- Di tariyê de li bilûrê dixist û pê re dinahurand. Bi nahurrandina xwe re jî, rondikên sorxwînî yên ku kesî nedidîtin dibarandin. Di van şevên reş de derdê xwe ji tariyê re digot. Kul û derdên dilê wî pirr bûn. Nava wî wekî birîneke kul ku mirov şoravkê lê bike, tim dişewitî.
OSMAN KAPAN
Me gotibû; em ê, “Ji Aş û Bajar“ bidin hev. Barê xwe li aş bikin, ji bajar bidin hev. Çi bi ber aş ket emê bi hevre parve bikin. Îro jî “ Evdoyê Bilûrvan“ kete ber aş. Ku dirêj be bila heval bikin du bêş. Ew zanin, ji me gotin ji wan fesilandin! Gaz û meqes di destê wan de ye!
Di pala gir de pişta xwe dabû dara berûyê, bi xemgînî li bilûrê dixist. Kul û derdên wî di qula bilûre re difûrîn. Dema tiliyên wî li ser qula bilûrê radibûn û xwe bera jêr didan, dengê bilûrê hîn xweştir dibû. Dengê bilûrê di deşt û newalan de olan dida.
Evdo bilûrvanekî bi nav û deng bû. Hîn sibê zû xwê dida pez, dema nîvroj dibire ser avê. Dema ku li bilûrê bixista, wî pezê xwêxwarî av venedixwar, li bilûrê dihisind! Di nav gel de digotin: “Çawa Feqiyê Teyran, bi zimanê çivîkan zanîbû, Evdo ji bi bilûrê bi pezên xwe re diaxife.“ Bilûr evîna wî bû, qinyat û sebra xwe pê dianî. Dema dihate gund jî, êvarî ji ehlê citê re li bilûrê dixist. Dengê wî jî xweş bû, stran jî xwes digotin. Bi pirranî li ser evîn, qirkirin, welatparêzîyê distirand. Gelek stran wî bi xwe çêdikirin. Di gotinê de zar xweş bû. Evdo li benda hêviyekê bû. Lê wî jî nizanîbû ev hêvî wê çawa werê. Ji bo ku xwe ji bîr bike giranî dida ser lêdana bilûrê. De ku li bilûrê dixist, wê kêliyê her tişt ji bîr dikir. Derdê xwe bi bilûrê re parve dikir.
Tu kesî Evdo dev bi ken nedîtibû. Qet nedikenî û ji şahiya tim dûr dima. Dema ku bi tenê dima, paşerojê xwe li jiyana wî dipêça. Bi nav xeyalan ve diçû û ji ber xwe ve digot; “Axxx..“ axênî pê diket. Tu kesî nizanîbû ji ku hatiye û derdê wi çiye. Ku jê dpirsîn jî digot; “Ez rênçberim, li pey nanê xwe me.“ Gundiyan hemûyan jî zanîbûn ku derdekî wî yê giran heye. Lê her kesî ew wisa pejirandibû. Qedirzan û camêr bû, ji her kesî re rêzdar bû. Ji bo, ji zarokan heta kalan her kesî jê hez dikir. Gundî tev pê bawer bûn. Carina rûspîyan digot: “Evdo, em te bizewcînin.“ Evdo digot: “Xwedê ji we razî be, ez ji halê xwe razî me…“ Êdî ne rûsipiyan tiştek digotin, ne wî tiştek digot. Jiyana Evdo bilûra wî û çuyîna wî ya ber pez bû. Lê kesî tenûra ku ji kulan di dilê wî de vêketî nedidît. Dema ku bi tenê li mal bûya, êvara qet çira vênedixist. Di tariyê de li bilûrê dixist û pêre dinahurand. Bi nahurrandina xwe re jî, rondikên sorxwînî yên ku kesî nedidîtin dibarandin. Di van şevên reş de derdê xwe ji tariyê re digot. Kul û derdên dilê wî pirr bûn. Nava wî wekî birîneke kul ku mirov şoravkê lê bike, tim dişewitî. Heke ne xwedî merem û ne li benda hêviya xwe bûna, dê xwestibana rojekê jî bijî. Çend carî hewl dabû ku xwe bikuje, lê bê tolhildan mirin nedipejirand. Sond xwaribû ku tola xwe hilîne…
Şeveke stêrk geş, çîk sayî bû, stêrk li ezmana dileyîstin. Bayê payîzê sermayeke dijwar dianî. Ev bîst şev bûn di nav şevên xalî de ew dimeşiyan. Dema ku ji Başûr dabûne rê, qûtê heft-heşt rojî bi xwe re anîbûn. Ew bi şev dimeşiyan bi roj bêhna xwe vedikirin. Ji xwe meşa rojê ji bona wan xetere bû. Ji bo bê qeza û bela bigihin herêma xwe pirr bi baldarî tevdigeriyan. Heya ku ji wan dihat di nav gundan re nediçûn. Di deverên ewle de dimeşiyan.
