Garantiya yekitiya Sûriyeyê em in

Pêncşem 16 Çile 2025 - 03:15

Li Sûriyeyê bi rûxandina rejîma Esed re serdemeke nû dest pê kir. HTŞ’ê gelek sûcdarên ku ji sala 2011'an vir ve di şer de bûn anîn rêveberiya demî ya welêt. Kesayetên payebilind ên welatên Ewropî her roj bi rayedarên HTŞ'ê re li Şamê dicivin, lê nezelaliya paşeroja welêt berdewam dike. Li aliyê din êriş û gefên li dijî gelên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, didomin. Di van hefteyên dawî de Tirkiye û çeteyên wê SMO êrişên dijwar li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin û rûxandina rejîma Esad ji xwe re wekî firsend dibînin. Tirkiye jî ji bo ku statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neyê naskirin, lez da têkiliyên xwe yên dîplomatîk. 

Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif geşedanên dawî ji Ajansa Mezopotamya re nirxandin. Foza Yûsifê diyar kir ku geşedanên li Sûriyeyê bandorê li hemû dînamîkên siyasî dike û got:"Li Sûriyeyê hem di aliyê siyasî û hem jî di warê civakî de guhertinên mezin çêbûn. Ji aliyekî ve êrişên Tirkiye û komên girêdayî wê didomin, ji aliyê din li herêmên din ên Sûriyeyê guherînên cuda çêdibin. Li aliyekî hêzên ku Rûsya û Îranê piştgiriya wan dikin hene û li aliyê din ve jî dewletên erebî li herêmê xwedî înîsiyatîfên cihê ne. Lê em dikarin pir zelal bibêjin, gengeşeyeke çareseriyê ya ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de tune be, wê bi ser nekeve."

Tirkiye dixwaze paşerojê tarî bike 

Foza Yûsifê diyar kir ku HTŞ'ê rêveberiyek tenê bi navên di bin kontrola xwe de ava kiriye û got:"Dema em li dîroka HTŞ'ê dinêrin, ne mimkûn e ku fikarên mirov çênebin. Bi taybetî li herêmên wekî Humsê û îro li Sûriyeyê li dijî jinan û elewiyan êriş hatin kirin û hê jî didomin. Sûriye, îro vediguhere Afganîstaneke nû. Li ser navê cezakirina kesên ku têkiliya wan bi rejîmê re heye rastî îşkenceyê tên. Ev rewş ne tenê li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser tevahiya Sûriyeyê xeteriyeke mezin e." Foza Yûsifê bal kişand ser têkiliyên Tirkiyeyê yên bi HTŞ'ê re û got:"Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi zelalî diyar kir ku ev 10 sal in têkiliya wan bi HTŞ'ê re heye. Wê demê HTŞ di lîsteya terorê de bû. Ev jî nîşan dide ku Tirkiye bi HTŞ'ê tevdigere. Tiştê ku bûye armanca Tirkiyê ew e ku Sûriyeyê bike parêzgeha xwe, Tirkiyê yekparçeyiya axa Sûriyeyê û baregehên wê yên leşkerî li navçeyên di bin kontrola Artêşa Azad a Sûriyeyê de dike armanc. Armanca siyaseta Tirkiyeyê tarîkirina pêşeroja gelê Sûriyeyê ye." 

Derfeteke dîrokî ji bo Kurdan heye

Foza Yûsifê bal kişand ser wê yekê ku pirsgirêkên li Sûriyeyê bi diyalogê çareser dibin û got ku QSD’ê di vê çarçoveyê de hevdîtinên girîng pêk anîne. Foza Yûsifê got ku ji bo çareseriya li Sûriyeyê modela herî baş, modela rêveberiya xweser e.  

Foza Yûsifê diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan û li dijî êrişan ev demeke di navbera partiyên siyasî yên kurd de danûstandin didomin û got:"Em plan dikin ku di demeke nêz de civînekê li dar bixin û hemû partiyên Kurdistanî li dora nêrîneke hevpar bikin yek. Em hêvî dikin ku ENKS jî beşdarî vê pêvajoyê bibe. Derfeteke dîrokî ji bo kurdan heye û divê em vê derfetê rast binirxînin. Armanca Tirkiyeyê ew e ku kurd beşdarî pêşeroja Sûriyeyê nebin. Lê belê ezmûna me ya 14 salan a Rêveberiya Xweser û şerê QSD'ê yê li dijî DAIŞ'ê nîşan dide ku ev plan nikarin yekîtiya axa Sûriyeyê garantî bikin. Şoreşa jinê û modela jiyana hevpar a gelan ji bo pêşeroja Sûriyeyê hêviyek e. Divê em firsendên dîrokî bi baldarî bixwînin û gavên rast biavêjin. Ger em di têkoşîna li dijî dagirkeriyê û çareseriya demokratîk de bibin yek, em dikarin mafên gelan misoger bikin. Têkoşîna me ya ji bo Sûriyeya demokratîk wê berdewam bike." 

MA/DELAL AKYUZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.