Ma ne şaredarê we êriş da kirin?
Sêşem 20 Hezîran 2023 - 01:29
Parlamenterê Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) ê Amedê Cengîz Çandar derbarê êrişa parazvanên Şaredarê Tetwanê yê AKP’î Mehmet Emîn Geylanî li dijî rojnamevan Sînan Aygul de ji cihgirê Serokkomarê Tirk Cevdet Yilmaz û Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya li meclîsê pirs kir. Ji bo vê wî du pêşniyaz pirs dan meclîsa li Enqerê.
Çandar destpêkê bi bîr xist ku rojnamevan Sînan Aygul îdîayên karên ne li rê yên milkên Şaredariya Tetwanê aniye rojevê; û piştî wê 17’ê Hezîranê parazvanê fermî yê Şaredarê Tetwanê Mehmet Emîn Geylanî yê ku polîs e û peywîrdarê şaredariyê êrişî rojnavan kirine.
Cengiz Çandar bi bîr xist ku bi xêra dîmenan û çapemeniyê raya giştî ji êrişê agahdar bûye û got, “Wêneyên rewşa Sînan Aygul asta şidetê nîşan didin. Êrişa li dijî Sînan Aygul, li derveyî welat jî deng vedaye û kir ku li Tirkiyeyê jî nîqaşên li ser azadiya çapemeniyê û ewlehiya rojnamevanan bidome.”
Çandar ev pirs ji cihgirê Erdogan, Yilmaz û ji wezîrê wî Yerlîkaya pirsîn:
Êrişên li dijî çapemeniyê
* Haya we jê heye ku Tirkiye di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de di rêza çendan de cih digire?
* Niyet û planeke we heye ku ji bo bidawîkirina êrişên li dijî rojnamevanan û garantîrkirina azadiya çapemeniyê gavên bi bandor biavêjin?
* Ji bo li dijî atmosfera nefretê û çanda bêcezahiştinê ya ku rojnamevanan li dijî şidetê bêparastin dihêle, hûn ê polîtîkayên berfireh û biryardar derxin pêş?
Û meseleya karên ne li rê
* Ji bo dawî li kiryarên şidetê yên hêzên ewlehiyê yên li dijî xebatkarên çapemeniyê û weqayên bêcezahiştinê yên di vê mijarê de bi dawî bibin, hûn ê çi bikin?
* Hûn difikirin, Şaredarê Tetwanê yê li gorî texmînê êrişa li dijî Sînan Aygul bi parazvanan daye kirin, bixin ber lêpirsînê?
* Gelo hûn ê derbarê îdîayên nelirêtiyên esasî yên li Şaredariya Tetwanê de lêpirsîna pêwîst bidin destpêkirin?”
ENQERE