Êrişa topyekûn li dijî Şirnexê

Yekşem 14 Gulan 2023 - 18:00

Li Cizîrê gef li gundiyan hat xwarin ku dengê xwe bidin AKP’ê, li Qilebanê jî destûr ji heyeta navneteweyî re nehat dayîn ku bikeve dibistanê, ji cerdevanan re wêneyên dengê wan hat xwestin û walî muşahid hemû ji Lîseya Şirnexê derxistin derve. 
Li Şirnex û navçeyên wê dayîna dengan a ji bo hilbijartinên Serokkomariyê û parlamenteran bi binpêkirinên qanûnê hat kirin. Li Cizîrê gef li gundiyan hat xwarin da ku dengê xwe bidin AKP’ê, li Qilebanê jî dewleta Tirk nehişt heyeta navneteweyî bikeve dibistanê. Li heman navçeyê ji cerdevanan hat xwestin ku wêneyên dengê xwe nîşanî wezîfedarên dewletê û rejîma AKP-MHP´ê bidin. Walî jî li Lîseya Şirnexê  muşahid hemû derxistin derve.

Li gundê Zêwgê yê girêdayî Cizîrê gef li gundiyan hate xwarin ku dengên xwe bi awayekî vekirî bidin. Tevî îtîraza gundiyan jî gef û zextên Serokê AKP’a Hezexê yê Berê Cîhan Guven û malbata wî dewam kirin. Hate zanîn ku ji ber zextan gelek welatiyên li gund neçar mane ku dengê xwe bidin AKP’ê.  

Şandeya navneteweyî asteng kirin

Li gelek dibistanên li Cizîrê jî xelk hemû çû ser sindoqan. Rayedarên Partiya Çep a Kesk dan zanîn ku kabîn têra hilbijêran nakin.

Li Dibistana Seretayî ya Şehît Tegmen Evren a li Şirnexê, xizmên namzetê AKP’ê yê Şirnexê, Arslan Tatar, bi hinceta ku muşahidên Partiya Çep a Kesk zêde ne, xwestin ji dibistanê bên derxistin. Polêsan xwest muşahidan derxînin, li ser îtîrazan muşahid li ser sindoqên xwe yên li ser peywîrdar in, man.

Parlamenterê eyaleta Berlînê ya Partiya Çep (Die Linke) Hakan Taş û şandeya pê re ên ji bo li navçeya Qilebanê hilbijartinê bişopînin ji Elmanyayê çûbûn, polêsan bi gotina “qedexe” ye nehiştin ku bikevin baxçeyê dibistanê. 

Li aliyê din Fermandariya Cendermeyan li Qilebanê gef li cerdevanan xwarin, xwestin wêneyê dengê xwe bi telefonê bigirin û ji wan re bişînin.

Li Lîseya Şirnexê jî bi fermana Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn muşahid hemû ji dibistanê hatin derxistin.

ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.