Sînorên RSF´ê kî datîne?

Yekşem 19 Mijdar 2023 - 10:02

  • Ji Mekteba Siyasî ya PDK´ê Elî Ewnî, berpirsê Asayîşa Dihokê Zerevan Beroşkî û RSF´ê eynî helwêst nîşan da: Xwe li revandin, diyarnekirina aqûbeta edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed kerr, kor û lal kirin. 

LUQMAN GULDIVÊ / FRANKFURT

Ev 25 roj in ti agahî ji rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed nayên wergirtin. Hewldanên me yên xwe gihandina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) bê encam man. Rêxistinê li ser girtin û windakirina edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed, ti daxuyanî neda û bersiv jî neda telefonên me û e-maila me ya li ser mijarê.

Gava ku 25´ê Cotmeha bihurî Silêman Ehmed xwest piştî serdana malbata xwe, ji Rojavayê Kurdistanê vegere Başûrê Kurdistanê, agahî hew jê hat wergirtin. Ajansa Rojnewsê, 31´ê Cotmehê li Silêmaniyê bi amadebûna rêxistinên parastina rojnamevanan Federasyona Ronûs û Navenda Metroyê daxuyaniyek da û got, hêzên PDK´ê gava edîtorê wan ê beşa Erebî Silêman Ehmed di deriyê sînor ê li Sêmalka re derbasî aliyê Başûrê Kurdistanê bûye, girtiye û helwêsta PDK´ê weke sûcekî mezin ê beramberî mafê mirovan rûreş kir. Navenda Metroyê jî fikarên xwe anîn ziman dibe ku PDK eynî weke anî serê rojnamevanên Behdînanê, bîne serê Silêman Ehmed jî. Rojnewsê, tevî nûnerên Ronûs û Navenda Metroyê doza berdana Silêman Ehmed kir.

Beriya wê bi rojekê, yanî 30´yê Cotmehê, Asayîşa Dihokê, qebûl kir ku Silêman Ehmed hatiye “girtin” û li revandina wî mikur hat. Asayîşa ser bi PDK´ê îdîa kir ku Silêman Ehmed ne ji ber karê rojnamevaniyê hatiye girtin, ji ber ku ji PKK´ê re dixebite, wan rojnamevan girtiye. Tevî ku sûcekî welê di qanûnên Iraqê û Herêma Kurdistanê de nîne. Lê heman Asayîşa Dihokê negot, ka çima bêyî biryara dadgehê, rojnamevan Silêman Ehmed revandiye û aqûbeta wî jî diyar nake. 

 

Bang li PDK û saziyên navneteweyî

Li Rojavayê Kurdistanê jî Yekîtiya Ragihandina Azad revandina rojnamevan Silêman Ehmed şermezar kir û bang li sendîka û dezgehên çapemeniyê yên herêmî û navneteweyî kir da ku ji bo berdana Silêman Ehmed bikevin nava liv û tevgerê. Hikûmeta Hewlêrê ya di bin desthilata PDK´ê de bersiv neda van bangan. Rojnamevanên li herêmên PDK´ê jî xwe li meseleyê kerr û kor kirin, eynî weke helwêsta wan di meseleya aktîvîst û rojnamevanên Behdînanê de.  

 

CPJ: Bes e rojnamevanan tacîz bike

Ji saziyên navneteweyî Comitee to Protect journalist (CPJ - Komîteya ji bo parastina rojnamevanan) 1´ê Mijdarê daxuyaniyek da û got, rojnamevan Silêman Ehmed hatiye wendakirin, bang li “rayedarên Kurd ên Iraqê” kir da ku aqûbeta Silêman Ehmed eşkere bike û “bê şert û merc Silêman Mihemed Ehmed berde û dev ji tacîzkirina rojnamevanan berde.”

CPJ´ê xwest xwe bigihîne serokê rêxistina PDK´ê ya Dihokê, Elî Ewnî, lê Elî Ewnî nexwest li ser meseleyê bipeyiviye, Rêveberê Asayîşa Dihokê ya ser bi PDK´ê Zerevan Beroşkî jî bersiv nedaye hewldanên CPJ´ê. 

 

RSF xwe kerr, kor û lal dike

Li ser meseleyê min hewl da xwe bigihînim rêxistina Rojnamevanên Sînornenas; 11´ê Mijdarê min telefonî du hejmarên peywendiya ji bo rojnamevanan kir; her du hejmarên navenda Parîsê bûn. Lê wan bersiv neda telefonê. Li ser vê, heman rojê min ji yekê ji wan re e-mail nivîsî. Ji wê rojê ve jî li benda bersivê bûm. Min ji RSF´ê re got, ez nûçeyekê li ser girtin û nediyarkirina aqûbeta edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed amade dikim û hez dikim helwêsta RSF´ê zanibim û di nûçeya xwe de behsa wê jî bikim. Ji bo wê, min xwest, ez bi kesekî re bipeyivim ku karibe behsa helwêsta RSF´ê bike. Ev bû îro heft roj ti bersiv nedane û ez bi helwêsta wan nizanim. Beriya niha jî di rewşên welê de hewldanên min bêbersiv mabûn. Belkî RSF bêyî ku bi me re bipeyive jî karibe helwêsta xwe diyar bike, lê heta niha ne navenda wê û ne jî kesên ji peywendiyên çapemeniyê bersiv nedan hewldanên min. Min doh ji navenda wan re ji nû ve e-mailek nivîsî û li bendê me ka wê bersivekê bidin û heger bidin wê çi bibêjin.    


Ev 5 sal in li Silêmanî rojnamevan e

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê, Silêman Ehmed ev 5 sal bûn ku li Başûrê Kurdistanê rojnamevan bû. Heta niha bi awayekî qanûnî û fermî li wir kar dikir. Heta ku nekete ber kontrola PDK´ê jî ti sûc û gunehî wî nebû û ji xwe, çawa birayê wî Ehmed Mihemed Ehmed ji CPJ´ê re gotiye, Silêman Ehmed ji rojnamevaniyê pê ve ti kar nekiriye.   
Parêzerên Koyê ji bo girtina Silêman Ehmed got, “Girtina rojnamevanan bêyî biryara dadgehê ne yasayî û li dijî mafên mirov e”.
Parêzer Rêbîn Şêx Îsmaîl ji Rojnewsê re gotiye, “Dema giliyê rojnamevanekî tê kirin, pêwîst e rizamendiya sendîkaya rojnamevanan bê wergirtin û piştre dadgeh dest bi lêkolînê bike. Her wiha divê nûnerê sendîkaya rojnamevanan di dema wergirtina îfadeya rojnamevan de amade be. Her wiha li gorî benda çarem a yasaya rojnamevaniyê, nabe ew belge û zanyariyên ku rojnamevan bi dest anîne, li dijî wî/wê werin bikaranîn.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.