Ji bo pêşveçûnê gavên pratîk divê
Sêşem 10 Sibat 2026 - 04:00

- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik, der barê pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin de nirxandin kirin û destnîşan kir ku pêşveçûna pêvajoyê bi gavên pratîkî ve girêdayîye.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayyik, têkildarî “pêvajoya aştî û civaka demokratîk” a ku Rêber Apo daye destpêkirin nirxandin kirin û destnîşan kir ku pêşveçûna pêvajoyê bi gavên pratîk ve girêdayîye. Cemîl Bayik got: “Azadiya Rêber Apo û peydakirina derfetên xebatê yên azad girîng e.”
Cemîl Bayik, rê û rêçika pêvajoya aştî û civaka demokratîk nirxand û diyar kir ku çarçoveya vê pêvajoyê “di banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê de bi rengekî zelal û cewherî hatibû diyarkirin.” Cemîl Bayik anî ziman ku “Rêber Apo dixwaze pêvajoyê li ser wê xetê bi pêş bixe” û destnîşan kir ku bingeha pêvajoyê xwe dispêre paradigmayeke zelal. Cemîl Bayik bal kişand ser komîsyona meclîsê ya ku di vê mijarê de berpirsiyar e û got ku komîsyon “heta niha berpirsyariyên xwe bi cih neanîne.”
Cemîl Bayik destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê ji gotinan bêtir pratîk diyarker e û wiha got: “Li Tirkiyeyê her dem gotin dikarin werin gotin. Lê ji bo me pratîk esas e.” Di vê çarçoveyê de Cemîl Bayik got: “Azadiya Rêber Apo û gihîştina wî ya rewşa xebata azad girîng e. Kengî em vê bibînin, em ê fêm bikin ku 'mafê hêviyê' bi cih hatiye anîn.” Cemîl Bayik diyar kir ku heta Rêber Apo nebe xwedî derfetên xebata azad û roleke wî ya aktîf neyê mîsogerkirin, pêşvebirina pêvajoyê zehmet e.
Cemîl Bayik destnîşan kir ku astengiyên li pêşiya pêvajoyê ne tenê bi dînamîkên navxweyî yên Tirkiyeyê ve sînordar in. Cemîl Bayik got: “Kesên ku li Tirkiyeyê naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe tenê li hundur nîn in,” û diyar kir ku hinek hêzên li derveyî Tirkiyeyê jî “çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di berjewendiyên xwe de nabînin.”
Cemîl Bayik êrîşên HTŞ’ê yên 6’ê Çileyê yên li ser taxên Kurdan ên Helebê û piştre êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di vê çarçoveyê de nirxand û got: “Ji ber vê yekê, em vê pêvajoya êrîşê ya ku hêzên navnetewî û Tirkiye tê de ne, wekî komployeke navnetewî dinirxînin.” Cemîl Bayik ji bo serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk destnîşan kir ku ya herî bingehîn ew e ku “gelê Kurd yekîtiya xwe birêxistin bike, têbikoşe û xwedî li vê pêvajoyê derkeve.”
Dewamiya hevpeyvîna Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik wiha ye:"
Di berxwedana Kobanê ya 2014’an de, hêzên sosyalîst û hêzên demokratîk ên şoreşger li çaraliyê cîhanê çalakiyên hevgirtinê yên girîng pêk anîn. Bi sedan kes ber bi berxwedana Kobanê û qada Şoreşa Rojava ve bazdan û bi dehan sosyalîstên enternasyonalîst li wir şehîd bûn. Di vî alî de girêdana di navbera enternasyonalîst û Şoreşa Rojava de digihêje gelek salan. Jii her çar aliyên cîhanê bi sedan enternasyonalîst hatin qada Şoreşa Rojava; çavdêriya ezmûna li wir kirin. Heta beşdarî avakirina pergala demokratîk a li wir bûn. Bi sedan enternasyonalîstên ku çûn Rojava, şoreşa jinan û pergala konfederal a demokratîk dîtin, vegeriyan welatên xwe. Bi sedan enternasyonalîstên ku paradîgmaya Rêber Apo û tevî kêmanî û nebesiyan jî rewşa wê ya şênber dîtin û bê ev pergala demokratîk dikarin çawa li welatên xwe pêk binîn li ser hûr dibin.
