Li ser navê dewletê bûye şahid
Pêncşem 6 Tîrmeh 2023 - 00:46
- Derket holê ku şahidê nepenî yê di doza li dijî 9 rojnamevanên çapemeniya azad a li Enqerê de li ser navê dewletê sîxurî kiriye. Tevî ku şahid tevahiya agahiyên xwe spartin “bihîstinê” jî, heyeta dadgehê şertê kontrola edlî ya li dijî rojnamevanan dewam kir.
Di duyemîn doza rojnamevanan de li şahidê nepenî hate guhdarîkirin. Şahidê nepenî ê ku bi koda “K8Ç4B3L1T5” hat binavkirin, got, wî li ser navê dewletê kar kiriye û li xwe mikûr hat ku îdîa tenê bihîstî ne.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de polêsan di 25’ê Cotmeha 2022’yan de bi ser malên rojnamevanan de girt û 9 rojnamevan kirin nezaretê û di 29’ê Cotmehê de jî ew rojnamevan hatin girtin. Her 9 rojnamevan jî 16’ê Hezîrana îsal hatin berdan. Duyemîn rûniştina doza rojnamevanan bi rê ve çû. Danişîna doza Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin, Selman Gozelyuz û Zemo Aggoz, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger û Mehmet Gunhan ê ku demekê li bûroya MA’yê ya Enqereyê stajerî kir, li Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya 4’emîn bi rê ve çû.
Ji rojnamevanan Aggoz, Nazlim, Gozelyuz, Yalçin û Gunhan hazir bûn. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û MLSA’yê jî rûniştina dozê şopandin.
Nekarî zaroka xwe şîr bide
Rûniştinê bi tespîtkirina nasnameyan û bi xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin, dest pê kir. Piştre jî ewilî rojnamevan Zemo Aggoz parastina xwe kir. Aggoz got, doza li wan hatiye vekirin, têkiliya xwe bi rewşa siyasî ya Tirkiyeyê re heye: “Hewl didin bi îdîayên pûç, rojnamevaniya me krîmînalîze bikin. Ji ber ku em li MA’yê dixebitin, lewma van tohmetan dixin stûyê me. Min gelek dozên wiha li edliyeyê şopandin. Ew tiştên me di wan nûçeyan de nivîsandine tev jî di qeydên we de hene. Heta nûçeyên me derheqê Doza Dedeogûllari de çêkirin jî weke sûc hatine nîşandan. Ji ber îdiayên pûç, hem rojnamegeriya me û hem jî ajansa em lê dixebitin, tê tawanbarkirin. Ji ber van îdîayan, 45 rojan min nekarî pitika xwe şîr bidim. Ji ber van îdîayên bêbingeh, ez neçar mam tevî pitika xwe ya 10 mehî bêm vir.”
Şahidê dewletê
Piştre jî li şahidê nepen "K8Ç4B3L1T5" hate guhdarîkirin. Şahidê nepen, îfadeyên xwe yên di lêpirsîna dozgeriyê de dubare kirin. Wî îdîa kir ku rojnamevan Denîz Nazlim li zanîngehê tev li xebatên xwendekaran bûye û hewl da van xebatan neqanûnî bike.
Li gel ku rojnameger Selman Gozelyuz heta niha ti carî li Wanê nexebitiye jî, şahidê nepen "K8Ç4B3L1T5" îdîa kir ku Gozelyuz li Wanê xebitiye. Şahidê nepen ji bo rojnamevan Ceylan Şahînlî jî gotm li Enqereyê nûçegihantiyê dike.
Têkildarî rojnamevan Habîbe Eren jî şahidê nepen got, “derheqê wê de agahiyeke zelal li ber destê min nîne. Li gorî min endama rêxistinê ye.”
Piştre jî îfadeyên şahidê nepen ên li dozgeriyê hatin xwendin.
Rojnamevan û parêzeran cara ewilî, îfadeyên şahidê nepen li hola rûnişînê bihîstin. Şahidê nepen "K8Ç4B3L1T5" îdîa kir ku li MA’yê xebitiye û “agahiyên” têkildarî rojnamevanan jî li wir bi dest xistine.
Piştre jî li ser pirsên parêzerê Dîren Yurtsever, Ozgur Erol, derket holê ku şahidê şahidê nepen îdîayên weke “DFG li ser fermana rêxistinê hatiye avakirin” hemû tenêî bihîstine, û ti delîla wî nîne.
Parêzer Erol piştre jî pirsa “Gelo te ev xebat li ser navê dewletê kirine?” kir. Şahidê nepen jî got; “Erê.”
MA rojnamevaniyê dike
Li xwediyê Îmtiyazê yê MA’yê rojnamevan Ferhat Çelîk jî li ser SEGBÎS’ê weke şahid hate guhdarîkirin. Çelîk, îdiaya “Kes bi fermana rêxistinê tên peywirdarkirin” jî got, “Navenda me ya nûçeyan heye. Bi awayekî xwezayî em jî di çarçoveya pêdiviyan de bi nûçegihanan dişêwirin. Li Rihayê pêdiviya me pê hebû û me jî Emrûllah şande wê derê. Me ti ferman ji ti kesî negirtine.” Serokê dadgehê jî pirsa; “Çima hûn her tim nûçeyên bi heman şêweyî çêdikin?” ji Çelîk kir. Çelîk jî got, ew rojnamevaniyê, bi gelemperî li ser bingeha maf û gel dikin.
Parêzeran îdîa qebûl nekirin.
Dadgehê, biryar da ku şertê kontrola edlî yê li dijî rojnamevanan bidome, daxwaza îadekirina materyalên dijîtal red kir û rûniştin taloqî 26’ê Cotmehê kir.
MA/ENQERE