Tacikistanê çete wergirtin

Şemî 27 Nîsan 2024 - 00:55

Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku şandeyeke Komara Tacikistanê bi serokatiya balyozê Tacikistanê li Kuwêtê Zubeydullah Zabidov serdana navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya li Qamişlo kir. Hevserokê daîreyê Fener Kiêt, endamê Desteya Rêveberiyê Xalid Îbrahîm û nûnera YPJˊê Lana Hisên şande pêşwaz kir. Di civînê de her du aliyan li ser gelek dozan axivîn, di serî de rewşa Sûriyeyê bi giştî û ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet. Zubeydullah spasiya xebatên şêniyên herêmê û saziyên ewlehî, leşkerî û rêveberî ji bo têkbirina terorê kir û hêvî kir ku ewlehî û aramî li seranserî cîhanê bi taybet li Sûriyeyê misoger be. Her wiha Zubeydullah spasiya keda Rêveberiya Xweser û berpirsên wê ji bo vegerandina jin û zarokên DAIŞ’ê yên Tacikistanî kir. Di dawiyê de li gorî peymaneke radestkirinê di navbera herdu aliyan de 17 jin û 33 zarokên malbatên DAIŞ’ê yên Tacikistanî, radestî şandeya Tacikistanê hatin kirin.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.