Çalakiyên hevgirtinê yên Rojavayê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat bi awayekî girseyî pêk hatin. Ev yek jî nîşan dide ku di nav gelê Kurd de azweriya azadiyê zêde dibe. Gelê me li dijî zilm û zordariyê sedsal in li ber xwe dide û hêrsa wan mezin bûye. Bi taybetî, têkoşîna bênavber a 52 salan a di bin pêşengiya Rêber Apo de gelê Kurd ji nû ve afirandiye. Gelê Kurd ew gelê ku bi dehan salan li ser piyan e. Li bajar an jî navçeyek ku serhildan lê çênebûye tuneye. Li Bakurê Kurdistanê, bi dehan salan bi dayîna bedelên mezin têkoşîn tê meşandin. Ev têkoşîn ewqas bênavber û dijwar bûye ku her serhildan û rastî timî bi nirxên nû teşe daye civakê. Welatparêzî û azweriya azadiyê di nav gelê Kurd de mezin bûye. Ev têkoşîna li Bakurê Kurdistanê bandorek kûr li ser her çar parçeyên Kurdistanê kiriye. Ev têkoşîn wekî misogerî, pêşeroj û rûmeta Kurdan hatiye dîtin. Rûmet û bandora Rêber Apo û PKK’ê li her çar parçeyên Kurdistanê pir zêde bûye. Çar parçeyên Kurdistanê vî rêberî wekî rêberê xwe û têkoşîna wî wekî ya xwe dîtine. Psîkolojî û hewaya ku bi vê têkoşîna 52 salan li Kurdistanê hatiye afirandin, ji bo Kurdan destkeftiyek mezin bû. Ev rastî sedema sereke ya çalakiyên hevgirtinê li dijî êrîşên li ser Rojava ye. Gelê me yê qedir û qîmetê dizane, têkoşîn û kedê dide Rêbertiyê û Tevgera me di nav dîrok û gelê Kurdistanê de pir baş dizane.
Em hewl didin ku di aliyê erênî de lê binêrin. Jixwe pirsgirêka sereke ew e ku partiyên Kurd ji hev re nevekirî ne. Her çiqasî nêzîkatiyek erênî xuya bike jî, nêzîkatiyên neyînî jî têne dîtin. Divê êdî em vê rewşê derbas bikin. Her partî îdeolojî, raman û polîtîkayên wan aîdî wan in. Têkoşîn dibe li ser bingehek demokratîk berdewam bike. Gelê Kurd kîjan îdeolojiyê rast bibîne xwedî lê derdikeve û li gorî wê tevbigere. Di warê partiyên siyasî de, em tercîh dikin ku bi erênî li vê pêvajoyê binêrin. Wekî ku dibêjin, qedeh nîv tijî û nîv vala ye. Em li aliyê tijî dinêrin.
Kevneşopiyeke sed salî ya çapemeniya dewleta Tirk a ku dijminatiya Kurdan, înkarkirina nasnameya Kurd û xizmeta qirkirina Kurdan dike heye. Bi taybetî di 15-20 salên dawî de çapemeniya Tirk bêhtir xîzmetî siyaseta dijmanatiya Kurd û polîtîkayên qirkirinê dike û hatiye asta bêperwa. Berê exlaq û çanda weşangeriyê ya çapemeniyê hebû. Ev yek li Tirkiyeyê bi tevahî ji holê hatiye rakirin. Ew bûye çapemeniyek ji navendê tê birêvebirin û xizmetê ji tepeserkirina têkoşîna azadiya gelê Kurd re dike. Beşek girîng a çapemeniya muxalefetê ketiye rewşa ku polîtîkayên dewletê yên înkarker û qirkirinê diparêze.
Pêvajoya aştî û civaka demokratîk bê çi ye di banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo de bi zelalî û cewherî hatiye destnîşankirin. Rêber Apo dixwaze pêvajoyê li ser wê xetê pêşve bibe. Lê komîsyona meclisê ya ku divê di vê yekê de rolekê bilîze, heta niha hîn berpirsiyariya xwe bi cih neaniye. Herî dawî daxuyaniya ku li ser mafê hêviyê nêzîkî hev bûne dan. Li Tirkiyeyê, her tim dikarin gotinan bibêjin. Lê ji bo me pratîk pir girîng e. Azadiya Rêber Apo, şiyana wî ya xebata azad girîng e. Dema ku em vê yekê bibînin, em ê fêm bikin ku mafê hêviyê hatiye bicihanîn. Bi rastî, bêyî ku Rêber Apo bikaribe bi azadî bixebite û bêyî pozîsyonek ku ew bikaribe rola xwe bilîze, pêşxistina pêvajoyê zehmet e.
Eger li Tirkiyeyê demokratîkbûn û çareserkirina pirsgirêka Kurd çêbibe, wê berjewendiyên gelek koman bihejin; wê kaniyên wan biçikin. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê yên ku dixwazin pêvajoyê asteng bikin pir in. Her wiha desthilata AKP-MHP’ê hîn jî xwedîderketineke li ber çavan û îradeya avêtina gavên pêwîst danayniye holê. Ev yek di raya giştî de pirsa gelo pêvajo wê çiqas pêş bikeve tîne hişê mirovan. Helbet hem Rêber Apo û hem jî em dixwazin bi sebir pêvajoyê pêşve bibin. Lê hewldanên me heta radeyekê ye. Ji ber ku ev ne pêvajoyek e ku bi yekalî were meşandin. Ya herî girîng divê Rêber Apo karibe bi kes û beşên din re hevdîtinan bike.
ANF / BEHDÎNAN














