Ji bo aqûbeta wî dengê xwe bilind bikin

Çarşem 13 Kanûn 2023 - 15:56

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MGK) têkildarî rewşa edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed ê di 25’ê cotmehê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hate revandin û 51 roj in agahî jê nayê girtin li ber avahiya DFG’ê daxuyanî da çapemeniyê. Ji bilî rojnamevanan Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sûltan Yaray jî tevlî daxuyaniyê bû.

Berdevka MGK’ê Roza Metîna pêkanînên PDK’ê yên li dijî rojnamevanan rexne kirin. Metîna bal bire ser zextên PDK’ê yên li dijî rojnamevanan û navên rojnamevanên hatin qetilkirin wiha rêz kirin: “Di sala 2008’an de Soranê Mame Heme hate qetilkirin û heya niha kujerên wî nehatine diyarkirin. Soranê Mame Heme her wiha li Başûr yekemîn şehîdê çapemeniyê ye. Rojnamevan Serdeşt Osman jî di 4’ê gulana 2010’an de li Hewlêrê hatibû revandin û piştî du rojan cenazeyê wî nêzî Mûsilê hate dîtin. Di 13’ê tebaxa 2016’an de peyamnêrê Rojnews’ê Wedat Hisên ji hêla hêzên girêdayî PDK’ê ve hate qetilkirin. Heft sal bi ser re derbas bû, kujerên Wedat ne hatin cezakirin. PDK’ê îsal jî nehişt ku malbat û rêhevalên Wedat herin ser gora wî û wi bi bîr bînin. Di 3’ê Adara 2017’an de ji aliyê PDK’ê ve li dijî bajaroka Xanesorê êrîş pêk hat. Di vê êrîşa ku 5 şervanên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dabûn de rojnamevan Nûjiyan Erhan jî birîndar bibû. Piştî 20 rojan jiyana xwe ji dest da. Herî dawî di 4’ê cotmeha 2022’an de rojnamevan û lêkolîner Nagihan Akarsel bi hevkariya PDK’ê ji hêla dewleta Tirk ve hate qetilkirin.”

 

PDK rê nade rojnamevantiyê

Roza di dewamê de wiha got:“Rojnamevan li herêmên ku di bin kontrola PDK’ê de ne nikarin bi awayekî azad xebatên xwe bimeşînin. Di sala 2020-2021’an de dema çalakiyên gel ên li dijî gendelî û qeyrana aborî rû dan, di protestoyan de êşkence li gelek rojnamevanan hate kirin, hatin girtin û hatin sirgunkirin.”

Metîna bal bire ser daneyên di rapora Yekîtiya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê de û got:“Li gorî rapora Yekîtiya Sendikaya Rojnamevanên Kurdistan, di sala 2020’an de li hember 365 rojnamevan û 47 saziyên medyayê 138 car binpêkirinên mafan pêk hatiye. Li gorî rapora Komeleya Parastina Mafên Rojnamevanan – METRO Centerê jî, di sala 2022’an de li Herêma Kurdistanê li dijî 301 rojnamevanan 431 pinpêkirinên mafan pêk hatiye. Rojnamevan di dema şopandina nûçeyan de 195 car hatine astengkirin, amûrên 68 rojnamevanan hatine desteserkirin.”

Metîna, anî ziman ku ev buyer nêzikatiya PDK’ê û rêveberiya Başûr de fikrekê çêdike û got:“Em careke din bînin ziman; em daxwaza hevalê xwe yê rojnamevan Silêman Ehmed dikin, em dixwazin aqubeta wî hîn bibin û rojek berî rojekî bê berdan. Her wiha em bang li tevahiya sazî û dezgeyên rojnamevanî û tevahiya raya giştî ya demokratîk dikin ku ji bo aqubeta Silêman Ehmed dengê xwe bilind bikin û vê neheqiyê qebûl nekin.” Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.