'Em dev ji ronîkirina rastiyan bernadin'

Pêncşem 7 Mijdar 2024 - 16:00

  •  Rojnameger Pelşîn Çetînkaya ku dema berxwedana gel a li dijî tayînkirina qeyûman li Êlihê dişopand di bin îşkenceyê de hat binçavkirin û piştre hat berdan got: “Em dev ji ronîkirina rastiyan bernadin"

Bi talîmatên Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetî ya Rihayê hatin kirin. Dema gel li dijî qeyûman li ber xwe da, rojnamegerên li herêmê jî bi tundî û îşkenceya polîsan rû bi rû man.

Nûçegihana JINNEWS'ê Pelşîn Çetînkaya jî yek ji wan kesên ku di bin îşkenceyê de hatin binçavkirin û piştre serbest hatin berdan e.

Pelşîn Çetînkaya di dewama berxwedana serdemê de qala îşkenceya polîsan kir.

'Bajar veguherî girtîgehê'

Pelşîn Çetînkaya bi bîr xist ku cara sêyemîn e qeyûm tayînî bajarên Kurdistanê kiriye û diyar kir ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin ew çûn herêmê û geşedana şopand. Pelşîn Çetînkaya, anî ziman ku piştî qeyûm tayînî navenda bajarê Êlihê hate kirin berxwedanek derketiye holê û got, “Ya rastî welatiyên li wir êrîşî polîsan nekirin, xwestin bikevin şaredariyê. Ji bo mafên xwe têkoşîn dikir."

Îşkenceya polîsan

Pelşîn Çetînkaya, anî ziman ku êrîşan bi bertekên gel destpê kirine û destnîşan kir ku dema xwestine îşkenceya polîsan tomar bikin êriş li wan hatine kirin û kamerayên wan hatine desteserkirin. Pelşîn Çetînkaya got, “Îşkence li welatiyan dikirin û welatî dikişandin quncikan û yên ku dixwestin vê yekê tomar bikin jî bi heman awayî dihatin îşkencekirin. Destûr nayê dayîn ku îşkenceya ku bi eşkereyî li gel tê kirin were tomarkirin. Li hemberî welatiyan û me gelek gotinên zayendperest hatin bikaranîn."

'Em dev ji ronîkirina rastiyan bernadin'

Pelşîn Çetînkaya, diyar kir ku di wesayîtê de destê wê ji paş ve kelepçe kirine û wiha got: “Piştî ku nasnameya min birin û kontrola GBT'yê kirin, tevî ku destê min li pişta min kelepçe kirin jî nasnameya min avêtin ser min. Her tim şîdeta psîkolojîk li min kirin. Ji ber ku min îşkence tomar kir êriş li min hat kirin. Lê em dev ji ronîkirina rastiyan bernadin." JINNEWS/AMED

 

 

 

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.