Ji bo ku dijmin derketibû operasyonê, rêya xwe guherandibûn. Bi vê planê hesabê wan li nav guhê hev ketibû. Rêya wan dirêj bûbû. Ji dervî dirêj bûnê jî, çend carî rêya xwe şaş kiribûn. Ji ber wê rêya hefteyekê, hefteyan bi paş xwe ve hiştibûn. Îca ev bîst şev bûn ku di rê de bûn, hîn çend rojên din jî hebûn ku bigihin menzîla xwe. Di roja heştan de qûtê wan xelas bûbû. Bi şekir, xwê û ku carina jî rastî şivanekî bihatana, bi hinek nan debara xwe dikirin. Ji ber meşa bi rojan, binê lingê wan teqiya bû.
Di vê şeva çîk sayî de dimeşiyan. Ewqasî westiyabûn bi zorê hêdî hêdî dimeşiyan. Ew du roj bû ku ji bilî şekir û xwê tu tişt neketibû devê wan. Rastî newaleke kûr hatin. Xebat got: “Hevalno, heke ku ez ne şaş bim, li serê newalê gundek heye. Lê dibe ku ez şaş bim, lewra ev newal hinekî duvdirêj e.“ Kesî bersiv nedayê û meşiyan. Şev tarî û bêdeng bû. Ji dengê piyê wan pê ve tu deng nedihat. Ew di nav bêdengiya şevê de dimeşiyan. Şevê ew di pêsîra xwe de diparastin. Ji xwe hevalê wan ya herî baş û bi ewle şev bû. Ji ber wê meşa wan tim bi şev bû. Wekî ku baweriya wan bi şevê dihat, bi kesî nedihat. Sarya di ber xwe de got: “Di mîtolojiyê de. Di ol de tarî wekî xerabiyê tê dîtin. Lê va ye tişta me diparêze tariya şevê ye.“ Ji nişkave dengek hate guhê wê. Got: “Hevalno, dengek tê.“
Tev sekinîn û guhê xwe bel kirin, qederekê wisa man. Xebat bi keyf got: “Hevalno, min got divê li van deveran gundek hebe, vaye em nêzî gund bûn. Ev jî dengê bilûra Evdo ye. Ku her kes radikeve Evdo wisa li bilûrê dixe.“ Fermandarê yekîneyê Zerdeşt, gotina Xebat di dev de hişt û pirsî: “Heval tu van deveran nas dikî? Mirov dibêje qey Evdo kurê bavê te ye, ewqasî ji xwe bawer behsa wî dike.“ “Belê hevalê Zerdeşt, heta niha gumaneke min hebû ango ez dudilî bûm, evder hêla me ye an na. Lê piştî dengê bilûrê, tu gumana min nema. Ez bi eslê xwe ji vî gundî me. Heya neh saliya xwe jî li gund bûm. Wekî her malbata Kurd, em jî ji ber xizaniyê koçî metropolan bûn. Zêde dirêj nekim mesela Evdo. Hema hema zarokên vî gundî hemû bi dengê bilûra wî ya bi kul û derdan mezin bûn. Ez jî heya li gund bûm, êvara li ber dengê bilûra wî radiketim.“ “Şev derenge ma qey Evdo bi şev jî li bilûrê dixe?“ “Dema lêdana bilûra Evdo tineye heval. Hema hema tim li bilûrê dixe. Ji xwe ew şivan e, bi roj şivan hemû xwe lê didin hev, Evdo ji wan re li bilûrê dide,s erpêhatî û çîrokan dibêje. Bes tu kesî nedîtiye behsa xwe kirî. Dema ku civatê tê mal, ji xwe re bi xemgînî li bilûrê dixe. Li malê dengê bilûra wî cuda derdikeve. Dema ku em zarok bûn, me li ber derî lê guhdar dikir. Ji nişkave dengê bilûrê qut dibû, zarênî pê diket û digiriya.“
“Ma qey kesî wî tineye?“
“Nexêr, kesî wî tineye.“
“Pismam, lêzimî tinene?“
“Min got, dema em ji gund çûn ez zarok bûm. Tişta ku ez dizanim kesî wî tineye.“
Zerdeşt hem Evdo mereq dikir, hem yekîne westiyabû. Ji xwe re got: “Em herin ba Evdo, hem emê wî nas bikin, hem jî hinek nan bixwin û bêhna xwe vekin.“ Ji Xebat re got:
“Heval, tu mala wî dizanî?“
“Belê heval, ji xwe em li dengê bilûrê herin, emê biçin mala wî.“
*Dewama nivîsê heye…