Êriş li dijî mafê Kurdan e

În 17 Hezîran 2022 - 22:12

  • Parêzer Resûl Temûr: Weke ku her car dike, dadgeriyê [ya Tirk] hîle û derew kirin. Bi daxuyaniyên şahidan ên ku ti elaqeya wan bi dosyayê re nebû, xebatên rojnamevaniyê berovajî kirin. Armanca girtina rojnamevanên Kurd, astengkirina mafê agahîgirtinê yê gelê Kurd e. 

Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mujdat Can bi parêzerê rojnamevanên girtî Resûl Temûr re peyivî. Resûl Temûr gotiye, di dema îfadegirtinê de ji rojnamevanan pirsa karên wan ên rojnamevaniyê hatiye kirin û rojnamevan bi "şiroveyên bêeleqe" hatine girtin.

Serdozgeriya dewleta Tirk a Amedê lêpîrsînek li dijî endamên çapemeniya Kurd dabû destpêkirin. Polêsên dagirkeriya Tirk jî di vê çarçoveyê de 8´ê Hezîranê bi ser gelek malan, avahiya JINNEWS´ê û avahiya du şirketên produksiyonê de girt. Polêsên dagirkeriyê hingê Serokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midurê Karê Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, Edîtorê MA´yê Azîz Orûç jî di navê de 22 rojnamevan kirin nezaretê. Rojnamevan piştî ku 8 rojan di nezaretê de hatin hiştin, 15'ê Hezîranê de şandin edliyeyê. Di 16'ê Hezîranê de rojnamevan Esmer Tûnç,

Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram û Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 16 rojnamevanên din bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin. 

Parêzerê rojnamevanan Resûl Temûr li Amedê ji MA´yê re peyiviye.
 
Dozger mafê parastinê 
binpê kiriye

Parêzer Resûl Temûr da zanîn ku Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş û 21 kesên din di çarçoveya du lêpirsînên cuda de kirine nezaretê. Gava ku hêzên dewleta Tirk a dagirker ew kirine nezaretê jî, li sedema kirina nezaretê ew agahdar nekirine. Resûl Temûr got, mafê wan ê şopandina pêvajoya nezaretê hatiye binpêkirin. Resûl Temûr da zanîn ku di dema şandina edliyeyê de jî dagirkeran bêusûlî kiriye:

"Dozgerê lêpirsînê, dema îfadegirtinê got, heta îfadeya wan biqede, ew ê rojnamevanan di wesayîtên nezaretê de bihêle. Me îtîraz kir, hîna nû rojnamevan ji wesayîtan pêyakirin û birin hundirê edliyeyê."

Resûl Temûr da zanîn ku di dema îfadegirtinê de dozger nehiştiye rojnamevan û parêzer xwe baş îfade bikin û bi pirranî li ser nûçeyên çêkirine, bernameyên çêkirine, naverok û zimanê bernameyan, çawaniya diyarkirina naveroka bernameyan, pirs ji rojnamevanan kirine. bi van gotinên perêzer Resûl Temûr diyar dibe ku rojnamevan ji ber ku rojnamevanî kirine tên gunehbarkirin. 

Şahidên meseleyeke din e 

Parêzer Resûl Temûr da zanîn ku piştî dana îfadeyê, ew ji dosyaya lêpirsîna muwekîlên xwe haydar bûne û got, "Di pêvajoya dadgeriyê de rengê pirsan guherî. Dadgeriyê, daxuyaniyên ku beriya niha şahidan dabûn û ti elaqeya wan bi dosya lêpirsînê re tinebû, ji rojnamevanan pirsî. Rojnamevanan bi awayekî hevpar got, daxuyanî ne derbarê wan de ne û di çarçoveya dosya wan de nehatine girtin. Lê rexmî vê jî me di hincetên girtina wan de ev daxuyanî dîtin."
 
Hinceta girtinê rojnaemvanî ye 

Resûl Temûr got, hinceta bingehîn a girtinê hevoka "Di bin navê kanala TV û radyo, saziya çapamenî û weşanê de xebat kirine..." ye û wiha axivî: "Weke ku her car dike, dadgeriyê [ya Tirk] hîle û derew kirin. Bi daxuyaniyên şahidan ên ku ti elaqeya wan bi dosyayê re nebû, xebatên rojnamevaniyê berovajî kirin. Tabloyeke ´em ne ji ber xebatên rojnamevaniyê, ji ber endamtiya rêxistinê dadgeh dikin´ xêz kir.

Kanalên ku di daxuyaniyan de navê wan heye, li Tirkiyeyê weşanê nakin. Lewre bi şiroveyên ti elaqeya wan bi lêpirsînê re tineye, rojnamevanên Kurd girtin."

Di dawiyê de parêzer Resûl Temûr got, armanca girtinê astengkirina mafê Kurdan ê agahîgirtinê ye. 

Di rojekê de 22 kedkarên çapemeniya azad

Di êrişa 8´ê Hezîranê de rojnamevanên li jêr kirin nezaretê:

Serokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midurê Karê Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, Edîtorê MA’yê Azîz Orûç, rojnamevan Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyûncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdûrrahman Oncu, Lezgîn Akdenîz, Kadîr Bayram û kedkarên ragihandinê Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen. 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.