PDK dewleta Tirk sor dike

Sêşem 16 Nîsan 2024 - 02:45

  • Cemîl Bayik anî ziman ku PDK'ê ji dewleta Tirk re gotiye, eger YNK tevlî şerê li dijî PKK'ê nebe wê nikaribe encameke şênber bi dest bixe û got: PDK dewleta Tirk teşwîq dike ku zextê li YNK'ê bike.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik gotarek ji ANF'ê re nivîsî rewşa li Başûr, tevgereke gengaz a dewleta Tirk a li ser Başûr û têkiliya navbera PDK û PKK'ê nirxand, destnîşan kir ku divê Iraq nebe amûreke planên dewleta Tirk. Her wiha behsa rola PDK’ê  ya di têkiliyên navbera Iraq û Tirkiyeyê de dike û dibêje:“Hemû gelê Kurd êdî wê rastiyê dizane ku PDK wek hevkarê dewleta Tirk a dagirker û qirker rêyeke pir xerab daye ber xwe. Divê PDK bi zûtirîn dem ji vê rêyê vegere û poşman bibe. PDK wisa tev digere ku mirov dibêje qey erk û berpirsyariyeke taybet girtiye ser xwe. Ji dewleta Tirk re pêşniyaran dike ku bikare daxwazên xwe bi ser dewleta Iraqê de ferz bike û li dijî PKK’ê şer bike. Her wiha ji dewleta Tirk re dibêje ku eger YNK beşdar nebe, şerê li dijî PKK’ê encameke berbiçav nade û bi vî awayî dewleta Tirk teşwîq dike ku zextê bixe ser YNK’ê. Ji bo ku rê li ber dewleta Tirk hêsan bike, li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê ji bo artêşa Tirk a dagirker rê û baregehan çêdike. Li her cihê ku bizane ku rêya hatin û çûna gerîla ye, kemînê datîne û bi vî rengî hewl dide astengiyan çêke da ku gerîla nekare pêwîstiyên lojîstîkî û çek û cebilxaneyê dabîn bike. Ji bo parastina baregehên leşkerî yên Tirk cilên pêşmergeyan li leşkerên dagirker ên Tirkiyeyê dike û her dema ku lazim bike cilên artêşa dagirker li pêşmergeyan dike. 

Malê vî xelkî dizîne

Bi gotineke din PDK bi awayekî rasterast û nerasterast beşdarî vî şerî bûye. Malbata Barzaniyan di lûtkeya refahê de jiyana xwe didomîne, ji malê vî xelkî ew qas diziye ku têra nevîçirkên wan jî dike. Gelê me li başûrê Kurdistanê di lûtkeya hejarî û feqîriyê de jiyana xwe didomîne. Her roj bi sedan kes ji bo ku terka başûrê Kurdistanê bikin, canê xwe dixin metirsiyê, xwe li sînoran didin û koçî welatên din dikin. PDK jî hemû derfetên desthilatê ji bo berjewendiyên malbatî bi kar tîne û rengê dewleteke polîsî û leşkerî li xwe girtiye. Ji bo çalakiyên demokratîk û xwepêşandanên demokratîk tu rêyek nehiştiye. Di demekê de ku diyardeya xwekujiya jinan zêde dibe, PDK ji bo azadiya jinan û mafên jinan tu gaveke pratîkî naavêje, berevajî, bi zihniyeteke baviksalar rejîmeke dîktator bi ser gel de ferz kiriye. Desthilateke sitemkar û zordar ava kiriye û welêt bi kuştinê bi rê ve dibe. Zext û newekhevî û bêedaletiyê hemû sînor derbas kirine. 

Bandora PDK’ê kêm dibe

Di demekê de ku serwet û zengîniya malbata Barzaniyan bankayên dinyayê tijî kiriye, mûçeya karmend û mamostayan û mûçeya wan hemû kesan ku ji bo vî welatî kedê didin, tê birîn û nayê dayîn. PDK tenê ji bo xatirê selteneta xwe ya malbatî amade ye ku hemû statûya başûrê Kurdistanê bixe metirsiyê. PDK niha bi Dadgeha Federal a Iraqê re jî ketiye şer. Ew 11 kursiyên ku ji bo kotaya kêmîneyan (ku em ji wan re dibêjin pêkhateyên civakî) hatibûn danîn, PDK’ê ew ji bo xwe girtibûn û sûd ji wan werdigirt. Ji ber ku PDK berî niha bi kêfa xwe ev sîstem sûîstimal dikir, niha ev sîstem kirine çar bazineyî, dibe ku zêdetir demokratîk bibe. Her wiha dadgeha Federal a Iraqê Komîsyona Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê betal kir. Çinku PDK’ê ev komîsyon girtiye bin monopola xwe. Bi taybetî di van salên dawî de nerazîbûnê gel ên li hember PDK’ê her ku diçe zêdetir dibin. Bandora PDK’ê li ser gel kêm dibe. Ji ber vê gefa boykotkirina hilbijartinan dixwe, newêre beşdarî hilbijartinê bibe. Pirsgirêkeke din ji pirsgirêkên başûrê Kurdistanê yên herî mezin nedana mûçeya gel e. Pêwîst e gelê me li başûrê Kurdistanê vê rastiyê baş bizane. Malbata Barzaniyan hêzeke bi navê Pêşmergeyên Roj ava kiriye ku armanca wê tenê xizmetkirina vê malbatê ye, ji bo xizmetkirina xwe ava kirine. Hejmara wan navbera deh heta bîst hezarî tê texmînkirin. Ev hêza bêyom ji bo şerê li dijî PKK’ê hatiye avakirin, mûçeya wan mûçeya wan mamoste û karmendan e ku hatiye birrîn. 

Ketiye nava talan û gendeliyê

Mimkin e ku di navbera PDK û PKK’ê de pirsgirêk hebe. Lê belê çareserkirina van pirsgirêkan bi rêya gotûbêj û danûstandinan tiştek e û piştgirêdana bi dijminên gelê Kurd bi taybetî dijminekî dagirker û qirker ê wekî dewleta Tirk tiştekî din e. PKK tu carî li dijî nirxên gelê Kurd, li dijî tu partî û aliyekî siyasî yê Kurd pişta xwe nedaye dewletekê û şer û dijminatiyeke wiha nekiriye. Hemû endamên rêveberiyê, di ser hemûyan re jî Rêber APO, dûrî jiyana madî û zihniyeta desthilatxwaziyê jiyaneke derwêşane dijîn. Hemû jiyana xwe ji bo xizmeta gel terxan kirine û derveyî vê ji bo jiyana xwe ya şexsî tu lêgerîn û hewldaneke wan tune ye. PDK noqî berjewendiyên aborî û rant û bertîl û talan û gendeliyê bûye. Lewra dijminiya PKK’ê dike û bi hevkarî û piştgirya dewleta Tirk êrişî PKK’ê dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.