Êrişên dagirkeran hatin têk birin

Pêncşem 27 Sibat 2025 - 01:30

QSD’ê êrişên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li derdora bendava Tişrînê û Qereqozaqê têk birin. Navenda ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên derdora bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê daxuyanî da û wiha got:’’Roja sêşemê hêzên me hemû êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser hemû eniyan têk birin.

Li eniya bendava Tişrînê artêşa Tirk a dagirker derdora bendavê topbaran kir, çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov êriş birin ser çeperên hêzên me. Şervanên me bersiva êrişan da. Her wiha Yekîneyên Şehîd Harûn kombûneke çeteyan kir armanc, di encamê de çeteyek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn. Li eniya Dêr Hafirê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li esmanê herêmê firîn. Çeteyan ji gundê El Îmam êriş bir ser xaleke hêzên me, şervanan bersiv da. Di encamê de hejmareke çete birîndar bûn û nuqteya ku çeteyan ji wir dest bi êrişê kir, hat rûxandin. Li devereke din a eniya Dêr Hafirê, şervanên me êrişeke din a çeteyan têk bir, di navbera şervanên me û çeteyan de şer rûda û şer nêzî nuqteya çeteyan bû. Di encamê de hejmarek ji wan birîndar bûn û alavên wan hatin rûxandin. Di heman demê de 2 çeteyan xwest bikevin xaleke hêzên me, lê di encama hişyariya hêzên me de her du çete hatin girtin. Li eniya Qereqozaqê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundên El Tîna, Xeseq û Bîr Heso bombebaran kirin. Herwiha gindên El Tîna, Cada, Bîr Heso, Xeseq, Dîkan, Malha û Sernee û girên Sêvê û Qereqozaqê hatin topbarankirin, zêdetir ji 95 topan li van deveran ketin, di encamê de ziyanên madî yên mezin li mal û milkên sivîlan bûn. Bi piştgiriya topbaranê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî nuqteyên hêzên me kir, şerên dijwar rû dan û di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û birîndarkirin, lê hejmara wan nehat zanîn."

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.