Em ê têkoşîna heqîqetê bidomînin

Yekşem 3 Kanûn 2023 - 15:40

Di salvegera 29’an a bombekirina rojnameya Ozgûr Ûlkeyê de, li pêş avahiya rojnameyê ya kevin a li Kadirgayê ya li Stenbolê, merasîma bîranînê hate lidarxistin. 
Merasîm ji aliyê Edîtora Rojnameya Yenî Yaşam Reyhan Hacioglu, Komeleya Rojnamevanên jin ên Mezopotamyayê MKG û Komeleya Rojnamevanên Dîcle-Firatê DFG’ê ve hate organîze kirin. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, endamên HEDEP’ê, Komeleya Mafên Mirovan ÎHD’ê, KESK û DÎSK’ê û gelek kes beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de Edîtora Rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglu destnîşan kir ku komara Tirk bi zilma xwe ya li hember rojnamevan, muxalîf û şoreşgeran tê nasîn û got:’’Ew ên ku ji gel û heqîqetê xwe xwedî dikin, ti carî nayên tine kirin."

Rojnamevan Hûseyîn Aykol jî tiştên piştî êrişê hatin jiyîn bibîr xist û got: "Weke şopdarên kevneşopa çapemeniya azad em dibêjin, em bên bombe kirin jî, bên qetil kirin jî, me bixin zindanan jî, ti carî em ê ji rastiyan tewîzê nedin. Tişta ku çapemeniya azad dike, têkoşîna heqîqetê ye."

Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îş’ê Faruk Eren jî da zanîn ku rojnamevan hertim tên qetil kirin û girtin û got:’’Çapemeniya azad nikare were bêdeng kirin."

Li ser navê MGK’ê jî Midûra ji karên nivîsandinê berpirsiyar a Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever jî mafê axaftinê wergirt, destpêkê hemû şehîdên çapemeniyê bibîr anî û got: "Dema em vê têkoşînê dimeşînin, weke şopdarên Gurbetellî Ersoz, Nagehan Akarsel û Ayfer Serçe, em ê têkoşîna heqîqetê bidomînin."
Piştî merasîma bibîranînê, çalakgeran qurnefîl danîn cihê bombe lê hatiye teqandin û serdana gora Ersîn Yildiz ê di êrişê de şehîd bû, hate kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.