Derî li dagirkeriyê vekirin

Pêncşem 25 Nîsan 2024 - 00:15

Rojnameger Hawre Karwan, serdana Erdogan a Bexda û Hewlerê nirxand. Hawre Karwan diyar kir ku di serdana Erdogan a li herêmê de mijarên weke neft, avê hatine nîqaşkirin û got:"Tirkiye berdana avê wekî kozekê li beramber Iraqê bi kar tîne. Mijara herî giring ew e ku dewleta tirk ya dagirker ev demeke amadekariyên operasyoneke nû dike û dixwaze Iraqê jî beşdarî vê operasyona li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê bike. Lê heya niha ji Iraqê li ser vê mijarê razî nebûye û biryar ne daye ku beşdar bibe. Yek ji mijarên din yên hatina Erdogan gaza Başurê Kurdistan û Iraqê ye. Beriya demekê dadgeha federalî ya Iraqê biryar da ku ew neft û gaza ku ji Başurê Kurdistanê ji bo Tirkiyê tê rêkirin ne yasayî ye û divê bê sekinandin. Vê yekê zirareke mezin gihand aboriya Tirkiyê."

PDK baregehên xwe radest dike 

Karwan anî ziman ku di serdana Hewlerê de jî daxwaza operasyoneke berfireh a li dijî herêmê hatiye kirin û got: "Dewleta tirk ya dagirker carek din dixwaze wek salên 90'yan bi hêza xwe beşdarî êrişên dagirkeriyê bike, lê ev hêz jî ne dibin navê PDK’ê, di bin navê hikumeta Herêma Kurdistanê de be. Gelek partiyên siyasî yên Başurê Kurdistanê bi eşkere gotine em tu carî êrişî gêrilayên azadiya Kurdistanê nakin. Lê heya niha PDK di aliyê aborî, leşkerî û îstîxbaratî de hevkariya dewleta tirk ya dagirker dike û li gelek herêman baregehên leşkerî yên nû ava dike û piştre van bareghan teslîmî dewleta tirk ya dagirker dike." 

Iraq guh nade daxwazên wan 

Karwan da zanîn ku hikûmeta Iraqê daxwazên Tirkiyeyê wê qebûl neke û got:"Hikumeta Iraqê bi daxwazên dewleta tirk razî nabe. Ji ber ku dewleta tirk ya dagirker nêzî 76 baregehên serbazî di nav xaka Başurê Kurdistan û Iraq da heye û her roj Başûrê Kurdistanê bombardiman dike û serweriya xaka Başurê Kurdistan û Iraqê nahesibîne. Ev çend sale gelek bendav li ser wan avên ku derbasî xaka Başurê Kurdistan û Iraqê dibin çêkirine. Gelek caran Iraqê li gorî yasayên navdewletî daxwaz kiriye ku avê berbide. Ev yek bûye sedem ku gelek gund vala bibin û çandinî kêm bibe. Ji bo wê jî ez bawer nakim hikumeta Iraqê guh bide daxwazên Tirkiyeyê." 

Xelkê Başûr nerazî ye

Rojnameger Karwan anî ziman ku tişta pêwîst helwesta xelkê Başûr e û got:"Berê jî PDK'ê ev daxwazên dewleta tirk bicih anîne û bi hemû hêza xwe alikariya Tirkiyê kiriye. Tenê tiştek dimîne ew jî helwesta gel e. Me beriya çend rojan dît ku gel çawa li dijî serdana Erdogan derket. Destê Erdogan bi xwîna hezaran ciwanên vî welatî sor bûye. Li Başurê Kurdistanê bi giştî gel li dijî serdana Erdogan bûn û gotin divê PDK deriyê Hewlêrê ji diktatoran re  veneke. Lê PDK'ê deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê vekir." 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.