî. 

Nikare bimeşe 

Kaya anî ziman ku rewşa bavê wî roj bi roj xerabtir dibe û wiha got: “Nikare bimeşe û bi kursiya biteker digere. Li Xarpêtê 3 mehan di hucreya yekkesî de ma. Vê pêvajoyê ew gelek westandiye. Dema em çûn cem wî, nikarîbû biaxive. Piştî 3 mehan dîsa ew şandin girtîgeheke li navenda Êlihê. Nêzî 7 mehan li wir ma."

Kaya ragihand ew ji ber rewşa bavê xwe bi fikar in û got ku dibe ku ji nişka ve xebera mirina wî ji wan re bê. 

ATKP guh nade rapora nexweşxanê

Kaya anî ziman ku 2 meh berê serî li CÎMER'ê daye û diyar kiriye ku rapora bavê wî ya kulîkemî ya ji sedî 93 heye ku Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê daye wî û wiha domand: "Min ew rapor tevî wêneyên bavê xwe şand. Lê belê bersiva ku ji min re hat dayîn ev bû, ‘Dikare di girtîgehê de bimîne, wê tevahiya cezayê xwe bikişîne.’’

Çavgirtî û kelepçekirî..

Kaya bi bîr xist ku bavê wî mehek berê  dîsa sewqî ATK a Stenbolê hatiye kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bavê min mehek berê birin Stenbolê. Lê ew bi awayekî çavgirtî û destkelemçekirî birin Stenbolê. Bavê min ji me re got; 'Wan kêliyekê jî çavên min venekiriye. Min nizanibû ku ez birime ku derê. Dema min ji leşkerekî pirsî 'Em niha li kû ne?' got 'Apê min tu li Stenbolê yî.' Rabûn rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan kesekî nexweş û nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne." 

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.