ENKS xelkê dixapîne

Şemî 27 Nîsan 2024 - 01:47

  • Saziya sîxuriyê ya dewleta Tirk ENKS piştî dagirkeriya Efrînê, ji bo vegera Efrînê xelkê dixapîne û dixe xefika çeteyên dewleta Tirk. Zozan Xelîl yek ji şahida sûcên ENKS’ê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker e.

NESRÎN ŞÊXO / ANHA / HELEB

Zozan Xelîl ji ber sûcên çeteyan cara duyemîn ji Efrînê derketiye. Zozanê got wê bi xwe dîtiye ku 16 çeteyan êrişî malekê kiriye û îşkence li kalekî 90 salî kiriye. Zozanê got çeteyan destdirêjî li jineke girtî kiriye û piştre ew û destgirtiyê wê qetil kirine. Piştî Efrîn sala 2018ˊan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hate dagirkirin, jina bi navê Zozan Xelîl a ji gundê Enderiyê yê navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî, li gel bi hezaran Efrîniyan koçber bû û li Şehbayê bi cih bû.

Bertîl bûye çavkaniya çeteyan

Zozanê tehemulî dûrketina ji warê xwe nekir û piştî çend mehan li ser propagandaya saziya sîxur a dewleta Tirk Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê ENKS’ê ku dibêjin Efrîn ewle ye, vegeriya Efrînê. Zozan bi hevjîn û 4 zarokên xwe vegeriya. Lê çeteyan rê neda wan ku biçin gund. Gef li wan xwarin û piştî 20 hezar lîre weke bertîl dan, derbasî Efrînê bûn.

Dema Zozan mala xwe dibîne, matmayî dimîne. Zozan li ser vê yekê wiha dibêje:"Mala min talan kiribûn, her tişt dizîbûn û malbatên çeteyan tê de bi cih bûbûn.” Çete zextê li Zozan dikin ku li maleke din a gund bi cih bibe. Ew jî di maleke din de bi cih dibe. Derbarê rewşa ewlehiyê û sûcên li Efrînê de Zozanê wiha got:"Li Efrînê kes nikare xwedî li mala xwe derkeve û malbata xwe biparêze.”

Destdirêjî, êşkence û dizî

Piştî demekê, Zozan bi malbata xwe re diçe bajarê Efrînê û li nêzî Çerxerêya Kawayê Hesinkar di malekê de bi cih dibe. Li wir jî gelek sûcên çeteyan ên li dijî xelkê dibîne û wiha dibêje:"Min bihîst ku çeteyan destdirêjî li jineke girtî kiriye. Piştre ew û destgirtiyê wê qetil kirine. Ew jina ciwan bi pismamê re xwe destgirtî bû. Çete li gorî kêfa xwe ne, mîna ku hemû şênî koleyên wan in.” Her wiha Zozanê diyar kir ku wê dîtiye ku 16 çeteyan êrişî maleke cîranan kiriye, pere, zêr û nasnameyên wan dizîne, îşkence û heqaret li kalemêrekî 90 salî kiriye. 

Ji ber van sûcan û van bûyeran êdî Zozan nikare zêdetir li Efrîna dagirkirî bimîne û jê derdikeve û dîsa vedigere Şehbayê.

Zozanê wiha domand:"Li Efrînê mafên mirovan tune ne, jiyana mirov kontrol dikin. Li pêş çavên me sûcan dikin û kesek newêre biaxive. Ji ber ku çarenûsa kesên diaxivin an kuştin e yan jî girtin û îşkenceyê ye." Zozan piştî 13 mehan ango sala 2019`an dixwaze vegere Şehbayê, lê ji bo ku ji Efrînê derkeve 350 hezar lîre dide. Zozan 2 salan li Şehbayê dimîne dûre li Helebê bi cih dibe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.